|
Helbestvan Ehmed Huseynî û
hunermend Rehîmo, li Amedê şevek hevbeş çêdikin
Rojava.net-Amed
Helbestvanê kurd Ehmed Huseynî û hunermend Rehîmo dê roja yekşemê
20.11.2005, li mihrecana wêjeya kurdî li Amedê şevek hevbeş li dar
bixînin. Ehmed Huseynî dê helbesta (Meded xewsê Amed) bixwîne û
Rehîmo, di seyrangeha vê helbestê de, wêneyekî nîgar dike û diyarî
şaredariya Amedê dike.
Li gor agahdariyên rojava.net dê helbestvan Adonis û Şêrgo Bêkes jî
beşdarî vê mihrecana çandî ku li Amedê li dar dikeve bibin.
|