| |
|
|
|
R
a s t n i v î s |
|
rojava.net 11.08.2005 |
|
|
Hüseyin
Kartal
1.
Destpêk
2.
Polîtîka ziman
3.
Kurmancî
3.1
Rastnivîsa bêjeyan
3.2 Rastnivîsa hevokan
3.3 Rastnivîsa tîp û lêkeran
3.4 Rastnivîsa rêziman
3.5 Niqteşanî
4. Hin têz li ser zimanê Kurdî
1. Destpêk
Rastnivîs[1](Orthographie)
bingeheke girîng e ji aliyê rêziman û ji bo xweşnivîs û
xweşpeyvînê[2](Rhetorik).
Elîfbê latînî[3]
ji bo zimanê Kurdî hemû zaravan, ji elîfbên din asantir e û
astengiyên wî kêmtir in. Ger em li rastnivîsa hin zimanan
binêrin, emê bibînin ku tîp ziman giran dikin, lê divê tîp wisa
zelal bên neqandinê ku ziman sivik bibe. Hin ziman hene (mîna;
Çînî, Farsî ûwd.)[4]
gelek asan in, lê ji aliyê rastnivîsê neqandina tîpan ew giran
kirine. Hîç zimanek tune ku mirov bikaribe li ser bingeha nivîsê
sedîsed rast bixwîne. Tenê hin ziman nivîs û rastnivîsa xwe wisa
zelal kirine ku mirov zû fêr dibe û dikare bi asanî bixwîne.
Mirov dikare bêje ku rastnivîsa ziman bi gelemperî li ser 3
bingehan pêk tê: a. bi giranî dîrokî, b. tevlîhev,
c. bi giranî fonolojîk[5].
Rastnivîsa Kurmancî dikeve nav yên fonolojîk; spas ji Celadet
Bedirxan re li ser bingeha tîpên latînî ziman gelek asan kiriye[6].
2. Polîtîka Ziman
Ziman, ne tenê bi zaravên xwe re hin cudanivîs nîşan dide. Her
zarav di nav xwe de jî, cudayî nîşan dide[7].
Her ziman, zarav û devokên herî biçûk jî, di nav xwe de, cudayî
dihewînin. Ev ji bo ziman rewşeke sirûşt e. Li ser rastnivîsê
zelalî û pêşketina herî girîng, yekîtiya elîfba ye. Pirhejmariya
elîfbên zimanê Kurdî astengeke giran e, li hember hevtêgîştina
gelê Kurd di nav xwe de li aliyekî, li aliyê din jî, sedema
pêşveneçûn û jihevdûrketina zaravan e[8].
Çareserkirina vê rewşê li pêş hemû tiştî ye. Ger em nikaribin
berhemên[9]
hevdu bixwînin, emê nikaribin hevdu pêş ve bibin, raman û
pêşketina civaka xwe bînin cî.
Pêşvebirina rastnivîs bi yekîtiya tîpan, pêwîstî bi yekîtî û
tevlîhevkirina ziman nayne pêş. Yekîtiya ziman li ser bingeha
zaravên Kurdî derenca duyemîn, sêyemîn e. Zaravê Kurdî yê ku pêş[10]
ketibe jî, ji ber ku bi tîpên Erebî tê nivîsandinê, asteng û
pirsgirêkên li pêşiya yekîtiya ziman bi zelalî şanî me dide.
Tîpên Erebî ji aliyê Kurdên Bakûr, Başûra Biçûk û Sovyeta berê
nikarin bên xwendinê. Tîpên Latînî bên wergirtinê, ji bo Kurdên
ku bi tîpên Erebî hînbûne jî, zehmetî nade pêş; ew ji xwe piranî
bi fêrbûna zimanên biyanî mîna Ingilizî, Fransî ûwd. tîpên
Latînî dikarin bixwînin û binivîsin[11].
