Hîna şev e, û hîva çardeşevî ji esmanê te,
li me dinere.
Berê me li te ye, û berê te li bayê hênik e.
Ev serê çend hezaran sal in, û kesek nizane
bê tu çima naxwazî hînî xewê bibî?. Kesek
nizane bê bi çi diramî?. Kesek nizane bê tu
di dilê xwe de, li ser çi, yan bi kê re
taxêvî?. Ev kê navê te kire çiyayê sipî, û
nedît ku kêlîkên te zer in, û ahînên te sor
in, û bêdengiya te kesk e û birînên te reş
in... kê..!?.
Ba dibêje: tu di nava bêdengiya xwe de,
razeke şêrîn vedişêrî. Hîna temenê te ji yê
êgir bi hezr havînan biçûktir bû, tu ji
giriyê xwe mezintir bûyî, û av ji te
vediciniqî, dema te karwanên şehîdan di
helbestên xwe de rêzdikrin.
Lê şev dibêje: na, razên te sipîboz in. hin
guneh in, hin pîroz in. bi moran in, yan bi
toz in, û tu wan di binê zimanê xwe de
vedişêrî, û di sersala xwînê de, tê wan ji
baranê re eşkere bikî.
Ev bêdengî, ne ya te ye, û ne ya tirsê ye,
ya başûreke ku di nava şer û şûran de sêwî
maye. Perîkên peyvan ên li ser kevirên te
şîn hatine, hîna teze ne. Û her ku hîva
çardeşevî ronahiya xwe bi ser te de rijand,
nasbike, azadîhez, dê mêvanên te bin.
Bi bejneke ji şevê bilindtir, û bi keneke ji
mirinê bi sawtir, û bi çaveke ji zivistanê
şiltir, û di kêlîlekê ji gorê tarîtir, te
pêşwaziya me kir. Hilkehilka me, toza ku deh
caran bi xuhdana me şil û ziwa bûye, çogên
me yên sist, bihna me ya çikiyayî, xewna me
ya şikestî, tîbûn û birçbûna me, çavên me
yên melûl, dngên me yên ketî... bala te
nedikşandin!. Nizanim em çend bûn, dema
kaniya te ya zirav, di qêla nîvro de, me
dijimart?. Hema dizanim, bê çawa kef bi ser
wê kêlîka qerimî ve diket. Refek kewên
azadiyê, hêlîna xwe di gewriya te de vedabûn,
û xemên te, ji me re, werdigerandin zimanê
çûkan, û em jî, ji westndinê, zimanên me
hişk û qermî bûn. Hema em li dora xwe
dizîvirîn, û aliyan tevhev dikirin. Di nava
xweşkbûna te û westndina xwe, û comerdiya
pasevanên te de, wenda bibûn.
Yan te kezeba xwe ji tîrêjên şeveqa kenê min
re vekirye, yan tu bi darên gûzan dikenî...?!.
Ma qey şerm e, ji kevirên te hez bikim, û ji
daristanên te bitirsim..? ma qey guneh e, ez
pirsa navên şehîdên ku tu wan di sawa xwe de
dilorînî ji te bikim..?. ma qedexe ye, di
bejdariya xwenên te de, ez têra dilê xwe û
yê te bigirîm...?. ma sûc e, biqîrim û bêjim:
ez dilketiyê xezalên te me, kuştiyê mêkewên
te me, birîndarê kulîlkên te me, parsekevînê
ber dergehên te me, ez bê stêrka karwanên te,
û nêrgiza li ber bihna te, hema ez heme û
tune me.
Di vê şeva har de, em ji xeman sor bûne, û
tu çiqas hîna di nava bêdengiya xwe de sipî
bozî, diçirisî.
Pişta me li te ye, û pişta te li bihna xwînê
ye. Tu jî, weke me, ji xatirxwestinê heznakî.
Berê me başûrê biçûk e, û berê te li bakurê
mezin e. Dilê min nabije vagera malê, û dilê
te dibje nivîsandina helbesteke nû.
Ez dibêjim: pasevanê şoreşgeran be.
Tu dibêjî: dê pasevanên xwîna şehîdan bin.
Ji te pirs dikin: dê kengî dilên me, weke
dilê te sipî bibe?. Tu dibêjî: bi qasî min
ji azadiyê hezbikin, hewqas dilên we sipî
ye.
Şam 5/10/2007