rojava@rojava.net

 
   

Leylan
rêka ber bi te ve ye.

rojava.net 11.11.2005

 



Tengezarê Marînî
 

 

peyv xilamş
xemgîn e roj
li wir
li vir
dinehwirîne dest
ji westana axaftinê spêde firî
li nav bexçê çavên te danî şêtiya min.

Ne dûr,
ne nêzîk,
ne kal,
ne zaro,
ne serma
ne gerim
tu wek xwe..

Roj tarî..
di asîmanê te de
heyv ma
ewr xwe rada
ne zer
ne jî sîs
wate deng.

Ne bi pêş de
şev
tirs
dem
tarî
toz a hişiyar
peyv a min.


Tiblên xewnê
windabûn
kom dibin.

Li ber destên min payîz
lehiyek e evîndar
perwane zer
zer
spî na…





Dirêjahî
şihîn
bêrîkirin
reng
sîtav
rok di xewna kevir de
şîr û hingiv.

Du stêr
şev
maç
sîng û du çavên te
têne nik hev

Vekirî ye
bêrîkirin
bîranîna peyvên ji çavên te difûriyan.

Dar
herdû hêlên avê
dûrdestên henasa te
dem bo te ye

xemgîniyê fêr bibe
bê te digrîm
bê te dike.......m
ronî sar bû.

Roja pêşî nezor bû
roja diwem hîn jî..
dane dûv hev
giran bû derdê te.

Tiştek..
bê te
ne tiştek e
li ser talê piştê me
derve jiyana min tarî dike.

Weha westiya me
xîre nakim avê vexwim
çavan bel dikim
kesek tun e.

çi li kû bû?
tiştek nema li wir bû.
boşahî….
dikare dîsa bê..?
boşahî…!
na xwe çi ye?

Pirs..
bersiv va ye
evîn
rev
pirs kanî.. ?
pirs
pirsê nake
amadeye bersiv
pirs
berovajî
katjimêreke sist e..
stran
li pişt wê..
veşartî ne xewin

Sînor
guman e
azadî
hoşdarî
hayedarî
hallo
tu dizanî,
xelk çawa li ser gulên sor dipeyivin..?
tu dizanî..
di nebeşdariya te de, te dixwînim..
tu.. tu..
çipikên evînê.

Helbest..
berbi êşê ve
têm lihevketî
min bibe..
helbest.




 


 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin