|

Romana Jan Dost a bi navê 3 gav û
3darek derket
Ji nav weşanên avesta, romana nivîskarê Kurd Jan
Dost (42 salî) ya bi navê( 3 gav û 3darek. Şeva
dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de ) derket.
Hêjayî gotinê ye ku ev romana Jan Dost ya duyem
e piştî romana Mijabad ya ku di sala 2004 an de
derket û di pê salekê re bi tirkî jî hatibû
wergerandin û çapkirin.
Di vê romanê de, ya ku bi munasebeta 82 salîya
serhildana şêx Seîd sala 1925 an hatiye weşandin,
romannivîs şopa Mijabadê diajo û bi wî zimanê
xwe yê helbestî dîsa tevna serpêhatî û bûyer û
qederên lehengên xwe dirêse. Ew bi tevayî li ser
kêlîka berî bidarvekirina nemir şêx Seîdê kal e
û dema berî şoreş dest pê bike û bûyerên ku di
nava şoreşê de qewimîbûn. Roman ji 214 rûpelan
pêk tê, û li ser çend beşên sereke( ku nivîskar
navê wan kiriye Gav û navê romanê bi xwe jî ji
wir tê) tê par vekirin.
Navê romanê: 3 gav û 3darek. Şeva dawî di jiyana
şêx Seîdê kal de.
Weşanxane: Avesta 2007
Nivîskar: Jan Dost
|