|

Bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê û Swêdê
Weqfa Pirtûkxane û Mûzeya Kurdî ava bû
Gabar Çiyan
``Sazendeya
Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî`` piştî xebatên
dirêj gava xwe ya yekem ji bo avakirinê avêt.
Birêvebirê Weqfê Goran Candan, ji bo avakirina
dezgehek serbixwe û netewî gelek caran çû Amedê
û Brûkselê. Hejmarek car bi dezgehên swêdî re
rûnişt. Armanca wî ew bû Weqf û Muzexaneyê di
dilê Kurdistanê de, li Amedê ava bike, veke.
Xebatên ku hatin kirin bersivek erenî wergirt.
Îro bi beyanemeyekî çapemeniyê hat diyarkirin ku
weqfa kurdî bi şêweyekî fermî dest bi karê xwe
yên bingehîn kiriye. Li ser navê ``Sazendeya
Pirtûkxane û Mûzexaneya Kurdî-Sara`` yê Goran
Candan dîtînên xwe wisan anî zimên: `` Salên
dûr û dirêj in ku wêje û çanda xelkê me li jêr
talanê, li ber xetera man û nemanê ye. Wan
desthilatdarên ku li ser xaka welatê me, xwedî
hêza mîretiyê (dewlet) bûne, bi çi awayekî biçûk
jî, xwedîtî li çanda me kurdan ne kirine.
Bervacê vê, bûne alîkar ku ev kelepûr û nirxên
me yên wêjeyî, çandî sist û lawaz bibin û li
dirêjahiya demê jî, ji holê rabin, winda bibin.
Li derveyê vê jî, her çend parastin û
pêşvebirina wêje û çanda me erkê li ser şanê me
her kurdperwerek be jî, sed heyf û sed mixabin
ku wan hewildanên me yên ji bo parastin û
pêşvebirina wêje û çanda gelê me, ta roja î roj,
ji ber sedemên cihêreng çi car têr ne kirine.
Lêbelê me hêviyek pirr xurt û tund heye, ku em
ji vir û pê ve, pêşî li ber vê windakirinê
bigirin û rê li ber van windakirinên bêtixûb ên
nirx û hêjayiyên xwe yên gelêrî bigrin,
birawestînin. Pêşeroja çanda xwe bibin ser
boşahî û ewletiyê.
Ji wê roja pêşî ya 20 sal berê, ku Navenda
Belavkirin û Bi Nasîndana Wêje û Ferhengê Kurdî
- SARA dameziriye, ta roja î roj, me hewildanên
xwe her dem bi vê ruh û giyanê daye. Di vê
çalakiya 20 salan de, î roj me xwe gihandiye hin
gehînekên êdî destkevtî. Î roj SARA êdî ne bi
tenê ye. Ji çarmedorên cîhanê kurdên li derveyî
welêt, dost û dilxwazên kurdan ên endamên
milletên dinê û hem jî li her perçeyekî
Kurdistanê xelkê me yê ku li ser çand û
hêjayiyên xwe pirr şiyar û haydar in, bi avahiya
SARA'yê ne. Her wisan jî, ne hindik jî dezgeh û
avahiyên kurdî di van hewildanên watedar ên
SARA'yê de bi SARA'yê re dibin alîkar û
piştgiriya SARA'yê dikin.
Me yekgirtinek heye. Ji ber ku yekgirtin hêzê
dide, loma va ye î roj em hemû bi hev re ber bi
avahiyek din a kurdî ya serteseriyê (ebedî) ve
diherin. SARA bi qezenckirina vê qada nuh a
Sazendeyiyê (weqf), bi wan alîkariyên dezgehên
ji Yekîtiya Ewrûpî û her wisan jî ne hindik, bi
alîkariyên dezgehên Swêdê, hewildanên xwe yên ji
bo damezirandina Sazende û Muzexaneya Kurdî -
SARA'yê pêş ve biriye û haniye vê encama îroyîn.
Ji ber vê yekê em î roj li vir ji raya giştî re
didin xuyakirinê, ku me bi van têkiliyan re karê
damezirandina Parêzgeh û Muzexaneya Kurdî -
SARA'yê dest pê kiriye. Pîroz be li gelê me.``
Ji bo vê
gava nû em Goran Candan re peyivîn. Me ji Candan
zaniyariyên piralî ji destpêka pêkanîna Sara yê
hetanî avakirina Weqfa Pirtûkxane û Mûzexaneya
Kurdî wergirt. Wî ji me re qala programa weqfê
kir û li ser xebatên wê yên pêşerojê zaniyariyên
pir alî da me...