Piştî rastnivîs di zaravekî de, ber bi zelaliyê biçe, mirov
dikare zaravan, ber bi zimanekî yekgirtî bimeşîne. Di vir de,
pirsa polîtîka ziman çi be, xwe dixe pêş çav. Polîtîka ziman ji
aliyê zimanzanistî her tim asankirina ziman e. Ziman çiqas asan
û zelal be, ramananîna ziman, hevtêgîştin jî, ewqas baş pêk tê.
Pêşveçûna raman, pêşketina însan zûtir tê cî. Perwerde bingeheke
girîng, di nifşên civakê de digre. Mirov bikaribe ramana xwe
asan bîne ziman, zûtir digîje, civak zûtir fêr dibe û çand bi
bingehîn ciyê xwe digre.
3. Kurmancî
Rastnivîsa zimanê Kurdî zaravê Kurmancî[12]
roj bi roj ber bi rûniştineke bingehîn ve diçe. Gava mirov
cudanivîsên nivîskar, rojname û kovaran dide berhev; bêşik
newekhevî,[13]
lê pêşketin[14]
jî, tên dîtinê. Zimanek neketibe dibistanan[15]
û di ser hin nifşan de derbas nebûbe zimanê çandî û siyasî
zelalbûn û yekbûna wî li anegora vê rastiyê dereng dikeve.
Kîjan zarave dibe bila bibe ku em bînin ber çav û li anegora
pêşketina zimanên dewletî lê binêrin, pir kêmasî diyar in. Lê em
zimanê Kurdî çi zarava be jî, bidin ber hev, bi hin zimanên ne
dewletî ya jî, yên ne fermî, nemaze gelek yên fermî û dewletî jî[16],
emê pêşketineke mezin di zaravên kurdî de bibînin.
Ziman, bi jiyan ve, girêdayî ye. Têkiliya ziman heta ku bi
jiyanê ve girêdayî be, ew ziman dikare bijî. Rewşa pêşketina
zimanê kurdî bi hemû zaravan, dewlemendî ber bi çav dixe, ev jî,
deyndarê hêz û daxwaza gelê Kurd bi jiyanê ve ye[17].
Her çiqas kêmasî û nezelalî, di zaravên me yên din de hene jî,
emê xwe li ser zaravê Kurmancî[18]
kûr bikin. Hêvî ew e ku, di pêşerojê de, li ser hemû zaravan bi
giranî hûrbûn û lêkolîn pêk bê. Zimanê Kurdî zaravê Kurmancî, di
nav xwe de, ji aliyê rastnivîsê zelalî şanî nade. Sedema vê yekê
ne ziman bi xwe ye, lê ew kesên çand û ziman diafrînin, bi xwe
ne[19].
Gava em bixwazin ber bi zelaliyê biçin, yekbûna ziman, bi kêmasî
di nav zaravan de, ber bi pêş bixin, hin berbihevhatin pêwîst
dixuyê. Ziman jiyan e, jiyan dimeşe. Em bixwazin nexwazin bi vê
meşê ziman xwe zelal dike. Girîngî ew e, ku em rê li ber
zelalbûnê hê bêtir vekin[20].
Peşketina ziman bi çand û pêşketina teknîk ve girêdayî ye. Rola
rewşenbîrî xwe li vê derê şanî dide. Rewşenbîr, di beşê xwe de
kûr bixebite, karê xwe baş pêk bîne, çand firetir dibe, xwe bi
bêjeyên nûjen dixemilîne. Nivîskar beriya herkesî ji xwe re
wezîfe bibînin, dikarin bi nivîsîna Kurdî ziman fire bikin, pêş
ve bibin. Ziman ne tenê bi xebatên zimanzanistî pêş ve diçe,
piranî bi xebatên jiyana çandî pêş ve diçe.
Di zaravê Kurmancî de, rastnivîs bi du awayî xwe dide pêş me: 1)
Awayê Celadet Bedirxan, 2) Awayên din.
