Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

24 October 2007 04:08

 

 

 

Kerkûk, Şingal û Talebanî!

TARIQ HEMO

Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî carek din hin daxuyaniyên ku nakevin xizmeta netewa kurd da. Talebanî di axaftinek xwe ya vê dawiyê de pesnê Iran û Tirkiyê û “siyaseta wan ya mitewazin li himberî gelê kurd” da û ji Tevgera Azadiya Kurdistanê xwest, ku “berê xwe bide qada xwe û dev ji çekan berde û siyasetê bike”!.

Talebanî her weha serkeftina AKPê jî pîroz kir û da zanîn, ku ev serkeftin ji bo kurdan “şensekî mezin e”.

Piştî van daxuyaniyan Endamê Buroya Siyasî ya YNK Mele Bextiyar jî gotinên Talebanî di hevdîtinekê bi (Kurd sat) ê re dubare kir û jê wêdetir jî çû. Mele Bextiyar got, “PKK li heremên me dimîne. Niha rêvebiryek heremî damezandî ye. Bi dehan gundan girtiye dest xwe”.

Weha xuya bû, ku mesele bi rêk û pêk e. ji bo şerê li dijî PKK konseptek heye. Ew herema ku berpirsê YNK behs dike, ji bidehan gund pêk tê. Hêzên PKK av û hemû xizmetkarî ji bo wan gundan dewr kiriye. Ez bawer dikim eger niha refrandomek di nava wan gundiyan de pêk bê, ka gelo di bin vê idareya niha de bimînin an jî tevlî idareya Silêmaniyê bibin, ewên biryara mayînê bidin. Jixwe niha nexweşiya KOLERA li heremên li jêr destê YNK belav bûye. Weha dixuye ku derfetê dermankirina gel û xweparastina li dijî vê nexwşiya tahlûke jî nîn in.

Mirov nizane gelo ev daxuyaniyên mam Celal çuqasî dikevin ximeta kurdan. Mirov bi guman e. Çima li AKPê doz nehat kirin ku agirbesta PKK qebûl bike û li gel wê ji bo çareserkirina pirsgrêka kurd, hevdîtinan pêk bîne?. Gelo çima hêzên erebên Iraqê qebûl nakin ku rêxistina “Hizbulaha” ya Lubnanê an jî “Hemasa” Filistînî wek terrorist bên bi nav kirin. Lê Talebanî û hin derdorên wî terorekirina kurdan qebûl dikin?..

Niha hikûmeta Iraqê biryarê dide ku refrandoma Kerkûkê salekê paşve bixe. Rêveberiya başûr bê deng e. Kesek devê xwe venake û gel bi rastiyê agahdar nake. Gelo çi pîlan li dijî Kerkûkê tên kirin?. Ew şandeya hikûmeta heremê ya ji bo Washingtonê bi rê ketibû, çawa bû û encamên hevdîtinên bi DYA ye re çi bûn?...

kes nizane û nikare bipirse jî…

Siyaseta nuxumandina rastiyan ya ku niha li başûr rû dide gelekî tirsnak e. Ji dêvla bi hemû hêza xwe ji bo Kerkûkê bixebitin, em dibînin daxuyaniyan li dijî PKK û PJAKê hene. Gotinên nêzî nêrîna Tirkiyê û Iranê û dij bi Tevgera Kurdan tên gotin. Ev yek jî niha nakeve ximeta kurdan û xizmeta bidestxistina Kerkûk û parastina Xaneqîn û Şingalê…

Tiştê girîng û pêwîst niha yekîtiya kurdan e. Dewleta tirk li dijî hebûna dewletek kurd li başûr e. Ew dibêje em li dijî her cûreyê hebûnek fermî ya kurdan in. Li bakur dibe li başûr dibe. Li ku dibe bila bibe…

Erdoxan jî heya niha pêşwaziya Talebanî nekiriye. Ew nabêje sedem ew e, ji ber ku Talebanî şerê PKK ji dêvla artêşa me nake. Nexêr ne ew mesele ye…

Ew dibêje “Talebanî serokeşîrek bakurê Iraqê ye”. Ya rastî çavê wî bar nabe…


Pêwîste kurd moralê nedin siyaseta inkar û imhayê ya dewleta tirkan. Pêwîste helwesta Tevgera Azadiya Kurd qelis nekin û ya dijmin xurt nekin…

Ji bo kurdan hebûn û hêza Tevgera Azadiya Kurdistanê pêdiviyek stratîjîk e. Her wek çawa ku Kerkûk û Şingal ji bo kurdan pirsa man û nemanê ye, hêza Tevgera Azadiyê jî heman tişt e.

Di warê qezenca stratîjîk de hebûna her 4 hêzên kurdan( PKK,PJAK,YNK,PDK) hebûna netewa kurd û rihê berxwdan û jiyanê ye.

Dema birêz mam Celal dibêje bila PJAK û PKK li başûr bibin penaber, wek hin hêzên rojhilat yên klasîk, ew tê wateya qeliskirina kurdan li himberî dijminên wan.

Ev hêz wek çawa ku li qada bakur û rojhilat tekoşînek berfireh ya damezranidina berxwedan û jiyanek bi rûmet dimeşînin. Ew di heman demê de ji bo vegera Kerkûk û Şingalê jî şensekî mezin in.

Ji bo têkilyên xwe yên bi Iranê û pêşxistina “Hevbeniya kurd û şîyan” nayê qebûl kirin kesekî mina mam Celal 2 hêzên netewa kurd bide ber bazara bi Meleyên Iran û Sofîkên AKPê…

tariqhemo@hotmail.com












                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
 
 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1