Serhan Isa
“ Dema damar diaxivin, bêvac (mentiq) lal dibe ”
Xwendevan û xemxwerên peyvê yên hêja, gelek di warê Rexneyê de
avjeniyê dikin, hin bi bêbextî, hin bi pesindan, hin bi rêznegirtin,
û bêguman hin bi sewiyeteke rewşenbîrî û zanistî ya pir bilind.
Sedemên vê yekê jî bêguman gelek in, ji wan:
1. Yên ku di Mediya Kurdî de dixebitin (bi hemî beşên xwe ve) ne bi
şêweyekî sîstêmatîk, zanistî û profîsyonel dixebitin.
2. Nelihevkirina me li ser rastnivîs û rêzimanekî standart,
pirsgirêkek gelek
mezin e, û ji nirx û buhayê wêje, çand û berhema Kurdî dadixê, her
weha
ji nirxê nivîskar bi xwe jî dadixê.
3. Tunebûna Sazî û dezgehên ragihandin, weşan, çavdêrî û rewşenbîrî,
kelemekî herî mezin e li pêşiya dahênriya Kurdî û h.w.d
Dibêjin: “ Merovên keysbaz ji bo bi destxistina derfetan pehlewan in
”
Bêguman ez dê li ser bersiva kekê Nezîr Seîd ya li ser Helbestvana
Kurd Xelat Ehmed di warê rastenivîs û rêziman de ranewestim. Şaşîtî
di her du berheman de hene, ya xwîşka Xelat û ya kekê Nezîr jî û ez
li gel vê nerînê me ewa ku dibêje, gerek e her nivîskarek û
dahênerek yê ku bi zimanê Kurdî dinivîsîne, di warê rastenivîs û
rêzmanî de serkeftî be, an jî wisa hewil bide ku şaşîtiyên beloq û
kirêt di nivîsên xwe de belav neke û ji aliyekî din ve jî, ev
berpirsiyariya desteyên rêvebir yên malper, rojname û govara ne jî,
ku ew wisa hewil bidin her nivîsekê kontrol bikin beriya ku bête
weşandin.
Lê ez dê li ser şêweyê rexnegirtina rêzdar Nezîr Seîd rawestim.
Ji boyî her kar û xebatekê hindek pîvan û rêzik hene û gereke merov
ji hundirê wan pîvan û rêzikan dernekeve, bêguman Rexne jî, yek ji
wan xebatan e ku ne tenê divê merov di hundirê rêzik û pîvanan de
tevhev bigere, belê karekî gelek zor û hestedar e û ji merovê
rexnevan tê xwestin ku ew ji alavên xwe heqderketî be û rewşenbîr
be.
Rexneya avaker, an jî Rexnevanê ku bi sewiyeteke zanistî, rewşenbîrî
û rexnegeryane dinivîsîne û xwêner, weku regezê sêyemîn ji têkistê
re, du hîm û fakterên bingehîn in di prosêsa dahênerî û nedahêneriya
têkistê de.
Ango bi wateyeke zelatir, di prosêsa dahênvaniyê de, bêguman piştî
qûnaxa weşandinê, roleke xwe a berbiçav û bi bi bandor dileyizin û
bê van herdu Fakteran bêguman prosêsa dahêneriyê seqet û şikestî
dimîne.
Rêzdar Nezîr Se,îd di kurtenivîsa xwe de, a ku li ser hêja Xelat
nivîsandiye,
ew qet bi tu awayan têkiliyên wêneya bi rexneyê re tune ne, bêtirê
xwe kêşeke kesayetî ye û eger em babetê li ser vî astê ( Kesayetî )
jî binerxînin û rexne bikin, em dê bibînin ku rêzdar Nezîr sînorên
rêzgirtinê bi carekê re derbas kirine!
Lê ji bo min wekî xwênerekî bi pileya yekemîn tiştê herî balkêş ew
e, ku Malpereke hêja mîna Malpera Tîrêj.net berhemeke wisa belav
dike!!?? Û di bin navekî nependî de.
