|
Geryaneka xweş di nava Baxê mamosta
Deham Ebdulfettah de
M. Emîn
Bi rastî nizanim bi çi navbikim, rewişt û tîtal
yan rêz û rawaz,yan jê xaleka nêvnas, lê ez di
bêjim ku navlêkirin bi xaleka nêvnas nêzîktirî
mebesta mine, û dibê ku rastir bê jî, ji ber ne
firehtire ji rewişt û tîtalan, ji vê yekê ezê bi
navlêkirina dawiyê navbikim. Wek mirov têdigihê
û dibînê ku yek ji xalên nêvnas yên gelê kurd li
Rojavayê Kurdistanê ewe, ku ev gel qedir û qîmet,
cih û rola mirovên xwe yên afrander, ronakbîr û
pispor heya ku ew zendî û jîndarbin nagirê û
nasnakê, û ev yeke bûye rewşeka wî ya
teybetmendî û pê hatiye nêvanaskirin…!? Lê dema
mirov vê yekê dibêjê,pirsek di mejyê mirov de
dijenê,pirs ewe, gelo ma kî alî di vê derbarê de
sûncdar û gunehkare...?
afrander yan jî milet, tevî ku afrander jî kurê
vî miletiye û bi rewişt û tîtalên wî, bi pêma û
rewşenbîriya wî ya netewî xwedî û mezin bûye.
wek em dizamin afrenderê kurd bê beramberî kar û
xebata xwe dikê, tenê xwe dibînê mirovekê
berpirsyar di ber livandin û vejandina çivaka
kurdî de , xewşikirin û sûtandina kesatiya wî ya
netewî û şaristanî, herweha pêşvebirin û
avakirina hizir û bîra wî ya ramyarî, rewşenbîrî
û çivakî daye ser milê xwe, û bilindkirina hest
û helwêsta wî ya mirovatî ji bo pêkanîna
çivakeka şaristanî û demoqratî ,di bin sîbera wê
de, dadmendiya çivakî, mafê mirovan û azadiya
ramanan werin parastin û dabînkirin. Ji alê dî
ve, miletê kurd jî miletekê nêvnase û hatiye
naskirin di dan û merdiya xwe de û qurbanîn
mezin di gelek delîv û derfetan de, wek ku jê
hatiye xwestin daye û tucarî ji kerwanê xebatê
varî nebûye, jê dûrneketiye û li paş jî
nemaye.em vê rastiyê dinasin, çi li ser afrnder
bê yan li ser milet bê. Weheye di vir de werê
bîra hinan û bi pirsin ma gelo milet dikarê
çibikê....ku ew bi xwe hejare û bê ked û kare,
destê di bin bar deye, şil û pil bûye û di derya
tarî de , bi dengek ker û Lal dikê qêrîn û hewar...!?
yan werin û bêjin ev alozî çareser dibê bi
avakirin û pêkanîna dezgeh û lêvegereka
rewşenbîrî, ku kesê afrander gorî karîna xwe cih
di wê de bigirê û ev dezgeh piştgirî û alîkariya
wî bikê. tevî van egeran û wan hêncetan em di
karin bêjin ku alozîk heye û di navbera herdu
alan de peydabûye, û roj bi roj ev valehî sînorê
rêpîvana wê firetir dibê. Hêjayê gotinêye û di
vê em ji bîr nekin ku dema afranderê kurd dimirê
û ber bi dilovanîya xwedê ve di çê. Milet ji nû
ve bi xwe di hesê û di nav pêlên kurt û dirêj de
di hejê û birast û çep rastî gerînekeka bê çar
dibê, hêvî û omîd beravêtî dibin, hêstir mîna
tavyên buhara di ser dêman de di xindirin û
tevlî çemê kul û xeman dibin, xem û xeyal di
herikin û di goleka çikayî û ziwa de bê can di
kevin û wendabibin. Lê tevî vê aloziyê tucarî
afranderê kurd ji kar û xebatê dilsar nebûye, bi
mebest û egera ku ew ji wîre tiştekî siruştiye,
rehên dilê wî pê di jenin û dil û can, hêvî û
omîdên wî pê serast dibin, girêdanên wî bi
jiyanê re xurt û qayîm dibin, bi canekê sivik û
dilekê gerim ala pêdarî û xweragirtinê bilind
dikê û gavin bi hostayî di avêjê, berhemên xwe
pir û rengî dikê, ji ber ku ew berhem û kar ji
bo wî ave, baye, xwarine, hebûn û jiyan bi xwe
ye....HD. li ber ronahiya çira van bîr û
baweriyan afranderê kurd singa zemînê qelaştiye
û dendik û kakila dara jiyan û vejandina
kurdayetiyê bi nermî di nava xaka pîrozde
çandiye;li ser rêç û rêbaza dilsoz û dilpakên
kurdayetiyê, hizir û ramanên netewî bilind kirye
û reng û şêweyê sûtin û vejandina rewşenbîriya
kurdî sazkiriye. di vê babetê de, emê geryanekî
di nav baxê yekî ji wan afranderan de bikin û bi
kurtî li ser jîn û jiyan, û berhemên wî rawestin
û naveroka wan diyarbikin, ew zanyar helbestvan
û rêzimanzanê navdar û têgihiştî mamosta Deham
Ebdulfettahe.