- Goran Candan kî ye?
-
Goran Candan sala
1959’ê li Amîda'yê (Diyar-î Bekr) hatiye
dunyayê. Piştî Xwandina destpêkî, li Xwendegeha
oldarî ya bi navê Îmam-Xetîbê xwandiye. Wî
dibistana seretayî û navînî li Amîda'yê xwend û
pasê jî 4 salan di xwendegeha bi navê
Îmam-Xetîb’ê de xwendina xwe berdewam kir. Lê ji
ber teqîbata desthilatdaran, li ser karê wî yê
milletperweriyê di nav rêxistina kurdî ya nepenî
de, wî ne karî xwendinê bibe serî û di sala
1981'ê de bêgav ma ku bireve Binxetê (Sûriye).
Pistî salekê ji wê derê hate Swêdê. Ji 20 salî
vir de ye ku li Swêdê dijî û du zarokên wî hene:
Barzan û Evîn. Goranê Candan di sala 1986'an de
yek ji damezrenerê rojnameya bi nav û deng û
ajansa kurdî: Kurdistan Press a li
Stockholmê bû. Di sala 1989'an de bi çend
hevalên xwe yên welatperwer ji Almanyayê bi karê
îdarekirin û derxistina rojnameya "Halk
Gerçegî" rabû, ku ev rojname li Stanbolê
derdiket. Di redaksiyona beşa kurdî ya rojnameya
Berxwedan'ê de kar kir. Her wisan jî, di
sala 1988'an de bi hevalên xwe ku niha çend ji
wan di riya têkosîna serxwebûna welêt de şehîd
ketine, kovara Yekitiya Rewşenbîrên Welatparêzên
Kurdistanê ya bi navê REWSENê derxist û
ew, yek ji van sê kesên ji desteya redaksiyonê
ya pêşîn bû. Li Swêdê di Unîversîteya Uppsalayê
de du salan kurdî (soranî) û farisî xwend. Li
Universiteya Stockholmê li Xwendegeha
Mamostetiyê beşa kurdî temam kir û li
dibistanên swêdî heft salan karê mamostetiya
zimanê kurdî kir. Her weha di dema êrîşên
dewleta Swêdê ên li ser xebata têkosîna
rizgariya Kurdistanê de, wî bi Komeleya
Kurdernas Vanner (Dostên Kurdan) kovarek her
bi vî navî bi Swêdî derxist.
Niha jî karê wergeriyê ji her 4 kanalên
televîzyona Swêdê re dike û ji bo Rêkxistina
Kitêbxaneyên Swêdî ya bi navê BTJ jî wekî
pisporê wêjeya kurdî kar dike. Goranê Candan di
karên xwe yên rojnamegeriyê de gelek nivîs û
pirtûkên zarokan wergerandine ser zimanê kurdî.
Didu ji van pirtûkan, "Tolehildana Mûriyan"
ji farisî wergerandiye kurdî û "Aladîn û
Lampaya bi Efsûn" ji swêdî wergerandiye ser
kurdî. Her wisa jî çîroka folkloriya kurdî ya bi
navê Sahmeran berhev û çap kiriye. Pasê
jî Sahmeran hem bi kurdî soranî û hem jî bi
swêdî çap bûye.
- Sara çi
demê dest bi xebatên xwe kir? Wê demê armanca we
çi bû?
-
Sara di sala 1987'an
de hat damezirandin û ev û sal tam 20 sal in ku
bêrawestan bi karê weşandin û belavkirina wêjeya
kurdî ve mijûl e. Pirtûkxaneya Kurdî SARA,
li Ewrûpayê kevintirîn pirtûkxaneya kurdî ye.
Pirtûkxaneya Sara'yê, ta î roj di ser 10 hezarî
re pirtûkên kurdî li pirtûkxaneya herî navdar
û herî mezin a cîhanê, li Library of
Congress'ê ya li Amerîkayê dane arşîvkirin.