1) Awayê Bedirxan ji aliyê gelek Kurdan pêk tê. Mirov dikare bi
hin pêşniyazên li gora pêşveçûna demê, Bedirxan mîna bingeh
bigre. Eger Bedirxan ji bo zaravê kurmancî bingeh bê girtinê,
nêzîkbûn û zelalî ber bi wî be, paşê jî, Kurmancî û zaravên din
dikarin ber bi yekbûnek biherikin.
2) Awayê din: Ew kesên ku ne bi awayê Bedirxan dinivîsin jî, di
nav xwe de, ne yek in; bi gelek cureyan beş dibin, lê bi
bingehîn, ji aliyê rastnivîsê ve, di bin tesîra elîfba erebî û
kirilî[21]
de, mane. Di navbera wan hemûyan de, bi Bedirxan re, cudayî mîna
ku di nav wan de, bi xwe heye, ne mezin e. Cudayî ne tenê ji
aliyê tîp û rastnivîs e, lê ji aliyê rêziman e jî. Her çiqas ew
cuda binivîsin dîsa jî, di bin tesîra Bedirxan de ne. Tesîra
Bedirxan xwe ne tenê ji aliyê tîp, lê ji aliyê rêziman jî, şanî
dide.
Rastnivîs, di hemû zimanan de, pirsgirêkeke herî mezin e. Ji ber
ku rastnivîs ne tenê rastnivîsa bêje ye. Ji bilî bêje rastnivîsa
tîp, lêker, hevok, bi her awayî rêziman, niqteşanî ûwd jî,
pêwîst e zelal bibe.
Kurmancî, di dîrokê de, ciyekî taybetî digire. Li ser bingeha
devoka cizîra Botanê gelek eserên bi nirx hatine nivîsandinê.
Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, Kurmancî hêdî hêdî li ser
bingeheke xurt rûnişt: Ji aliyekî zimanê fermî yê kraliya
Berzencî bû, ji aliyê din jî, kovar û rojname bi vî zaravî
dihatin nivîsandinê. Rojnama Kurdistan ku di sala 1898 an de, li
Kahîrê dest bi weşana xwe kir, bi zaravê Kurmancî devoka Botanê
bû. Dema pêşveçûna nûjen, mirov dikare bêje bi Celadet Bedirxan
dest pê dike. Di dema şerê cîhanê yê yekemîn de, Bedirxan dest
bi çêkirina elîfbayekî Kurdî, tîpê Latînî kiribû. Elîfba, ji 31
tîpan pêk hatibû. Piştî ku kovara Hawarê bi tîpên Latînî bingeha
xwe xurt kir, hin kovar, rojname û nivîskarên din jî, bi vî
elîfbayî nivîsîn. Bi vî awayî Bedirxan bû bingeh ji bo zimanê
Kurdî zaravê Kurmancî[22].
Lê ji aliyê din jî, zaravê Kurmancî li Sovyetê, bingeha xwe li
ser elîfbê Latînî û Kirîlî li gora devoka Kurdên Ermenîstanê ava
kir. Piştî şoreşa Oktobrê, di sala 1928 an de bi elîfba Latînî
rojnameya „Riya Teze“ derçû. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn ev
elîfba bi elîfbê Kirîlî hate guhertinê. Sebep asanbûna çapê
dihate şanîdanê[23].
3.1 Rastnivîsa Bêjeyan
Li ser rastnivîsa bêjeyan zû bi zû zelalî çênabe, ji ber ku
gelek cûrbecûrnivîs ne ji şaşbûnê, lê ji devokan tê. Devok,
bêjeyan li anegora xwe bi lêv dikin[24].
Lê hin gotin hene ku mirov dikare bigîjîne zelaliyê[25].