Destpêkê mamosta Deham Ebdulfettah kî ye...?
mamosta Deham di sala 1942 ê de, Li gundê Billê
ser bi bajarê Amûdê ve li Rojavayê kurdistanê
çavên xwe vekir ye û qêrîna pêşîn da ye,
xwendina xwe ya seretayî, nawendî û amadeyî li
dibistan û xwendegehên bajarê Amûd û Hisîça bi
rê ve biriye, derçûyê zanîngeha Helebê, beşê
ziman û wêjeya Erebiye, mamostayê zimanê Erebî
bû li dibistanên bajarê Amûdê.li berahiyê
helbest û gotarên xwe bi zimanê Erebî di rojname
û govarên Erebî de belavdikirin.lê di sala 1978
ê de û di naverasta serhatyeka derûnî de, ket ta
û gumanan,li ser rêz û bingeha wê serburyê li
xwe vegera û ev pirs ji xwe kir:kesê ku tovê xwe
di zevya xelkê de biçînê, ji bilî poşmaniyê,gelo
wê çi biçinê ?!
wê demê her tişt di mejiyê wî de hate tevdan û
qelqandin, li duryanekî rawesta, hizra rê
guhertinê rêçên xwe li pêşiyê raxistin,li ber
çirîska hêviyan ew rêç şopand û berê pênûsa xwe
da zevyeka dî, ji ber didît û pê digiha ku
zimanê kurdî di delîv û jîwarekî pir êş û kovan
de dijî û îro maye xakeka beyar û sitewir û ev
xak pêtviyê xweşkirin û vewejartinê ye, rêya xwe
guhert û bi hêz ew xak xepart û bi zanebûn dest
da ser birînê, û va îro berdewame di pêkol û
têgerê de, ji bo destnîşankirina dermanî, xwe bi
xwendin,danhev û hevberkirina ziman,rêziman û
rênivîsa zimanê kurdî de westand û berhemin çak
û ciwan di vî warî de nivîsandin û got:
((nivîsandin bi zimanê kurdî du armancan bi hev
re pêktînin, ya yekê ramana naverokê li
xwendevanan diyar û pêşkêşdikê û ya di duwan
alîkarî û xizmeta zimên bi xwe tê kirin, û bi
teybetî dema ku ew naverok bi zimên ve
girêdayîbê, û her du cok jî diherikrin ber bi
kaniya têrkirin û zengînkirina zimanê kurdî ve.))
Piştî van bîr û baweriyan îro ji zimanê kurdî re
xwe valekirye û ev erda beyar hêdî-hêdî ji kuç û
keviran, gelaş û kêstekan valedikê û dikolê,
bingeha avahiya zimanî li ser rêzbend û rêzaneka
nûjen û serdemî di deynê. tevî astang û
girêbendan, bi dilgermî û pisporî rêzên vê
avahiyê lêdikê û dinijirînê, berhemin çak û
ciwan divî warî de berhevkirine û afrandine.
Berhemên wî yên çapkirî evin:
1-Axaftinek bi kurdekî re. Helbest bi Erebî-
wergerandin -Şam 1989 Z
2-Li ber Dergehên Laleş-Helbest- Şam 1990 Z
3-Nêrîneka Rexneyî li Helbestên Kurdî.lêkolîn
1992 Z
4-Hindek Aloziyên Zimanê Kurdî. Lêkolîn 1995 Z
5-Di Mûzîka Helbestên Kurdî de.Têbînî û
Bersivdan bi Erebî -Şam1995 Z
6-Zimanê Kurdî Rênivîs. Lêkolîn 1998 Z.
7-Destana Gilgamêş –wergerandin û amadekirin-
çapa yekimîn sala 2005 ê
Duhok- Dezgeha Sipîrêz.çapa duwemîn sala 2006
ê-Sitembol-Enstîtiya
Kurdî ya Amedê.
8- Nav Di Zimanê Kurdî de – Lêkolîn- çapa
yekimîn sala 2006 ê- Duhok -
Dezgeha Sipîrêz. çapa duwemîn sala 2006
ê-Sitembol -Enstîtiya Kurdî ya
Amedê.
9- Cînav Di Zimanê Kurdî de – Lêkolîn- çapa
yekimîn sala 2006 ê- Duhok-
Dezgeha Sipîrêz. çapa duwemîn sala 2006 ê-
Sitembol- Enstîtiya Kurdî ya
Amedê.