Pirtûkxaneya Sara'yê, nûnera fermî (resmî) ya
vê pirtûkxaneya herî mezin a cîhanê ye û her
wisa jî nûnera çend pirtûkxaneyên mezin ên din
ên li Amerîka, Ewrûpa û Australyayê ye.
Pirtûkxaneya Sara'yê, îro li wargeha xwe jî,
xwediyê 40 hezar pirtûk û kovarên kurdî ye.
Taybetiya ku Sarayê ji pirtûkxaneyên kurdî yên
nûhatî vediqetîne ew e, ku li pirtûkxaneya
Sara'yê bi piranî û giranî tenê wesanên
bi kurdî hene, ne tirkî, erebî yan jî farisî.
Cihê SARA'yê li navenda Stockholm'ê ye, lê belê
têkiliyên wê global û navneteweyî ne. Têkiliya
SARA'yê hem li her deverên Kurdistanê ye û hem
jî navneteweyî ne. Ji her çar parçeyên
Kurdistanê mirov û dezgehên rewsenbîr û
welatparêz hay ji hebûn û xebata SARA'yê hene û
bi gelek rengên cûr bi cûr bi SARA'yê re di
têkiliyê de ne.
Pirtûkxaneya Sara'yê ji dema ku hatiye
damezirandin ta neha 52 berhemên kurdî weşandine.
Di nav van 52 berheman de, hinek berhemên bi
zimanê swêdî û înglîzî jî hene. SARA hewlê dide
xwe ku li ser kurd û Kurdistanê ji her deverên
cîhanê berheman biweşîne.
Wekî nimûne, ji nav Weşanên SARAyê: bi zimanê
swêdî Destana Neteweyî Mem û Zîn û
Dokumentên Tevgera Neteweyî ya Destpêka Sedsala
19'em, bi zimanê îngilîzî; The Case of
Kurdistan Against Turkey, anku, Doza
Kurdistanê li dijî Tirkiyê, ku ji hêla nemir
Mîr Sureya Bedirxan ve, di sala 1923'yan de
li Philadelphiya'yê (USA) cara yekemîn hatibû
weşandin, hene.Amanca sereke ya SARA’yê her dem
parastin û bi naskirindana wêje û çanda kurdî
bûye.
- Qala
prosesa avakirina Sazendeya pirtûkxane û
Muzexaneya kurdî bikî.
- Piştî 20 salan, li avahiya SARA’yê
Arşîvxaneyek kurdî ya nadîde û granbuha hat
meydanê. Me jî ji xwe re kir mebesta sereke ku
em vî gencîneyî (xezîne) bigehînin ser axa
Kurdistanê li nav xwedî û mermalên wê. We diyar
û aşkere ye, neyarên vî xelkî her dem li hevberî
hebûna wêje, ziman û çanda kurdî xebitîne. Ji
ber vê neyartiyê bersiva li dilê min ev bû:
damezirandina Împaratoriya Weşanên Wêje û Zimanê
Kurdî. Supasî ji Yezdan re ku î roj me li ser vê
riyê xwe gihandiye gehînek û spartekên zexm ên
wek Sazende (weqf).
- Sazende,
anku weqfa ku were damezirandinê çi armanca xwe
heye?
- Amanca sereke ya Sazendeya Pirtûkxane &
Muzexaneya Kurdî – SARA ev e ku wêjeya kurdî li
nav xelkê kurd kom bike û belav bike. Anku karê
bicîhkirin û damezirandina Pirtûkxaneyek navendî
û mazin pêk bihêne.
- Tê
qalkirin ku weqif bi piştgiriya yekîtiya
Ewropayê û Swêdê ava bûye. Navenda xwe li çi
deverê ye? Planên we ji bo Kurdistanê çi ne?
- Belê, Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî
– SARA bi piştgiriya rêxistinên Yekîtiya Ewrûpî
û her wisan jî bi piştgiriya dezgehên çandî yên
swêdî werdigire. Ev avahî li jêr damezirandinê
ye. Herî dereng di nav vê sale de kar û bare xwe
dibe serî û vekirina xwe ya fermî dide beyanê.
- Hinekî
qala programa xwe ya niha û sala li pêşiya me
bike?
- Programa me ya îroyîn serîbirina karê pratîk a
damezirandina weqfê ye. Pêngava duwemîn jî
vekirina avahiya Pirtûkxane & Muzexaneyek Kurdî
li Amedê ye (Zarathustra News).
|