Bêje, di Kurmancî de, dikarin cuda bên nivîsandinê, lê mane nayê
guhertinê. Kurdî zimanekî nerm e, dengê wî mîna muzîkê ye; ji
ber vê yekê jî, tîp dubare nayên nivîsandinê. Tîpên dubare[26]
ziman dişidîne, ev jî, nermiya Kurdî dişkîne[27].
Bêjeyên dubaretîp, bi piranî biyanî ne[28].
Pir caran bêjeyên biyanî jî, di Kurdî de, xwe nerm dikin û tîp
dubarebûna xwe winda dike. Lê hin devok bêje hişk bi lêv dikin.
Di peyvê de hişk bê ziman jî, divê di nivîsandinê de xwe nerm
bike, bi yek tîpî bikeve nivîsê. Hin kes „pirr“[29]
bi du „rr“ bi lêv dikin. Ger mirov bixwaze „pir(eh)“
ji „pirr“ cuda bike, divê ew ji mana hevokê derkeve, ne
ji zêde û kêmkirina tîpan. Zêde û kêmkirin li gora dilê xwe
mirov nikare çêbike; wisa be, ne tenê gotinek, gelek gotinên din
jî, divê bên guhertinê[30].
Di Kurdî de li ser rastnivîsa bêje[31]kaosek
heye. Ev kaos hem ji nivîskaran hem jî, ji zêdebûna devok û
zaravan tê. Her yek ji me li herêmek, bi zaravek yan jî, bi
devokek mezin dibe. Mirov carek bi devokek hîn bibe, xweguhertin[32]
zor e.
3.2 Rastnivîsa Hevokan
Hevoksazî, di bin tesîra hin zimanên biyanî de maye. Carcaran
gava hin kurd dipeyivin, mirov dibêje qey ew ne kurdî lê
zimanekî biyanî dipeyivin. Ger ev, ji çandguhertina civakan
bihata, wê tu gotina me li hember tunebûya; lê rewş ne wisa ye.
Rewş ew e, ku gelek kurd bi zimanê xwe baş nizanin û bi
rêzimanên zimanên din dipeyivin. Pir caran formên devokî yên
herêmî ji aliyê nivîskar û zimanzanan pêk tê[33].
Mînak hevoka „min kurek heye“/“min keçek heye“/“min bira
hene“/“min pere heye“ ûwd. Ev form devok e, ne pêwîst e ku
mirov bixe nav nivîs û zimanê „bilind“. Bi nivîs: „kurekî min
heye“ / „keçeke min heye“/“birayên min hene“/“perê min heye“
ûwd.
Ji aliyê daçek û paşdaçek[34]
(Pre- und Postposition) jî, zelalî pêwîst e. Hin nivîskar[35]
û zimanzan bi hev re, hin jî, cuda dinivîsin. Hinek jî, tevlîhev
in, hem cuda, hem bi hev re dinivîsin[36].
Hevoksazî di ziman de, ciyekî taybetî digire. Hevok baş saz
nebe, giyana ziman nede; raman jî, zelal nayê ziman. Hevoksazî
bi xweşpeyvîn û xweşnivîs jî, girêdayî ye. Xweşpeyvîn û
xweşnivîs(Rhetorik) ji bo têgiştineke asan, raman û fêrbûna
zelal pêwîst e. Hevoksazî, ne bi form tenê girêdayî ye, bi
neqandina bêje û naveroka peyvê jî, ji nêzîk ve girêdayî ye.
Hevok çiqas kin û zelal be, lihevhatî be, raman ewqas ji
têgîştinê re vekirî dibe. Di gelek zimanan de, xweşpeyvîn û
xweşnivîs mîna beşekî zanistî ciyê xwe girtiye. Ji ber ku em hê
di destpêka zelalkirinê de ne, em dikarin bingeheke xurt ava
bikin.