*-Axaftinek Bi Kurdekî re.Helbest bi Erebî-
wergerandin –Şam sala 1989 Z
Ev pertûk di sala 1989 ê de, hatiye çapkirin û
belavkirin, ew bi xwe Dîwana helbestvanê Yonanî
Edonîs Bodorîse, ji aliyê mamosta Deham
EbdulFettah ve hatiye wergerandin . naveroka vê
dîwanê hizir û bîr, hest û helwêstên helbestvanê
dilpak û hêjaye di kûriya derya biyanîyê de
tevlî kul û kovanên penaberên kurd bûye û bi
dilekî gerim û canekî nerim bawerî bi doza wî ya
dadmend û rewa anîye, bi dilsoziyeka rast û
durist kirasê kurdayetiyê wergirtîye, dostanî û
piştgiriya kêşa wî kirye,bi êş û janên wî miletê
belengaz mijûlbûye û bi pênûs û kaxezêre kela
dilê xwe hênik kiriye, di kûrahiya derdê
kurdayetiyê de ponijye û noqbûye, bi ta û
derziyê qemûşk û lêvên birînan danehev û bi
nerim û nazî dirûtine, helbestên wî mîna tîrek
dijwer di singa zordaran de çikaye, bawerîk kûr
û pijayî bi vîn û şiyanên gelan dijî sitemê û
berdewamkirina kar û xebatê ta gihandina
armancan û roja serkeftinê anîye. Di helbestên
xwe de birîna kurdistanê ya kûr û bixwîn, kul û
herişî hilgirtîye, hêvî û omîdên gelê kurd di
azadî û rizgarîyê de sazkirîye û rengê xweragirî
û berevaniyê di ber mafê mirovan de daye
xuyakirin. Tevî ku helbestvan helbestên xwe bi
hestekê bilind û canekê sivik hûnandine. Lê,
belê divê em jibîr nekin ku mamosta Deham jî ew
helbest bi zimanekê xweş û şêrîn, û bi
rewanbêjîyeka xurt wergerandine li ser zimanê
erebî û hiştiye ew canê gur û gerim neborê û sar
jî nebê.
*-Li Ber Dergehên Laleş- Helbest -Şam sala 1990
Z
ev pertûk ji du helbestên dirêj pêkhatîye ewjî
evin:ANAHÎTA û TEMARA. Ew bi kurdî nivîsandine û
bi şêweyekî torevanî hûnandine, û ewî bi xwe
wergerandine li ser zimanê Eredî jî.
ne tiştekî veşartîye ku zimanê kurdî û bi
teybetî zaravê kurmanciya jorî îro li
paşmaye,nexasim di warê bêje û gotinên nûjen û
serdemî de. ji vê yekê mamosta Deham tevî ku
helbesta kurdî bi şeweyekê ciwan û bilind
nivîsandîye, xwestîye gotinin nû di ferhenga
toreyî de vejenînê û bi hostayî wan di helbestên
xwe de bikarbine, evê avahiyê, û bexce û
gulîstana ziman bi gulên rengîn bixemilînê.
Dawîyê ev rêbaz girtîye û dîtiye ku rêbazeka
hêsan û raste ji bo belavkirin û bicîkirina van
bêje û gotinan di nav miletê kurd de, nexasim di
nav yên mijûlî xwendin û nivîsandina zimanê
kurdî dibin. Ev ji alîkî ve, ji alê dî ve
xwestîye ku xwendevanên zimanê erebî jî, ji vê
danê bê par ne mînê.
Wek nemûne:ANAHÎTA
ANAHîta
(Ji bo herdu çavên wê, piştî şewatên Helebça…!)
Helebça
Evînek bihabû
Sitêkek kehîbû
Li ser pîremegrûn
Numabû….!
Evîna Helbça
Ji nişka
Xwe berda dilê min
Revandim
Birim dojeyek ar û xwîn !
-A-
Dilê min
Kevokeke tîbû
Li asîmanê çavên te
Hawîr difirya…
Li kanya evîna te
Cî cî digerya
Heta westiya
Gelek westiya...!
.
.
.
HD
*-Nêrîneke Rexneyî Li Helbestên Kurdî. Lêkolîn
sala 1992 Z
Ev pertûk wek ku ji nav û nîşana wê tê dîtin û
xuyakirin, bi du nav û nîşanên serekî hatye
pêkanîn û rêxistin :
A) kilîşeya ten û bedena helbestê.
B)Naverok û kakila helbestê.
û li ser vê rêyê her bendeka serekî bi çend
şaxên dî hatiye wanekirin û ravekirin. Naveroka
wê jî gaveke ji pêkol û lêgerka çeleng û
jêhatîye di warê pêkanîn û destnîşankirina nav û
durvên alavên rexnekirina helbestên kurdî, ji
alîkî ve û ji aliyê dî ve lêgerîn û vekolîna
helbestên kurdî û helbijartin û cîkirina
nemuneyên girîng ji helbestên kevin û nû. Ev tev
bi şêweyekê zanistî û bîrbir hatîye danîn. Wek
daner di pêşgotina pertûka xwe de bi dirêjî didê
nasîn, egerên ku hiştine ew bi vî karî mijûl
bibê û çawenî û gavên ku avatîn di ber komkirin
û afrandina hin nav û durvên rexnekirina
helbestên kurdî yên ku girîng ji xwendevan û
helbestvan re divin. pêve diçê û dibêjê û
diyardikê ku di van salên dawî de gelek ji
xortên nûhatî bi toreya kurdî ve mijûlbûne û
gelekan ji wan dîwanên xwe yên helbestan dane
çepkirin û belavkirin. Ji hêlekîve dibînê ku ev
bi xwe mizgînîeka xêrêye li ser rêya jîndarkirin
û vejandina ziman û toreya kurdî û herweha
parastina nasnameya netewîya kurdî ji wendakirin
û talankirinê ye, û ji hêleka dîtir ve ku
pirranîya wan dîwanan bi xwe re gelek şaşî û
kêmasî hilgirtine û ne li ser pergal û rêbazeka
toreyî ya rast û durist hatine sazkirin û ristin,
û hinek kêmasîyên mezin gihiştine bingehê
rêxistina kêş û rêzbandên wan. di encama van
eger û girêftaran de, daner xwe berpirsyar
dîtîye ku vî karî gorî zanîn û karîna xwe serast
bikê, li ser rêçeka zanistî,ku bibê jêderekê
balkêş û çavkanîk girîng ku xwendevan û rexnevan
bi hev re sûd û mifayê jê wergirin, û kêmasî
tozê li ser refikeka vale, di pertûkxaneya kurdî
de zaravê karmanciya jorî bi malê û bidê alî. Em
dikarin bêjin:ev lêkolîn gaveka dilsoze, li ser
rêyeka dûr û dirêj û merema daner ta radeyeka
bilind pêkhatîye.
