|
Ji hejmara 283an,
û zarokên ku
dişibihin wê re …
Ji axayê şewatan
re..
Ji pirtûka şewatê,
a navbera destên Ehmedê Huseynî
û bîra „mirina
qehwehî“ re..
Ji wan re,
paş 47 mirinan,
û bi qasî wan jî,
pêjna goristanan..
Tê bîra te, „Şermola“yê,
li ser destên bê, rûniştî?
Tê bîra te, „Amûda
Xwedê“?
Paş du-sê qehweyên din, 47.
salvegera 283 xwînên zarok e, ku di 13.11.1960 î
de, Amûdê hînî navê şewatê û serpêhatiyên êgir,
kiribûn.
47 sal agir, Şermola û Amûdê bi
ser „kezebên şewitî“ û defterên wan, yên nîvco
re, ku hîn agir li wan diçe, derbas bûn, û em,
hîn ji xwe; ji hev; ji serokan û partiyên heta
hetayê, li ser navên wan, tapokirî; ji „şoreşa
Cezayirê“ û ji milyon şehîdên wê; ji welatê ku
nabe welat; û ji destên „Axayê şewatan“(Mihemed
Sehîd Axayê Deqorî), yên mezin; û ji dînên ku
Amûdê, li ser dilên xwe, kevir bi kevir, kolan
bi kolan, û kêlîk bi kêlîk, ezber kirine,
dipirsin:
Hêêê… Amûda êgir, de bêje, navê
te yê, zor û ne hesan, çi dît û çi nedît?
Hêêê… sînema bîranînên ji êgir,
de bêje, qehreman û xweşmêrên te, yên heta bi
êgir, çi dîtin û çi ne dîtin?
Hooo… axayê şewatan, de bêje,
gavên te, ku ji bîra êgir, naçin, û hîn li dûv
hawara Amûda, ku hîn di filman û sînemayan de,
dişewite, dikevin, çi dîtin û çi nedîtin?
Hooo zarokên piştî êgir, de bêjin…
destên we, yên zarok û hesan, ku çûn êgir û hîn
ji wir venegeriyane, çi dîtin û çi nedîtin?
Her salveger, „birîn-veger“, „şewat-veger“,
„mirin-veger“, û „kuştin-veger“, bi Kurdî, „Îsa,
wek duh dîsa“:
Dîsa, „şînname“, „girîname“ û „hawarname“;
dîsa hindek daxwiyanî, hindek helbest- û
melbestxwendin, hindek lavij, „qewlxwendin“ û
şîretxwendin; dîsa hindek komel û mal, hindek
saloxdan û hewal; hindek civat û malbat, û
hindek destên bi şewat…
Îsa…Îsa…Îsa…, wek duh dîsa…dîsa…
dîsa.
Kurd, wek ku ji rabûn û rûniştina
„qehwehiyê“ mirina wan diyare, navek ji navên
xwedubarekirinê ne:
Ew, ne bi carekê dibin, û ne jî
bi carekê dimirin.
Ew, ne bi carekê tên, û ne jî bi
carekê diçin.
Ew, ne bi carekê, bi ser dikevin,
û ne jî bi carekê, bi bin dikevin.
Ew, dubare(yan jî pirrbare),
dikarin basa êşê bikin û wê bi dilovanî, li ser
destên xwe, mezin û bi xwedî bikin.
Ew, pirrbare, dizanin çawa
bişewitin; çawa herin kîmyabaranan; çawa bimirin;
û çawa goristanan, bost bi bost, ezber bikin.
Ew, teqez dizanin, çawa pirr
bijîn, daku mirinê ji bîr nekin.
Ew, esih dinasin, çawa pirr
bimirin, daku xwe û jiyanê ji bîr bikin.
Ew, bi hostayî, di mirinê tên
werkirinê, daku ew bihtir, li bîra mirinê, werin.
Ew, bi hostayî, dimirin, daku ew
ji bîr bikin, çawa xweşik, li bîra destên xwe,
werin.
Ew, bi hostayî, tên şewitandinê,
daku ew ji bîra êgir, neçin.
Ew, bi hostayî di kewan tên
werkirinê, daku ew bê hemdê xwe, ji bîra hev û
ji bîra çiyan, herin.
Mirin bi Kurdî, hewqasî, „qehwehî“
û hosta ye.
Amûdê, bi Kurdî, hewqasî, „mirina
qewehî“ ye.
Şermola, ev 47 salên bi şewat û
gurover in, ku bi hostayî, „qehwehî“, dimire.
Amûda „sînema Xwedê“, ev 47 salên
dirêj û heta bi êgir in, ku li ser destên hosta,
„qehwehî“, mirinên xwe, dihejmêre.
Û Kurdên navbera wê Amûdê û van
Amûdan, ev 47 sal-mirinên tekûz in, li navekî
qehwehîtir, ku têra mirina destên wan bike,
digerin.
hoshengbroka@hotmail.com
|