3.3 Rastnivîsa Tîp û Lêkeran
Diyar û zelal e ku 31 tîpên latînî yên ji aliyê Bedirxan,
bingeha wan ji bo zimanê Kurdî hatiye danîn, çi zarav dibe bila
bibe têr dike. Ziman tenê bi tîpan nikare bê bi lêvkirinê. Tîp
tenê ji bo alîkariyê ne[37].
Deng (Phonetik) mîna mirov bixwaze bi tîpan nayê ziman, divê
mirov ziman guhdarî kiribe daku mirov baş tê bigîje. Em bi vî
awayî li ziman û fonetîka zimanê Kurdî binêrin, emê bibînin,
bibîsin ku deng û tîp gelek mîna hev in, lê ne yek tişt in. 31[38]
tîpên latînî ji bo hemû zaravên Kurdî gelek baş têr dikin. Divê
mirov tîpan kêm bike, lê zêde neke. Zêdebûna tîpan ziman giran û
teng dike, fêrbûna ziman zor dike.
Lêkerên kurdî zaravê kurmancî dikarin bi sê awayî bên
nivîsandinê: a- Lêker mîna lêker, di kişandina
deman de cuda tên nivîsandinê, eger hevedudanî ji gotineke bi
mane ji nav, ya jî, dîrokî pêk hatibe[39]:
„ez kar dikim“, „ez hînî zimanê kurdî dibim“, „em dest pê
dikin“, „ew dest jê berdidin“ ûwd. b- Lêker
mîna nav bi hev re tên nivîsandinê: „destpêkirina karê sibê“,
„karkirina te“, serjêkirina zarok û jinan“, „serhildana gel“,
c- Lêker, di demên pasîv de, bi hev re tên nivîsandinê û
„ê“[40]
lê zêde dibe. Mînak: „av tê vexwarinê“, „ders hatiye
belavkirinê“, „gund hatiye valakirinê“
Lêkerên Kurmancî hê tevlîhev[41]
dixuyên, ji ber ku ji gelek devokan pêk tên. Di hin devokan de,
lêker mîna hev nayên nivîsandinê, ji ber vê jî, cudanivîs xwe
dixe pêş. Lê ev rewşeke normal e. Bi zelalbûna ziman wê lêker jî
ber bi yekbûnê ve biçin. Lêker gelek cuda ne, hem ji aliyê
naverok hem ji aliyê hevoksazî (Syntax) hem jî, ji aliyê
formzanî (Morphologie). Wekî din di nav xwe de bi gelek curî beş
dibin[42],
lê bi bingehîn mirov dikare bike çar beş: Lêkerên bingehîn,
(Vollverb) Lêkerên kawzatîf (Kausativ), Lêkerên rewşê
(Modalverb), Lêkerên alîkar (Hilfsverb). Ew jî, di nav xwe de
beş dibin, mîna têper (Transitiv), têneper (Intransitiv),
hevedudanî (Kompositum), veqetandî, (trennbar) neveqetandî
(nicht-trennbar) ûwd. Lêkerên hevedudanî jî, dîsa bi gelek
cûreyî beş dibin. Lêkerên daçekên wan pêşkîtelêker
(Verbalpartikel) bin, pêşkîtên[43]
wan pê re tên nivîsandinê. Wekî din di lêkerên hevedudanî de
daçekên pêşkîte ji nav, daçek û paşdaçek ûwd. pêk hatibin, hemû
cuda tên nivîsandinê.[44]
3.4 Rastnivîsa „Rêziman“
Rastnivîsa rêziman, rastnivîsa hemû beşên ziman e. Li vê derê bi
„Rêziman“ mebest bi giranî formzanî (Morphologie) ye. Rêzimanê
kurmancî heta deverekê zelal bûye.
Dîsa jî, gelek nezelalî tê de hene. Ev nezelalî pir caran ne di
rêziman de, lê di kesan de ye.