*-Hindek Aloziyên Zimanê Kurdî. Lêkolîn-sala
1995 ê Z
Zimanê kurdî jî, wek gelê kurd di bin sîbera
perçebûn û jihevdûrkirinê de, ketye gelek alozî
û nesaxiyên giran de, tevî ku zimanê kurdî ji
çend zaravên serekî pêkhatîye, wisa jî di bin
siya wan zaravayan de, hin zaravokên herêmî
peydabûne. Wek tê naskirin ta niha tu rêz û bend
yan rêzimaneka yekane pêknehatiye, ku bibê
jêderekê bingehîn û çavkaniyeka tevayî ku
nivîskar û xwendevanên zimanê kurdî alav û
şêweyê rêziman û rênivîsê jê wergirin. Ji ber vê
her nivîskarekî yan her kesekê ku bi ziman
mijûlbûye û guhdan pêkirêye, bi şewe û rengê
zaravokê herêma xwe nivîsandîye û wek ku pêre
peyîv dihat gotin û lêvkirin wisa jî dihat
nivîsandin û belavkirin û li ser rûpelên Govara
û kitêban dihat çapkirin. di encaman de, gelek
qelsî,sistî,xavî, şaşî û kêmasiyên rêzimanî û
rênivîsî yên heyî bi xwe re hilgirtin û di nav
gel de, hatin bicîkirin û sazkirin. Belê, îro
berhemên ku tên belavkirin û ne li ser
rêpîvaneka rêzimanî tên hûnandin û sazkirin, û
heryek bi şêweyê dever û herêma xwe wek ku tê
lêvkirin û dengdan dinivîsînê. Ew bi xwe dergehê
alozî û girêbendeka mezin û malwêran ji ziman re
vedikê, ji vê yekê em dikarin bêjin ku pertûka
Hindek Aloziyên Zimanê Kurdî pirs û
vegerandineka zanyarîye, li ser vê rewş û dema
xirab û wêran, û bersivdaneka zanistîye, di vê
qûnaxa nazik û hestyar de, ya ku em tê de dijîn
û derbasdikin û mamosta Deham di vir de got :((ev
pertûk pêngaveke,li ser rêya pêkanîna zimanekî
yekane, hêvî darim ku gavine firehtir û saztir
li pey wê bêne avêjtin)) R 10
*-Di Mûzîka Helbestên Kurdî de.(Têbînî û
Bersivdan bi Erebî)- Şam sala 1995 Z
Ev pertûk bi xwe bersiv û lêvegerandineka
rexneyî ye li ser hin Têbînî û daxuyanî, rexne û
pêşinyarên mamosta B. Ciwanro ne, li ser pertûka
(Nêrîneka Rexneyî Li Helbestên Kurdî) ji
nivîsîna mamosta Dehame. Ku mamosta B.ciwanro ev
gotara xwe ya rexneyî di Govara Gelawêjê jimara
(5)sala 1992 ê de,û di Govara Elmewasim jimara
(2)sala 1993 ê de belavkirîye. Birastî, divê ji
mirov re diyarbê ku tu kar di pêngavên destpêkî
de ji kêmasî û şaşiyan ne dûre,nexasim vekolînên
bi zimên ve girêdayîbin. Ji vê yekê ne tiştekê
şaş û xirabbû dema ku mamosta B.ciwanro li ser
pertûka mamosta Deham nivîsand û çend Têbînî û
daxuyanî gorî zanîn û pisporîya xwe diyarkirin.
Ez ne rexnevanim û tu nêrîn û têbînîyên min li
ser babet û mijarên ku wan bi hev re li ser dan
û sitandî nînin, lê ez wek xwendevan û
evîndarekî ji zimanê kurdî re. di bawerîya min
de şêweyê dan û sitandinê nebivî rengîye, û ev
şêwe dûrî lêgerîn û lêkvedana zanistîye. Ji ber
ku dema pirs û bersiv yan dan û sitandina mirovê
rewşenbîr û zana bi vî rengî bê, ma gelo ne xwe
wê rengê dan û sitandin, bersiv û lêvegerandina
mirovên dî bi hev re çawe bê....!?
wek tê nasîn ku mirovê rewşenbîr pêşeng û çira
milete û milet ji wî zanîn û bîrwerîya xwe
werdigirê...!.vêca nexasim ku ew rewşenbîr
mirovek di zanîn û pisporîya xwe de di rîzên
pêşî de bê. Raste di bêjin: ((simbila genimî ya
tijî û dagirtî, bi giranî di bin barê xwe de,
ker û bêdeng radiwestê, lê ya sivik û vale diçe
û tê, bi dengekê bilind û zîz xwe dihejînê)).
