|
Ji apê Mûsa re,
min nizanîbû,
ku azadî li welatê te, yê mezin, hewqase mirin,
dirêj e...
ez nizanim,
tu dê bi Kurdî, hîn çend paytextên din,
di mirinê werbibe...
Di dîroka Peykertaşiyê de, „Peykerê
Azadiyê“(Statue of Liberty), yek ji peykerên
cîhanê, yên herî navdar û watedar e.
Ev peyker, bixwe, wek karekî hunerî, î herî
ciwan, ku bi destên herdu peykertaşên Ferensî
Fridirich Bartoldi û Gostav Ivel, hatiye
pilankirin, sazkirin û avakirin, tê hejmartinê.
„Peykerê Azadiyê“, di 28.10.1886an de, ji hêla
Ferensayê ve, bo „Azadiya“ Amerîkayê, wek
sîmbola bîranîneke dîrokî, hatiye diyarîkirinê.
Ev peykerê „azadîxwaz“, bi helkeftina sedsaliya
şoreşa Amerîkayê(1775-1783), ji bo bihêzkirin û
mikumkirina têkiliyên dostane, di navbera
Ferensayê û Amerîkayê de, wek xelat û „diyariya
azadiyê“, hatiye qebûlkirin.
„Peykerê azad“, heta aneha, di „Girava Azadiyê“
de(navê wê berê Bedloe bû), ku dikeve kendava
New Yowrkê(li Başûrê Rojavayê Manhaten e, û ji
wir bi qasî 2,6 km dûr e), di 49000 mç de, „dijî“.
Li gorî statîstîkên fêrmî, hejmara serdanvanên
vî „Peykerê azad“, salane, ji seranserî dunyayê,
digihe dora 3 milyon kes.
Di kultûrên ku azad, radibin û rûdinin de,
peyker ne „pût“ in, daku werin perestinê, ne jî
bîranînên bê xwîn û goşt, bê hest û nest in,
daku destên ku diçin silava wan, navên wan, yên
hezkirî, bibin îdolîzekirinê.
Ew ne tenê hindek dîrok û hindek ciyografî, belê
ew hindek nîşan û bîranînên bilind in jî, daku
jiyana wan ya sîmbolane, ji nuh ve, herin
bîrlidarxistin û dubarekirinê.
Lewma, li welatên azad, peyker jî, mîna her kes
û her tiştî, azad dijîn; azad bilind û mezin
dibin; û azad jî, destên xwe dirêjî destên azad,
dikin.
Lê li welatên, ku azadî ji peykeran dernakeve û
dûrtir naçe, adet û rabûn û rûniştinên peykeran
jî, mîna yên hemweltiyên wan, ji „azadperewriya“
peykerên welatên azad, cihêwaz û cuda ne.
Li welatên „azadiya ji keviran“, ku peyker tenê
pût in; tenê çend gaz ciyografî û çend bost
dîrok in, ne dest, azad, diçin destan; ne çav,
azad, çavan dixwînin; ne rû, azad, li bîra hev
mikur tên; û ne jî peykerên ji mirina kevirî,
dikarin azad, di hembêzên ji kevir de, bijîn.
Li welatên „azadiya ji kevir“, peyker, tenê
kevir in;
Bîranîn, kevir in;
mirin û goristan, kevir in;
girî û hêsir, kevir in;
jiyan, kevir e;
dest û dost, kevir in;
soz, kevir in;
dilketin, yar û hezkirin, kevir in;
lavij û nimêj kevir in;
………………..
…………
erd,
asman û navbera wan, kevir in.
Berî demekê, wêneyê peykerê Mûsa
Antar(1920-1992), yê ku bi kamîreya Niyaz
Ebdullah, hatibû kişandin û ligel çend gotinên
diltezîn, di heftenameya Cemawer de(06.08.07),
hatibû weşandin, da diyarkirin, ku peyker jî, li
„Kurdistana azad“, ne tenê „ne-azad“, bi Kurdî,
dijîn, belê ew „ne-azad“, bi Kurdî, li ber
lingan diçin û dimirin jî.
Li gorî kurtesaloxdana „Cemawer“, peykerê
rewşenbîrê gewre, yê „Bakurê gewre“ Apê Mûsa, ev
10 sal zêdetir in, ku li pişta „hola mîdya“ li
Hewlêra paytext, perîşan û avêtiye.
Li ser asta sîmbolane, mirov dikare di avêtina
peykerê ronakbîr û nivîskarekî di qama „Apê Mûsa“
de, avêtina hindek çand, hindek pirtûk, hindek
sîmbol, hindek dîrok, hindek xwîn, hindek şehîd
û hindek xîreta bi Kurdî, bixwîne.
Avêtina peykerê xwediyê „birîna reş“, ku
zimanhalê birîneke xurû eşkere û bi Kurdî bû,
dikare wek avêtina hindekî ji „birîn û xwîna
çiyayên bi Kurdî“, were nirxandinê.
Avêtin û piştguhkirina peykerê xwediyê „berxwedana
bilind“, bi ya min, avêtina hindekî ji wê
Kurdistana bilind, û piştguhkirina hindekî ji
pirtûka bi Kurdî, bilind e.
Wisa, apê Mûsa, du caran di mirinê, werbû:
yekê li Amedê, û yekê li Hewlêrê;
yekê berî Kurdistanê, û yekê piştî Kurdistanê;
yekê berî „azadiya bi Kurdî, ji kevir“ û yekê
piştî wê azadiyê;
yekê bi neyartî, û ya din bi dost yarîtî;
yekê di devê kêran de, û ya din jî, di devê
keviran de.
Wisa, „apê Amedê“, duh, ji destên neyar, di devê
kêran de, bi xewna „welatê mezin“, çû mirinê.
Wisa jî, îro, ji destên dost, di devê keviran
de, bê kes û kûs, û bê „qeftek welat“, ew
radestî mirina ji kevir, hate kirinê.
Ha wisa, dirêj, bimire apê Mûsa, Kurdistana
dirêj, hîn mayî ye.
Ha wisa, dirêj, here Kurdistanê, apo, mirina
mayî, hîn dirêjtir e.
Ha wisa, dirêj mirinê, ji Kurdên xwe re, haşt
bike, ma ji Kurdistanê û wêdetir, mirinên mayî,
hîn hene?
Ha wisa, dirêj, here azadiyê… xwezî min bizanîba,
apo, tu dê hîn çend carên din; çend kêr û çend
kevirên din; û hîn çend Amed û çend Hewlêrên din,
bi Kurdî, here welatê dûr, yê ji wê mirinê heta
bi vê mirinê?!!!
hoshengbroka@hotmail.com
|