|
Sebri Silêvanî
www.silevani.com
(( Mîrê miradan dikujin evca li ser digirîn))
Gava ku nivîskarek kurd bi kurdî dinivîse û stiranbêjek kurd bi kudî
distirîne û herwesa rêberek kurd bi kurdî peyama xwe radigehîne
hîngê nabe ku bikin minetek li ser kurdan çunkî ew erkek sereke ye
ji erkên hevbûnê û tevavkirina nasnameya neteweyane û ne bêhtir.
Mebest ne ew e ku asoyên mirovayiyê li bal kesê berteng bibin lê
belê bêhtir sazkirina nasnameya neteweyî ye.
Ew kes wek nimûne bi helsûketên xwe, bi hewldan û ezmûnên xwe yên bi
saya ezmûnan herdem kêm dimînin, bi rûqayimî dibêjin ku ew dikarin
sinorên sewdayê mirovan derbaz bikin. Ango, bi şêweyekê ji şêweyan
radigehînin ku ew dikarin bigehin lûtkeya bîndarî û bilîmetiyê belê
heyhat çunkî tenê nêzîkbûn ( û ne derbazbûn) ji wan sinoran pêwîstî
bi hindek teyoriyên nû û berdewam heye nek bi peyamên agirînî. Dibe
ku pêgirî bi erk û mafan mirovan saz bike belê nikare bigehîne
radeyê îdiyal yan berdariyê.
Li rojhelata naverastê, wargehê efsaneyan, bi taybet li welatên ku
hêj serederiyê li gel ayinî dikin wek jêder, rastî nameye çunkî
felsefe û ayin dû pêkhate ne li pey rastiyê digerin vêca ne felsefe
saz e li wê herêmê û ne jî ayin ji ber ku herdû bûne alav ji bo
çewsandina mirovayiyê bi taybet ayin. Bi gotinek din, rastî di wê
cîhanê de nemaye û ew jî wek gelek pêkhateyên din hatiye terorkirin.
Mafê her kesî heye ku pirsyar bike: çima hemû felsfe û ayinan li
rojhelata naverastê nikarîn sûdeyê ji dîroka felsefeya Axrîkê (
Yunanistanê) werbigirin? Yan çima nikarîn tiştekî bi ser ve zêde
bikin?
Felsefe û ayinî li Yunanistanê hindek hezkirin di navbera mirovî û
xwedawendî de peyda kir belê felsefe û ayinî hêlan ku ew hezkirin
heman mirovî ciwan, kêrhatî û bedew bike, lewra mirovî li
Yunanistana dêrîn her tiştê xwe ciwan û paqij dikir wek bajar, bazar,
mal û peywendî û zanist û felsefe û wêje bo xwe kire bingeh ji bo
aşnabûnê û avakirina kesayetiyê, ango guhorîn pejrandin û guhorînê
jî werar û nûjenî afirandin. Belê viyan û hezkirina mirovên devera
rojhelatê bo xwedawendê wan ew kêm û nesax û nezan kirin û hemû jî
bi sedemê lawazî yan dabirrîna peywendiyê di navbera mirovan û
xwedawendî de lewra heta radeyekê xelettêgehiştin peyda bû û li
dawiyê birrek encamên nerênî xwe dasepandin wek: heman mirovî xwe
wek biyanî li ser zemînî niyasî çunkî her tiştê xwe bi asmanan ve
girêda, herwesa ew viyan û hezkirin jî bi êş û azaran ve girêda.
Pêkhînerên wê peyama di navbera xwedawendî û mirovan de çi bûn?
Awayên derbirrîna wê peyamê çawan bûn?
Ez bawer dikim, wek ku ketwar diselmîne, peyam tenê arasteyî hest û
nestan bûn neku arasteyî hizir û aqilî. Corek ji corên mazoşîzmê ye
belê bi hindek raman û wateyên din dihê wergêran û ew jî li gorî
keltûr, perwerde û berjewendiyan.