Ronkirina şaşiyan saxlemîye, venasîna kêmasiyan
bilindîye, dema ew têbînî û rexne yan bersiv û
lêvegerandin, ne ji rewşeka derûnî ya nesax bi
boxiz û kîn yan ji zikreşî û diltengîyeka nexweş
der bibê, bê guman wê roleka qenc û baş bidê alê
pêşxistin û pêşvebirina wî karî, lê vajî vê yekê
wê rêçin bê dawî li pêşiya mirov vebin û ji bilî
zirar û ziynê nadin rêbaz û armancên mirov û di
vê navrast û gorebanê de ne rexnevan dikarê
têbînî û pêşinyarên xwe li xwendevanan bidê
xuyakirin û pejrandin, û nejî xwendevan di nava
vê cenga tarî û dûmande. û li ber dengê wan tang
û topan amade ye, ku guhdanê bi dijûn û xeberan
bikê. nexasim ku îro cîhan ber bi serdemeka nû
ve vedkêşê û pirên hevbendî û hevkariyê di nav
bera miletan de avadibin û sînorên sîyasî
hêdî-hêdî diderizin. Di encaman de, mebest û
armanca nivîskar yan rexnevan pêknayê û kar û
xebata wî qelsdibê û gelek caran bêhêvîtî û
dilsarî didil û canê xwendevanê wî de jî serûkê
di ser çavên xwe de berdidê. ez dibêjim gereke
du mirovên mîna herdu biraderan,herdu
mamostayan,mamosta Deham Ebdulfettah û mamosta
B.ciwanro, bi hev re yek dest bin û kar û xebata
rêzimanî bi şêweyekê zanistî berdewan bikin,
ziman ji alozî û kêmasiyan kêmtirbikin. Ne ku bi
hev re bikevin nakokî û hevrikîyeka bênîşan û
çare, xwendevanên xwe jî bi xwe re di wê gerînek,
mij û moranê de wendabikin. Lê xuyaye eve qedera
me kurdan em di du bi hev re nikarin karbikin û
bixepitin...!?
evin encamê sîyaseta ((wan ji hev dûr û
belavbikin, girtin û kuştina wan pirr rehet û
hêsane...!?)).
*- Zimanê Kurdî - (Rênivîs) - Lêkolîn -sala 1998
Z
Ev pertûk berdewamiyeka bê hedar û rawestane, ji
xem û kovanên nivîserê me yê navdar û jêhatî di
warê xweşkirin û rastkirina rêçên teng û asê,
kelem û xwar, girêk û kunêrên ku peydabûyîn di
sing û bedena zimên de, û pêkanîna derman û
çareyekê ji van êş û derdên giran re. ewî jî wek
her mirovakê têgihişt û bîrbir, rol û giringîya
ziman di jiyana miletan de dizanî. Da ye ser
rêya kilasîkên kurda Cizîrî û Xanî, û li qûnax û
qeraxên çemê Mîr Celadet û Reşîdê Kurd qefaye û
bi hûrnazî derbasbûye û bihoriye, û bi zanyarî
vekola ye û vewejart ye, xem û êş,veqetandin,
perçebûn û jihevdûrkirin, kul û kovan bi hev re,
di tûrikekî de civandine, ev barê giran daye ser
milê xwe û di wan rêyên teng û kelem re derbasbû
ye, xemxwarî û xemkêşiya vegerandina ciwaniya
zimanê xwe yê şêrîn û rengîn kiriye, û kêşandiye
ku bi karê zimanekê serdemî û zanistî, cihekî
xwe yê bilind û rûmet dinav gulîstana tevî
zimanên jîndar û zindî di cîhanê de bigirê, ji
ber hebûna zimanekê yekane, sade û xurû, sazkirî
li ser rêziman û rêpîvana rêzanî û denganî ya
zimanê kurdî yê rast û durist dibê pêkanîna
elendeyeka ronak û geş ji bo xurtkirin û
pêşvebirina rewşenbîrî û ragihandina kurdî û
bilindkirina hizir û ramana wî ya netewî. Ziman
yeke ji têgihiştinên serekî yê ku rola xwe di
avakirina bîr û baweriya netewî de digirê û di
lehîzê û di vê derbarê de mamosta dibêjê :((Beramberî
vê bizav û têkoşîna hêvîdar û berfireh, ziman bi
vê rewşa sist û jihevketî, nikarê kar û barê
berxwedana neteweyî hilde ser milê xwe, û di bin
de rabe. ))R 8
di warê rênivîsa zimên de jî, li ser nêrîn û
ramanên rêzimanzanên pêşîn radwestê, rêz û
rûmetê ji kar û barên wan re digirê, tevî ku
têvil û newek hev yeksanin û gelekî kurtebirrin
jî, ji verêj û berhemên wan,ji ked û bizava wan
sûdê werdigirê û bi kilîta wan li dergehekî
digerê, ji bo çareserkirina wan pirsgirêk û
girêbendan, û ber bi damezrandina zimanekê kurdî
yekane ve di çê. ((Nifşên nivîserên berî me di
delîveyeke tengtir re derbasbûne, Gelek zordestî
û tengavî dîtine. Nivîsarên ku ji me re hêlane,
bi rondikên çavan û xwêdana eniyan nivîsîne. Ji
netiştî, gelek tişt ji me re peydakirine, gelek
dergeh li ber me vekirine.))R4
*-Destana Gilgamêş –wergerandin û amadekirina
mamosta Deham Ebdulfettah.