Rêzdar Nezîr dibêje: “Xelat Ehmed temenê nivîsandina wê du sê sal
in, bi zimanê erebî xwe berda meydana helbestê, hin ji vir hin ji
wir xelkên ciwanmêr destên alîkariyê danê, ev helbest ji wê re
serast kirin; ew helbest hin jê qurmiçandin, ewê jî bi parçîmkirina
evan helbestan û bi ewî wêneyê xwe ê ciwan helbet ew paseporta wê bû,
xwe meşand, çavê xortan dagirt lewra şerm kiririn; berhemên wê jî
xistin nav berheman û navê wê jî bû helbestvan…tekez ko pêwendiya wê
bi her kesî re berjewendiya misoger e. Lê zû bi zû tête naskirin,
tev li wilo jî ew berhemên xwe dane ser hev li gel suretekî ciwan
şand ji kurdistana Îraqê re, çer ew jî çav li wêneyê ciwan kirin yek
ne kirin dido dîwanek ji wê re çapkirin, ta niha xelk panizdeh- bîst
sal dinivîsînin lê wilo zûbûna birûskê kesî berhemek çap nekiriye,
ne xeme em tev piştgiriya xort û keçên kurd dikin û dibêjin bela
pêşkevin… “
1- Dîwana Xelat Ehmed a bi navê ( Ûçikên berbanga tiryaqêاوشحة الفجر
الترياق )
ku di sala 2005 an de hatiye çapkirin, bi gumana min karekî herî
serkefti ye û
helbestek bejinbilind û hêja ye û hîmên dahêneriya wêjeyî û helbestî
tê de
diyar in û ev berhem weku ezmûn ne kêmî ezmûnên jinên helbestvan yên
Ereb in.
2- Di çi karî de be, dema merov ji karê xwe hes bike û bixwaze
serkeftî be, li
xelkê û bi tayîbetî kesên ku di wî karî de zîrek in guhdar dike û
berhema xwe
têxe nav destên wan ji bo careke dinê di bin çavan re derbas bikin û
kêm û
kasiyan jê hilînin, bi wateyeke din ev qet ne kêmasiyeke eger
hinekan
alîkariya Xelat Ehmed kiribe.
3. Her dahênerek dema karekî dike, bêguman jê re naskirin û navûdeng
gelek
pêwîst in, ku xwe bi xelkekî bide naskirin, an jî ji kêmasî wêneyê
xwe bi
berhema xwe re belav bike; û ev yek weku diyarde di nav hemî miletan
de
heye, lê eger Mamoste Nezîr evê yekê di bin sîwana olê de dipîve, wê
çaxê
ew babetek din e.
Rêzdar Nezîr wisa berdewam dike:
“ Xelat Ehmed li ser wilo ne rawestiya û xwest ko navekî din bi dûv
xwe bêxe, dîsa ji vir û ji wir xwe berda nîrê zêrîn nav kurmanciya
rengîn, tora bê xwedî û bê xwedan.. ya ko kes rişma kesî lê nagire,
lewra nivîskara me çend helbestên helbestvanin kurd wergerandin
zimanê erebî, û navê wergêrvan jî bi dûv xwe xist, berî çend rojan
ez matmayî mam dema min çend helbestên erebî di malpera rojava.net
de dîtin ko Xelat Ehmed ji erebî wergerandine bo kurdî, li gor ez
dizanim ko Xelat heya ko gotarekê bi kurdî dixwîne rojek ji wê re
divê û li gel ko nizane wata pirê gotinan jî, çawa ev helbest kirine
kurdî ez jî nizanim, “
Bêguman gaveke herî pîroz e dema nivîskarek ku bi zimanekî biyanî
dinivîsîne, li zimanê xwe yê dayîkê xwedî derkeve û hewil bide ku pê
binivîse û dê serkeftinek be ji helbesta Kurdî re eger Helbestvanek
mîna Xelat Ehmed ku wisa helbesteke xweş dinivîsîne ku bi zimanê
Kurdî binivîsîne.
Ji aliyê kêmûkasiyan ve bi taybetî di warê rastnivî û rêzmên de
kêmasiyên me tevan hene û tanî vê gavê û wekû ku me li jor destnîşan
kiriya, hîna em Kurdên ku bi zaraveyê Kurmanciya jorîn dinivîsînin,
rastnivîs û rêzimaneke standart nîne?!! Û gelo Mamoste Nezîr ji xwe
pirsiye an jî dizane çend şaşîtiyên rastnivîs û rêzimanî di deqê wî
de hene??
Ji aliyekî dîtir ve, wergerandin jî karekî herî pêwîst û giring e û
Pirtûkxaneya Kurdî di vî warî de gelek belengaz e, ya dinê
wergerandin zimanê merov bi hêz dike û pêş dixe, û wergerandina
helbestê ne karekî hesanî ye, îcar xweska rojê bi dehên berheman
bihatana wergerandin bo zimanê Kurdî û ez weku heskerekî zimanê
Kurdî hêvî dikim ku Xwîşka Xelat di vî warê wergerandinê de berdewam
be.
Bi kurtî ez dibînim, ku kurtenivîsa rêzdar Nezîr kêşeke kesayetî ye
û tu têkiliyên wê bi wêje û rexneyê ve tune ye.
Xala dinê ez wisa dipelînim, ku ev karên wisa bi vî reng û vê asteyê,
mixabin roj bi roj weku diyarde di Mediya Kurdî de cihê xwe digirin!!???
Bersiva Helbestvan û Nivîskar Selîm Biçûk li ser rêzdar Nezîr Seîd
http://www.rojava.net/02.07.2005%20SelimBicuk.htm