Ev felsefeya bi regez ne felsefeyek kurdî ye belê veguhaztî ye,
akama serdemên dagêrkirinê ( ne tenê dagêrkirina xak belê ya ziman,
kesayetî, bawerî, moral û hişmendî) ne û herweha darizîna kesayetiya
kurd bi dirêjiya dagêrkirinê. Havîbûn di navbera wê - kesayetiyê - û
xwedanê wê de peyda bûye û havîbûna xweyî jî wateya buhujînê –
asmîlasyon – dide û eger em bala xwe bidin dorhêlî dê bibînin ku
pirraniya wan mirovan li ser erdê xwe bûne biyanî û çi felsefe û
ayin fermodeya biyanîbûnê araste nakin û napejrînin jî ji ber ku
peyama felsefe û ayinê ( gerek) peydakirina wekhevî, yeksanî û
hevgirtinê be belê awayên serederiyê li gel felsefe û ayinî digehîne
wê tirajîdiyê.
Ji aliyek din, pirs bi berfereh dibe û berev hindek pêwarên
saykolojiya kesayetiya takekesê kurd diçe û paşî, nêzîk sinorên
rastiyê, heta radeyekê dîmen zelal dibin û hindek basarî peyda dibe
û di akam de ew kesayetî wek xwe seqet û kêm dimîne.
Dûrî dagêrkirinê, wekî din nebûna peyrrew, sazî, kadir û bayexê ji
sedemên sereke ye bo kambaxî û darizînê belê sedemê berdewamiyê wê
rewşê nebûna insiyatîvê ye bi taybet di nava aliyên peywendîdar de
wek ronakbîran tenê bo nimûne.
Pirsyar: Kengî û çawan insiyatîv peyda dibin?
Bersiv: Rengê sipî sipî ye demê ku çav lê dinêre belê eger çav lê
nenêre? Ma qey hinge dibe sipî?
Ango, sipî bi çavî sipî dike. Herwesa tam, erê bêyî ezman tam çî ye?
Wekî din, insiyatîv bi xwe pirsyar e û tenê li tengasiyan pirsyar
peyda dibin belê bersiv li ferehiyan.
*
*
*
Ez naxwazim li ser dagêrkirinê bisekinim wek bûyer, ka heye yan nîne,
lê belê li ser mahiyeta wê, ango wek pêkhate û karêgerî. Katê ku
welatek ( wek damezrîngeh) dihê dagêrkirin hîngê xak, dîrok,
perwerde, ziman, hizr û deng hemû dihên dagêrkirin û netewe yan
millet dibe qurbanê dagêrkirinê. Sercem endam û pêkhînern
damezrîngehê dibin qurbanên dagêrkirinê: biçûk û mezin, mê û nêr, tu,
ew, ez tenanet kesê sêyê yê nediyar jî çunkî hemû hevdû temam dikin
û wek ku zanayî di pirraniya ezmûnan de dagêrker hevawayê serederiyê
li gel wan tevan bi kar dihîne ji ber ku bi çavekê li wan dimeyzîne,
helbet weha ye nemaze eger regez yan nasname hevbehr be.
Hindek mînakên zindî ji bo ku wate bihê bercestekirin:
Di barê ayin û ayinetê de, di cîhana îslamî de, her ji destpêkê û
heta vê kêlîkê behra bêhtir ji mosilmanan pêxember û mîratgirên wî
gehandin radeyê efsanebûnê. Rastiyek kirin efsane, belê çawan?
Her netewe yan qewmekê – eger rast be – pêxember yan hinartiyê xwe
heye û li gorî rêbaza wî ( ez nabêjim rêbaza wê çunkî hêj pêxemberên
mê nehatine) jiyana xwe dibin serî nexasime kesên bawerdar û
hewcedar di nava civakan de. Pêxember tenê wek amraz yan gehîner di
navbera beniyan û xwedawendî de hat naskirin û li gorî wê çendê û
pêwistiya wan, bo mebest, serederî li gel dihat kirin. Di nav
komelgehên yewnanî de wek nimûne, xwedawend her kesê bilind û
nimûdar ma û hebûn yan nebûna pêxemberan şêweyê pêkhatin û danasîna
wî negugorî belê di nava komelgehê îslamî de( û dibe ku komelgehên
xiristiyanî jî ) li welatên rojhelata naverastê bi taybet komelgehên
erebî, tikrî û farisî wateya xwedawendiyê hat guhorîn. Awayên
derbirrînê bo peyamên pêxemberan û rêkên serederiyê li gel bûyerên
wan heta radeyek mezin hêlan ku pêkhateyê xwedawendî tûş bibe û li
gel salgarê tuxûb di navbera xwedawendî û pêxemberan de nemînin.