Destana Gilgamêş Dastaneka kevnare, bi nav û
denge . çar hezar sal di ser destine re
derbasbûye,dastan bi xwe wek hatiye naskirin
şûnma û berhemê Someriyane, tevî ku hin nêrîn û
raman gamandikin ku dibê ev destan berî
Someriyan jî hebê, anku di nav hin gelan de
hatibê gotin û Someriyan jî ji devên wan girtibê,
lê ji ber ku Someriyan cara pêşîn di dîrokê de
nivîsandin bikaranîne û pê xepitîne, vêca ev
dastan jî ji aliyê wan ve hatiye neqişkirin û
berhevkirin .
Deqa dastana Gilgamêş ya ku di nav destên me de
ji pertûkxaniya şahê Aşuriyan Aşur Banîbal
hatiye deranîn . dastan li ser 12 depên lîmeyî (heriya
biraştî) hatiye neqşandin, her depek bûye 6
latik, her 3 latik li rûyekê depî hatine nivîsîn
. tevaya rêzên nivîsînê, li ser herdu rûkên her
depekî 300 rêzin . hêjayî gotinê ye ku xwendina
destnivîsa dastanê, li ser wan depan, ji aliyê
çepê ber bi yê rastê ve di çê û bi wê yekê
hatiye nivîsandin. ji reng û şewazê nivîsîna
dastanê tê xuyakirin ku dastan bi şêweyekî
helbestî hatiye gotin û bi stiranî belavbûye .
bi devikî ji nifşekê mirovaniyê ta nifşekî dîtir
hatiye veguhestin, gelek zêdebûn hatiye ser wê
heta ku ev rengê xwe yê dawî standiye.
vekolînvan gumandikin ku cara pêşîn dastan bi
zimanê Akadî ( babiliya kevin ) û bi tîpên Mîxî
hatiye neqişandin. dastan parçekî ji kevnedîroka
mîzopotamiya berçav dikê . ku qiralên
şahinşahiya bajarê ((kîş))ê piştî lehiya mezin (
tofanê) hatine . li pey wan, zincîra şahên
bajarê Orokê hatiye rojeva dîrokê . Gilgamêş
xeleka pêncemîne di nav xelekên zincîra şahên
Orokê de, vê zincîra şahan di nav bera salên
3000-2400 ê B.Z de, şahînşahî kiriye . berî
Gilgamêş çar şahan fermandariya Orokê kiriye .
Gilgamêş di nav bera salên 2700-2500 ê B.Z de
şahinşahî kiriye – piştî wî jî, kurê wî, nêzîkî
100 salî qiralî kiriye . lê wek tê gotin û
pêşbînîkirin ku dastana Gilgamêş qûnaxa dawî, ya
ku dastan raweya xwe ya sergihayî têde
wergirtiye di dema Akadiyan de bû, dema şahê
Akadî Sergûn sala 2300 ê B.Z de bingeha
şahînşahiya Akadî damezarandiye .
Mamosta Deham giringiya dastanê bi giringiya
buyer û naveroka wê ve girêdidê, dema dibêjê :bê
guman giringiya dastanê ji girîngiya naveroka wê
hatiye . dastan hemû hêlên jiyana mirovatiyê,
yên sereke destnîşankirine : jiyana civakî,
desthilatî, sitemkarî, şer û cengawerî evîndarî,
hevaltî û dostanî, xemgînî, şînkêşan û olperstî
û ………HD .
Lê mijara herî girîng û balkêş, ya ku di serê
her mirovî de digerê, wekî ku di serê Gilgamêş
de digeriya û ew bi çolan xist, mijara mirinê ye
.
Ev mijar ku pirsine girîng di bîra her mirovî de
tev dide :
-Bo çi mirov tê vê cîhanê û dimire ?
-Piştî mirinê çi heye ?!
-Derbarî vê sernivîs û çarenûsê, gerek mirov
çawe bijî ?!
Ev pirsyar li her cihî û di her demê de, bê
destûr xwe davêjin bîr û baweriyên mirovan,
dikin ku li ser çarenûsa mirinê biponijin .
bingeha dastana Gilgamêş bo guherîna çarenûsa
mirinê ezmûneke mezine . giringiya dastanê ji
giringiya naveroka wê hatiye . her mirovê wê di
xwîne hêlekê ji pirsgirêka jiyana xwe tê de
dibîne, ji ber vê çandê jî, dema ku mirov
dastanê dixwîne dibê qey berî çend rojan, yan
çend salan hatiye nivîsîn, ne ku berî çar hezar
salan …….! Anko dastana Gilgamêş dastaneke
kevne-nûye, kevne, lê bi demê re nû dibe ……!
