| |
|
|
|
RASTXWANDIN Û NIVÎSANDINA TÎPÊN KURDÎ |
|
rojava.net 11.08.2005 |
|
|
Kemal Tolan
Hêjayan,
ez
bi dilxweşî di gelek rûpelên malperên me Kurdan de dibînim ku
piraniya wan gelek giringiyê didine çanda me, xwandin û nivîsandina
Kurdî. Ez li gorî dîtina xwe dibêjim, ev karê wan erkekî netewî ye û
ji xwe li ser her kurdekî ferz e ku berî her tiştî xwe fêrî
nivîsandin û xwandina zimanê Kurdî bike. Bi dîtina min, ji ber ku
her yek ji me
li goriya îmkan û zanîna xwe fêrî nivîsandin û xwandina zimanê
dayîka xwe buye û hinek kêmasiyên
xwandin û nivîsandina
me hebin jî normal e.
Wekî
dinê ez jî li goriya piratîk û teoriya xwe gelekî xema çanda me
dikim û nabêjim ku ez jî zimanzanek im. Lê, gava ez li goriya
zanebûna xwe li hinek hevok an jî bêjeyên zargotinên me Êzdiyan û
sîhûyek deng(tîp)ên di elfabeya Kurdî de didime ber hevûdinê,
dibêjim, erê raste çend deng an jî herf ji elfabeya Kurdî kêm in. Ez
naxwazim niha li ser hemû deng an jî herfên(weke: Hε=Ĥ-ĥ,
kih- ke, teh-te, reh-re, a-ah-â ûwd.ê) ku di elfabeya me de kêm in
rawestim. Lê, ez dixwazim vêga çend nimûneyên navan li ber hevûdinê
birêz bikim û li gorî gumana xwe tîpeke ku kêm e jî weke
Є
(eh) û Ĥ(ĥe)nîşan bikim (yan jî meriv dikare van dengan bi tîpeke
dinê nîşan bike.) û bi xêra hebûna Înternetê vê pirs û gumana xwe ya
ku li ser fêrbûna tîp(herf), axaftin û nivîsandina Kurdî ji we
hêjayan bikim.
Vêca, ji kerema xwe re ka hûn jî guh û bala xwe baş bidine axaftin û
nivîsandina van nimûneyan, gelo hûn çi cûdatiyê di nava van
nimûneyan de dibînin?
|
Єh-ε |
E |
Ĥe =
Ĥ-ĥ |
H |
|
Li gorî ku ez dizanim di zargotinên me de, zelal xwanê ye ku,
em nikarin van navan bi tîpa E binivisînin an jî
bixwînin. |
Birênên û guhdarî bikin, wexta em van navan bi tîpa E
bi nivisînin an jî bixwînin, hingê mahna wan namîne an jî
mahna wan tê guhastin. |
Di zargotinên me de, zelal xwanê ye ku, em nikarin van navan
bi tîpa H bi nivisînin an jî bixwînin. |
Birênên û guhdarî bikin, wexta em van navan bi tîpa H
binivisînin an jî bixwînin, hingê mahna wan namîne an jî
mahna wan tê guhastin. |
|
Єdûl,
Єdlê,
Єdûlê |
Edûl,
Edlê,
Edûlê |
Ĥeso |
Heso |
|
Єfer,
Єfo |
Efer,
Efo |
Ĥekîm |
Hekîm |
|
Єgît |
Egît |
Ĥeyder |
Heyder |
|
Єledîn |
Eledîn |
Ĥalêmin |
Halêmin |
|
Єlî |
Elî |
Riĥan |
Rihan |
|
Єlimdar,
Єlimzan |
Elimdar,
Elimzan |
Ĥesab |
Hesab |
|
Єlo |
Elo |
Ĥezo |
Hezo |
|
Єlûş |
Elûş |
Ĥezar |
Hezar |
|
Єmer |
Emer |
Ĥeqo |
Heqo |
|
Єreb |
Ereb |
Fesîĥ |
Fesîh |
|
Єslîxan |
Eslîxan |
Suĥûd |
Suhûd |
|
Єvdal,
Єvdê |
Evdal,
Evdê |
ûwd. |
ûwd. |
|
Єvdile,
Єvdo |
Evdile,
Evdo |
|
|
|
Єvşê |
Evşê |
|
|
|
Єwaş |
Ewaş |
|
|
|
Єwr,
Єwrê,
Єwrîn |
Ewr,
Ewrê
,Ewrîn |
|
|
|
Єyşan
|
Eyşan
|
|
|
|
Єyşê |
Eyşê |
|
|
|
Єyşo |
Eyşo |
|
|
|
Єzedîn |
Ezedîn |
|
|
|
Єzidîn |
Ezidîn |
|
|
|
Єzep |
Ezep |
|
|
|
Єzman |
Ezman |
|
|
|
ûwd. |
ûwd. |
|
|
Gava hûn
karibin şîrove û nêrîna xwe çi posîtiv an jî negativ ji bo raya
giştî di malpera xwe de bi weşînin an jî ji min re bişînin, ezê
gelekî dilxweş bivim.
Hêvîdar im hûn
di saxî, kar û armancên xwe de her serketî bin.
Silav û hurmet
|
|
|
المقالات
المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع |
|
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE |
|
|
|