|
QASIM HEDDAD
JI EREBÎ: EBDULREHMAN EFÎF
BIHÎSTIN MIN ZENGIL
Bihîstin min zengil radibûn ji xewa xwe
Dengketî min ew bihîstin
Ji ba dixwestin - rahêje axaftinê
Ji keskahiyê - ezman bibare
Ji nêçîran – berdin dev ji çîrokan
Min zengil bihîstin jixwedikirin kevnar nihasa xwe
Û bayekî nû hêvîdikirin
Ji kevir bi rehimtir…
LI WÊ GIRAVA WEK PÎREKEKÊ
Li wê girava wek pîrekekê avis
Evîndar dibaweşke di zindanekê dirêj de
Wek tirbekê
Kûr wek bîrekê
Û belavdike henekçî kenê xwe …
Li girava ko avisbû
Avisbû
Avisbû
Û neza …
Anîn ji wî re mizgîniya zarokê biçûk
Yê pirr biçûk
Yê çêbûbû ji jina wî re
Da jê re bibêjin: va tu bûyî bav aniha
Baweşkiya bi wî kenê xwe ê henekçî bixwe
Pirr baldarî neda vî tiştî
Û got: lê dêya min …
Kengî ji wê ezê jidayikbibim!!
XWEDAYÊ MIN
Xwedayê min
Dilê xwe bigihîn vî dilî
Ma Tu wî dinasî
Ew bo Te ye…
Evîndarê Te ye
Û hatiye stendin ji min
Lê wan rê giş girtine yên vetên bi ber Te ve
Her nifşek rêyekê vedibe ji xwe re
Û jê re deriyekî çêdike
Û dibêje: deriyê min rê ye
Xwedayê min
Rêyekê nîşanî min bide
Rêyeke ne ya tikesî be û ne bindestkirî be
Û ne derî jê re hebe
Û ne leşker…!!
HAY JÊ HEBE
Bera hayê te jê hebe
Tarîtî ne di mirinê de ye
Lê di jiyanê de
Hay jê hebe…!!
QASIM HEDDAD
Helbestvanek ji dewleta Behrên e, di nav helbesta nûjen a erebî de
pirr bûye bi nav û deng. Ew êdîtoriya malpera – jehat.com – dike. Di
vê malperê de helbestvanê kurd Selîm Berekat ji bo salekê
sernivîserê mêvan yê malperê ye. Navnîşana malperê ev e
www.jehat.com
|