Tevî dibê ku gelek xwendevanan ev dastan bi
zimanên dîtir jî xwendine, lê belê xwendina wê
îro bi zimanê kurdî zarevayê kurmanciya jorîn
canî û ciwaniyeka dîtir didê naveroka dastanê û
çîroka pincarê ku xortaniyê lipîran vedgerîne û
jiyaneka nûjen bi bidestdixe, nû dike .
Dawiyê Gilgamêş gihişte wê baweriyê ku mirov
pabendê sernivîsa xwe ye û mirin dûmahiya her
jiyanê ye . ne mirina mirovan, bi qencî,
xêrxwazî û navdariya wan ya piştî mirinê ye .
Anko, wekî kurd di bêjin: (Ga dimire çerim
dimîne, mêr dimire nav dimîne ) .
ev pertûk hêjaye ku mirov bi xwîne û bide
xwendin, ji ber ku ked û karekê buhagirane ji
aliyê mamosta Deham ve hatiye kirin û bi rêzdarî
berek li dîwarê avahiya pertûkxaniya kurdî bi vê
yekê zêdekir û pertûkxane pê hatiye xemiland .
*- Nav Di Zimanê Kurdî de – Lêkolîn- Deham
EbdulFetah
Ev pertûk berhemeke li dûv wan bizan û hewldanên
bêrawestan, li ser rêya serastkirin û pêkanîna
rêzmaneka sergihayî û yekane de,ji aliyê mamosta
Deham EbdulFettah ve têkirin, ku lêkolînên di
warê rêzmanî de qûnaxa kurtebirî û gelemperiyê
derbasbikin. di encaman de rêzimaneka sergihayî
ya hevgirt û yekane peydabibê, zimanê kurdî ji
nava tariya xemsarî û paşguh ve avêtinê derkevê
û bibê cihê xwesteka mirovê kurd û dilê wî bêxê
di cih de, evîndar û xwendevanên zimanê kurdî
kêfxweş û dilşabikê, ku bi Karin bi şêwazekê
rast û durist bîr û ramanên xwe ji kaniya
kurdewariyê derbikin û li ser singa rûpelên sipî
raxin, têkilî û danûsandina xwe bi miletê dî re
kûr û serest bikin.
Belê, tevî ku mamosta di wê baweriyê deye, ku
gelek arîşe û aloziyên zimanê kurdî, bêyî
dezgehin netewî yên fermî çareser nabin . lê di
bînê ku gelek ji wan alozî û arîşeyan jî, bi
hişemendiya zanyarî kurdperwer û behremend
çareser dibin .
Ji ber vê jî û li ber roniya van bîr û baweriyan
îro roj rê girtiye, gelek çalakiyên xwe yên
torevanî û civakî paşguhê xwe ve avêtine û
çalakiyên di warê zimên û rêzimanî de, dane ber
xwe, ji xwe re kirine kar û bar, û bizavê dike,
ku vî zimanê şêrîn ji zingara rojgarên bindestî
û bêxwedîtiyê rizgar bikê, di naverasta karê xwe
de xwestiye xwe ji çarçêweya rêzimaneke kurtebir
û gelemperî dûr bikê, ji bo vê yekê babeta (Nav)
tenê kirye mijara vê pertûka xwe .
Dema ku bi vî karî dirabê, yan jê dixwazê ku
zanyar û behremendên kurd pê rabin .
Hingî dibînê ku wê bi vî karî asoyên pêşerojeka
geş û xweş li pêşiya miletê kurd vebê û ev milet
wê ber bi çivaka nêvnetewî ve herê û wê bi xurtî
bi karibê doza maf û xwestekên jiyaneka rûmetdar,
ji bo xwe û mirovatiyê bikê, divê derbarê de
dibêjê : ((em ( wek neteweyeke xweser û navnas )
karibin, bi serbilindayî xwe nêzî civaka
navnetewî bikin, xwe pê bidin nasîn û bidin
pejrandin . hingê jî, emê bi xurtî karibin doza
maf û xwestekên jiyaneka rûmetdar, bo xwe û
mirovatiyê bikin . wê çaxê dengvedana doz û
gaziyên me, dê li asteka dûrtir û berferehtir
pêlbide, balkêşiya dengê me jî, dê kûrtir û
xurtir be….! ))
Naveroka pertûkê dibin sê barrên serekî de
hatiye raxistin û herweha dibin her birrekî ji
wan barrên serekî de, bi hûr û berfereh ew mijar
hatine şirove û ravekirin .
-Birrê yekem
Beşên navan
Nav ji hêla nasînê ve
Nav ji hêla zayendê ve
Nav ji hêla wateyê ( hebîn û nebûnê ) ve
Nav ji hêla jimarê ve
Nav ji hêla bêjesaziyê ve
-Birrê duwem
Zayend ( nêr û mê )
-Berrê sêyem
Kombêjî
Ev pertûk ji (125) rûpelên destê navê pêkhatiye,
çapa yekimîn sala 2005ê li Duhokê ji aliyê
dezgeha sipîrêz ve hatiye çapkirin, lê çapa
duwemîn sala 2006ê, li Sitembolê, ji aliyê
Enstûtiya kurdî li Amedê ve hatiye çapkirin .
Pertûk pir giringe û gereke xwendevan û
lêkolînerên zimanê kurdî wê bi hûr û kûr
bixwînin û bidin xwendin.