Di vê tariyê de ez dê hewl bidim hindek ronahiyê bidim dû qurziyan:
1. Ne herdem mezinî û berferehî wateya sazî û duristiyê dide û ne
herdem jî biçûkî û bertengî wateya nesaziyê dide: rast e îslam wek
ayin û ayinet mezin û berfereh bûye û berdewam xwe dadisepîne belê
di heman demî de dabirrînek heye di navbera xwedawend û îslamiyan
de. Ew wesa dizanin ku ( رب المسلمین ) e, nexwe kî ( رب العالمین )
e?
2. Pêxember bû çavkaniya xer û şeran ji ber ku hat mezinkirin, ango
efsanekirin. Ew jî wek her îslamiyek din tenê beniyek e, takekes e,
berhev e bo guhorîn û xeletî û kêmasiyan çunkî tenê mirov e belê
îslamiyan hewl dan ku wî bigehînin astê xwedawendiyê û baştirîn
mînak li vir girêdana navê wî li gel navê Xwedê ( لا اله الا الله
محمد رسول الله ).
Gelek ol û ayin hebûn belê çi ayinan weha nekir çunkî wek peyam, wek
pêwîst hat têgehiştin, û wek rêbaz jî bi şêweyek çak serederî li gel
hat kirin heta ku encam û akamên pêxemberî yan hinartinê çaksaziya
xwe selmandin.
Ol û ayinên din digotin em ji xwedawendî ne, nedigotin xwedawend ji
me ye. Herwesa nikûliya ( inkara) ol û ayinên berî xwe nedikirin,
ango bawer dikirin ku jiyan û cîhan berî wan hatiye damezrandin neku
ji wan dest pê dike. Herweha, ne digotin ku cîhan bo xatiriya me yan
pêxemberê me hatiye avakirin û gereke herkes bibe tagirê me.
Li vir xuya dibe kê sûd û mifa ji felsefe û metolojiyayê kir û kê na.
* * *
Di nava civakê me kurdan de, heman hewldan hene ku rastiyan berev
efsanebûnê bibin.
Mînak: Ehmedê Xanî, Şerefxanê Bedlîsî, Selaheddînê Baban, Pêşewa
Qazî, Mistefayê Barzanî û gelek din, ne lehing in, ne aferîdeyên
seyr in ku ji cîhanek din hatibin, ne efsane ne ji ber ku wan - tenê
- erkê xwe bi cih hînan û bi rolê xwe rabûn. Em dikarin bibêjin ku
ew kurdên saz û qenc bûn, belê yên din kurdên hindekê nesaz û neqenc
in. Li şûna ku ev rastî ye bihên çespandin mixabin gelek kes û layen
dixwazin wan kesayetiyan - wek rastiyek - berev efsanebûnê bibin û
ev ne di berjewendiya me de ye bi kêmayî ji aliyê sinc û akarî ve.
Kê ji zindiyan mifa ji ezmûn û serborên wan kesan (Ehmedê Xanî,
Şerefxanê Bedlîsî, Selaheddînê Baban, Pêşewa Qazî, Mistefayê Barzanî
) kir?
Ji nava siyasetmedaran kê karî li ser rêbaza Barzanî berdewam bibe
yan werar bike? Eger em rewşa Başûrê Kurdistanê di navbera salên
1992-1998ê bidin ber çavên xwe dê kifş bibe ku ziyan gehandin têgehê
rastiyê di Barzanî de. Herwesa Debarey Selahhedînî, sercem yan
pirraniya hêz û tevgêrên evro radigehînin ku mafxwaz in û dakokiyê
li ser mîrat û binemayên kurdbûnê dikin belê di demên tengasiyan de
bi sanehî kol didin, wan mafan bo biyaniyan dihêlin û bi kêmiyê
qayil dibin belê madem ev mebest û armanc bû nexwe boçî ji roja roj
de ev hişmendî nehat peyrrewkirin?
