Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:02

 

 

12ê xwîna şipiya
Hoşeng Broka


Îro,
roj, ku li binya Xetê ye;
Adar, ku li binya Xetê ye;
sal û demsal, ku li binya Xetê ne;
gulên zû,
û gavên zû, ku li binya Xetê ne,
dest dê li jêra Xetê, zû herin bin serê goristanan.
Gav, dê nerme nerme, biniqutin sibehên li binya wan, razayî.
Zarok, dê ji defter û qelemên xwe, biqetin, dê xwe ji dibistanan vedizin, û qefil bi qefil, bişêlihin bin baskên sirûd û stiranan.
Û kolan,
kolanên xwîna îna gonê;
kolanên xwîna şipiya,
îna şipiya,
nimêja şipiya;
kolanên li binya Xeta şipiya,
gund û bajarên şipiya
û şehîdên şipiya,
dê Adarê,
şipiya,
mûm bi mûm, bibin bêdengiya şipiya,
sirûda şipiya
û agirên şipiya.

Îro, 12ê Adarê ye,
dem Adar e,
cih Adar e,
û binya Xetê, li ser milên xwînên ku di mirinê de hilnayên,
Adar e.
Ma Adar li jora Xetê jî, wek binya wê, şipiya ye?
Ma Adar li jor û hêlên din, yên Xetê jî, wek binya wê, diçe xwînên şipiya, giriyê şipiya, mirina şipiya û goristanên şipiya?

Îro, 12ê xwîna şipiya ye…
xwîn Adar e,
Hêêêêê de werne Adarê.

Îro 12ê agirê şipiya ye,
agir Adar e,
hêêêêê de werne Adarê

Îro, 12ê mrina şipiya ye…
mirin Adar e,
Hêêêêêê de werne Adarê...
hêêêêê de werne mirinê…
Çend xwînên din,
Adar û Adar,
hîn mirin hene?
Çend agirên din,
mirin û mirin,
hîn Kurd hene?
Û çend mirinên din,
Kurd û Kurd,
hîn Adar hene?














                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1