*-Cînav Di Zimanê Kurdî De - Lêkolîn- Deham
EbdulFetah.
ev pertûk morîkeke ji wê ristika ku mamosta
Deham morîkên wê tev de kirine di selikekî de û
deynane ber xwe,û hêdî-hêdî morîkên wê ristikê
bi darvedikê .
Berhema Cînav ew jî berhemeke mamosta Deham
êxistiye ber pêkol û lêkolînê û bi hûr û
berfereh li ser rawestaye û ketiye zeviyê û
xepartiye .
Cînav wek ku zimanzanên kurdan yên pêşîn, her
yekî ji wan bi zarwazekî bi navkirine û ev yeke
îro roj bûye cihê alozî û astengiyê û
xwendevanên zimanê kurdî û evîndarên vî zimanî
têxin di sergêjayî û teqanê de .
Ji ber vê mamosta Deham ew pêmayê dêrên li ber
xwe raxistiye, û babeta Cînav wek mijarek
serbixwe kirye naveroka vê pertûka xwe,rêyên baş
û çareseriyê ji wan pirsgirêk û aloziyên re
destnîşankiriye . naveroka pertûkê dibin van nav
û nîşanên xwarê de hatiye raxistin û belavkirin
:
-Cînav di pertûkên rêzimanî de .
Beşên Cînavan
1-Cînavên Kesîn
2-Cînavên Pirsiyarî
3-Cînavên Nîşandanê
4-Cînavên Bêhêl ( Bêlayen )
5-Cînavên Girêkî ((ku))
6-Cînavên Peywendî
7-Cînavên Nenas
-Hevalnav ( Rengdêr )
-Hevalkar (Hoker)
Pertûk bi şêwazekê akadîmî hatiye berhevkirin û
mamosta xwe di pêkol û vewejartinê de pir
êşandiye û di karê xwe de serketiye.
Pertûk ji (96) rûpelên destê navê pêkhatiye.
çapa yekemîn-li Duhokê-ji aliyê dezgeha sipîrêz
ve, di sala 2006 ê hatiye çapkirin, çapa
duwemîn-li Sitembolê –ji aliyê Enistûtiya Kurdî
li Amedê ve, di sala 2006 ê hatiye çapkirin .
piştî vê amadekirin û berhevkirina kurt û berbir,
ez dikarim bêjim ku çi karê di warê xwe yê
avakirin û damezandina destpêkîde bê û bi
teybetî dema ku ev ked û kar tenayîbê wê ji şaşî
û kêmasiyan ne dûr û bêparbê. Nexasim dema mirov
rewş û nîrê zehmet û giran yê ku îro nivîskar û
zanyarên me têre debasdibin. Belê, ev berhemên
dilgir û ciwan, ne ji kêmasiyan bê parin, û ev
ne guneheke yan şermîke, lê wek Mîr Celadet
Bedirxan gotî :((şerma mezin ewe ku mirov zimanê
xwe nizanibê ))û dîsan emê bêjin û ev tiştekî ne
veşartîye yan jê nû ye:ku mirov di van karan de
bixebitê divê ji sînorê xweyê herêmî û deverî
derkevê, ji ber ku ta îro jêderên bingehîn kêmin,
têhin û kerba mirovê vekolînvan têrnakin. Ji vê
yekê gereke vekolînvan li herêm û deverên dî
bigerê û dan û sitandînê bi dezgeh û komelên
rewşenbîrî re bikê û peywendiyan bi kom û kor,
nawend û peymangehên zimanî ve girê bidê,
nexasim ku van salên dawîyê de, deft û delîvin
baş û berketî peydabûne, wek nemune peymangeh û
zanîngehên kurdî li Awropa , Emerîka û parçên
kurdistanê û ya ji tevan mestir, pêkanîna cîgeh
û bergehekê azad û rizgarkirî bi asayî û aramî
li Başûrê kurdisdanê, ku gavin berçav û xuya di
warê ziman, vejandina rewşenbîrî, ragihandin û
rojnamevanî de avêjtine û berdewamin li ser ku
derfetin baştir û çêtir pêkbînin û gavin
mezintir û firehtir jî bi avêjin.
jêder:
1-Govara Zengil bi zimanê Erebî-hevpeyvînek bi
mamosta Deham re
hijmara (3) sala 1994 ê.
2-Axaftinek Bi Kurdekî re- Helbest-
wergerandina:Deham Ebdulfettah.
3-Li Ber Dergehên Laleş. Helbest: Deham
Ebdulfettah.
4-Nêrîneke Rexneyî Li Helbestên Kurdî - lêkolîn
: Deham Ebdulfetah.
5-Hidek Aloziyên Zimanê Kurdî – lêkolîn: Deham
Ebdulfetah.
6- Di Mûzîka Helbesta Kurdî de - Deham
Ebdulfetah.
7- Zimanê Kurdî ( Rênivîs ) - Deham Ebdulfetah.
8- Nav Di Zimanê Kurdî de – Lêkolîn- Deham
Ebdulfettah.
9- Destana Gilgamêş –wergerandin û amadekirin
Deham Ebdulfettah.
10- Cînav Di Zimanê Kurdî de – Lêkolîn- Deham
Ebdulfettah.
11- Rojnama Azadiya Welat- Hevpeyvînek bi
mamosta Deham re.
|