|
Avûbayên te
Cana Seyda
Dema dest didim te
Giyanê min kesk dibe
Û xaka di bin lingên me de
Kessssk dibe..
Dema tu werî
Ezê keziyên xwe
Vekim,
Bixûrê ji te re vêxim,
Li defan bidim
Û li ziyaretgehên awirên te
Li ber deriyên weliyên tiliyên te
Terîşên hêviyan
Girêdim..
Ezê di sêqorziyên niviştan de
Ayetên bêrîkirina xwe
Binivîsim..
Têkevim xetma şêxên sawa te
Û bi cizba pêrgîna te kevim..
Ezê te bi çavşînkan ji nezera xwedawendan
Birevînim,
Te heft caran bi zemzema mihibaniya xwe
Bişom..
Ezê te bi laşê xwe yê sotî
Bisojim..
Tu yê di buharê de werî
Dema gulhinarên min
Xwe fêrî bişkivînê
Bikin..
Dema balindeyên lêvên te
Baskên xwe li sînga min
Bigerînin..
Lê eger îsal buhar
Dereng were
Ezê ewrekî li xwe bikim
Û te bibarînim…
|