Heman pirs sebaret bi Celadet Bedirxanî, mîrê kirmanciyê. Behra
bêhtir ji kesên ku hewl didin binivîsin, mîrê – rast - digehînin
radeyê efsanebûnê, dikin hêlek sor û derbazkirina wê tabo û qedexe
ye û li vir insiyatîv dimire. Ew bi xwe insiyatîv û destpêk bû bo
rêkek dûr û dirêj – rêka zimanî – ji ber ku ziman perosesek dînamêkî
ye, zindî û berdewam e belê mixabin radiwestînin û dimirînin. Mîr
damezrîner û afrîner bû û karî gelek ji pirsgirêkên zarav û rêzimana
kirmancî çareser bike belê ka keda wan kesên ku xwe wek mîratgirên
wî li qelem didin?
Hêj rêjeya gelek ji wan kesên ku hewl didin binivîsin mîrê miradan
dikujin evca li ser digirîn!
* * *
Ez dê dîsan bivegerim mijara ayinî:
Bawerî û hewadarî bêhtir bo pêxemberî bû neku bo Xwedê lewra gelek
ji îslamiyan hizr û helwîstên xwe guhorîn dawî ku pêxember mirî.
Herwesa, li ser esasê berjewendiyê ew têkilî hatin sazkirin wek
bazirganî, bezandina sinorên malbatan bi rêka zewacê - zewacên
pêxemerî tenê wek mînak - bo gelek kesayetiyên mezin û payedar di
komelgehê îslamî de li wî serdemî û weha sinorên îslamê di demek
berteng de - roj bo rojê - berfereh bûn çunkî wan têkilî û
diyardeyan hêlan ku nehevsengiyek di rewşa dorhêlê rojane de peyda
bibe û ew kes ( pêxember û kesên payedar, ango xwedan desthelat) ne
tenê bûne cihên rezamendiyê belê bûne cihên baweriyê heta radeyê
peristinê.
Wan xwe nekirin qurban bo rêbazê yan bo mirovî lê mirov û çarenivîsê
wan kirin qurban bo xwe û projeyên xwe belê Isayê Meryemayê xwe kir
qurban tinê ji bo ku peyama xwe biragehîne û tuxûban di navbera
mirovan û xwedaqwendî de nêzîk bike, ango wateya peyamhinêriyê bi
awayek taybet û cuda berceste kir.
Rast e ku ew reftar reftarek mazoşîzmî ye belê ma ne çêtire ji
sazdîzmê?
Ew reftar ( kiryar û gotinên pêxember û selefiyan) ji hîngê we re,
bi espayî, di nava civakan de hat peyrrewkirin û bûne ferman û
herkes bi cih dihîne, nêrîn û bîrûrayên wan bûne yasa û zagon û
herkes pêgiriyê pê dike. Hatin bilindkirin heta wê pileyê ku her
tiştê din nizm bû. Yêdî kes nikare, ne bi qenc ne jî bi xirapî,
behsa wan bike yan pirsyarên rewa derbarey wan araste bike, ji
bazinê cih û zemanî derêxistin ji bo ku dûrî gumanê û lêpirsînê
bimînin û wesan xwedawend hat jibîrkirin. Hêdî hêdî bi darê zorê û
xurtiyê û li gor berjewendiyên hoz û malbatan hatin efsanekirin û
weha nifşên nû kêmçare dimînin.
Ew siyasete – ez dibêjim siyaset çunkî hetiya siyasetkirin - li ser
gelek raz û niyazên tirsdar û bi hostayî li hindek cih û zemanên
cuda cuda hat avakirin.
Erê: Xwedê ( piştî terorkirina wî) pêxember xelîfe serok hoz û
eşîret …?!
|