rojava@rojava.net

 
   

Her Navî Çend Kêlîkan
Carekê Temenê Xwe Dipîvim

rojava.net 11.11.2005

 




Kemal Necim

Ez li kû
û ev rêyên li pêşiya derî raxistîne
dikin min bidin ber lehiya vê roja tîr
Ez li kû
Û ev domikên giran û xemsar
Ji sibêda
Mîna fincaneke qehwê
Li ber serê min rûniştîne.
Ez li kû
ji berbeyanî ta bi ber ava
her navî çend kêlîkan
carekê
temenê xwe
dipîvim

***
Cara dawî
berî hezar salî
çaxê qehweya min hîna germ bû
şoreşgerekî navsalî
di toz û trabêlka hêviyan de mabûm
şoreşa min hîn nû hilweşiya bû
Rojeke şilî bû
Min sar bû
Min sar e
(min) ji serma hinavên xwe
dikim newrozekê dadim
Min ditisrim
min ji tisrsa çavên xwe yên şêt û behitî
dikim we ji ber deriyên xwe vegerînim
û dîsa razêm…
Min bi tenê me û ji tenahiyê
dikim deriyê xwe dîsa li we vekim
û we hemûyan vexwînim
ber lehiya vê roja şil û tîr
De werin
werin
ku qehweya min hîna germ e
werin
ku wêneyên wan hîna li ber çavên min in
werin
ezê hemû hevalên xwe
yên şoreşger û yên aware
bi we bidim naskirin.

***

Rimbazê ku a niha berî we bi bîstikekê
Xwe ji trabêlka çiyê daweşand
û nizanim di kîjan pirtûkê de serê xwe danî û
raza
siwarê Dimdimê yê dawî bû
rima wî bi muhra Mîrê Lepzêrîn
kolayî bû
Di salên genim û aştiyê de
sazbendê axa sor bû
Salên ku nêrgiz diçilmisîn
axa Dimdimê ya sor
bi sitrana serhildanên hilweşiyayî û
((darên ku li pê dimirin))
haş dikir
Hîn ji wê çaxê de
serpêhatiya Çarçira, bidarvekirina
((darên
        ku
           li
             pê
               dimirin))
hilperîn û hilweşîna min
dihate bîra wî
Û çi ji we re bêjim…
di bîra wî de
em pêrgî hev bûn
li wir şoreşa me lidarkert
li wir hilweşiya
ew vegeriya nav pirtûkê
serê xwe danî û raza
û ez hîn li virim
her navî çend kêlîkan
carekê
temenê
xwe
dipîvim

***
Qehweya min dike sarbibe
Ji xwendina ficanê re hîna zû ye
…………
Carê ne xwînî bû,
nejî bîra bûka baranê dibir
şîrmijokê min yê (Binxetî)
Roja ku xwestin wî ji şîr vekin
li nav zeviyên genim ewrekî mirî dîtin
Rojeke şilî bû
Vedenga sê qêrînên hawarê
fincana xwînê digerandin
Gelî zindiyan……..
Kî siwarê axa sor e……!
Kî helbestvanê pirs û gumanê ye…..!
Kî bîra bûka baranê dibe….!
Gelî zindiyan….!!
……..
Yên bi hawara axê ve hatin
ji zeviyên genim ta bi zeviyên mayîna
şopa sî û sê pirsên tewirî hijmartin.
Yên bi hawara pirsê ve hatin
Şûna sî û sê gulleyan
di pişta ewrê kuştî de
hijmartin
Ewên nû ji şîr vedibûn,
bi hawara bûkên baran ê ve hatin
Digotin:
Ev ocaxa genim e
ya genim
genim ê me bi ta ye
taaa….
ji wê rojê de, her ku genim
dikeve ta yê
helbestvanê min yê xwînî
û birek zarokên (Binxetê)
li ser gora yê kuştî
ayîna genim û baranê dixwînin:
((Bûka me baran divê,
me bi xwe genimê sor divê))
……….
ji xwndina fincanê re hîna zû ye
li Bêrûdê
hûn xwînî bin jî zû ye
hûn evîndar bin jî zû ye.
li Bêrûdê
Yê dereng ezim
Yê dereng
ew e
helbestvanê min yê xwînî ye….!

***

Nivîna li kêleka min bêvirî û
sar e…
Hemnivîna min
ahîneke kûvî
ji serpêhatiyên çiyayê kurmênc e
vaye serê demsalekê ye ku
di malhêvana xwe de
gewdê min dimeyêne
vaye serê demsalekê ye ku
bi du canan
derdikeve pêşberî
ronahiya xwedê
Ew dibêje:
ku kurik be bila nave wî Stêr be
Ez dibêjim:
ku keçik be bila navê wê Stêr be….!!

…….
Dikim helbesta xwe bibim ava
Lê...
Ez li kû
û her ew roja dirêj
Ya xemsar
Mîna fincaneke qehwê
Li ber serê min rûniştî ye…!

 


 

 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin