Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:06

 

 

Ber bi asoyan serî hilde
Lava Derwêş


(Ji bo pakrewanê serhildana Qamişlo)

Şevnem diwerihin,
Li kolanên dilê buharê
Bi axîn
Sîbera mirinê
Xwe berda bedenê ciwan
Çavên reş mîna şevên tarî,
Xilmaş in dayê
Gulek sipî li dest e
Zemîn sor e
Adar e
Şîn û sema li dar e
Bajar ser singa latan
Evîndarê xwe,
Lehengê welat
Zarokê roja nû
Bi xecxecokên sor û sipî
Dixemiland
Serî hilde ber bi jor
Ber bi asoyê
Bililind û fireh
Weke dilê te Qamişlokê
Weke dilê te.
Guleya kînê
Vîn û evîna salan
Nependî nekir
Xweliya bêdengiyê rakir
Ji ser xwe,
Bedenê vî erdî perçe nekir..
Ji ber Qamişlo.. Helepçe ye..Mehabad e
Hewlêr e û Amed e
Çavreşên wan…
Li her aliyek
Li her buharekê ..
Beybûn û nîlover in
Hêstirçavên welat in
soza keskesorê didin adaran











                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1