Rastnivîsa form „di/bi/ji...re/de/ve“ be. Divê lêkera
bûnê cuda bê nivîsandinê[45].Eynî
tîp hîç dubare nebe, ne di kempirandinê (Komparativ) de, ne di
bilindkirinê (Superlativ) de, ne jî, di formekê din de. Pasîv[46]divê
timî bi kişandina lêkera „hatin“ê bê nivîsandinê. Bi devkî mirov
dikare „wer(în) jî, bi kar bîne, le ne bi nivîs. Zelalî çêtir li
ciyê xwe rûdinê, ger tîpa „h“[47]
ku di devoka Botanê, gelek bêjeyan de heye, neyê nivîsandinê. Li
tîpan îşaret zêde nebin, yên hene bes in. Gava mirov Kurdî nûjen
dike, li ser bingeha giyana zimanê Kurdî, rêziman û etîmolojiya
ziman çêbike.
Tewandina navên nêr[48]
ne pêwîst e. Wek tê zanîn, gava di navên nêr de „a“ û „e“
hebe, di tewangê de dibe „ê“ (hin devok: „î“). Lê
mirov dikare bê tewangê jî, bi lêv bike û ne şaş e.
Hemû formên pevgirêk (Kopula) û cînavên paşdanî (enkl.
PersPron.) ger ne bi lêkeran bin, cûda tên nivîsandinê. Di
kişandina lêkeran de hemû paş û pêşekên rêzimanî bi lêkeran re
tên nivîsandinê, çi rêziman, çi pevgirêk (Kopula) di hemû deman
de bi lêker ve tê nivîsandinê[49].
3.5 Niqteşanî
Di niqteşanî[50]
de, tiştê girîng dabir (,) e; ji aliyê pir kesan dabir
rast nayê bikaranînê. Pêşniyaza min ew e, ku dabir (,) her tim
piştî „jî“ pêk bê. Mînak: „ez jî, têm“ / „hun
jî, diçin“. Piştî „jî“ her tim bînek tê danê, dabir hebe
xwandin zelaltir dibe. Pir caran pêş û paş: „ji/di/bi...de/re/ve“
dabir pêk bê, jihevxistina hevokê asantir dibe. Pişt û paş „ku“
/ „û“ dabir pêk neyê çêtir e.
(;) Niqtedabir; gava hevok naqede û naverokeke nû li pey
bê, tê xebitandinê. Işaretên ku li ser gotin û hejmaran bilind
dibin, wan ji hev diqetînin, di zimanê kurdî de, ne pêwîst in[51].
Serenav bi tîpên mezin dest pê dikin. Bêjeyên navên taybetî,
mîna navên pirtûk, kovar, rojname, nivîsên pankartan ûwd. bi
tîpên mezin dest pê dikin û nayên tewandinê[52].
4. Hin têz li ser Zimanê Kurdî
1.
Bi çi awayî dibe bibe, nivîsandina zimanê Kurdî, hemû zaravan,
pêşketina civaka Kurd bi xwe re tîne. Mirov dikare bibêje ku
hemû Pirtûk, kovar, rojname û nivîskarên bi Kurdî dinivîsin,
berjewendiyeke mezin digîjînin civakê. Bi vê girêdayî, ger
nêzîkbûn bi kêmayî di warê yekbûna rastnivîsê de bi cî bê,
xurtbûn û pêşveçûn zêde dibin.
2.
Dubarekirina tîpan, ziman ji aliyê ahengê ve teng dike,
dişidîne. Hevoksazî divê li ser bingeha xweşpeyvîn û xweşnivîs
(Rhetorîk) û rastnivîsê (Orthographie) pêk bê.
3.
Tîpên latînî ji bo hemû zaravên Kurdî bingeh in.
4.
Ji aliyê niqteşanî û formên rêziman lêkolîneke kolektîf,
xebateke sazimanî-akademîkî pêwîst e. Rastnivîs, ji aliyê
naverok ne tenê karê kesan e, karê saziyan e. Kes û sazî bi
hevxebateke rast dikarin ji bin bar derkevin.
5.
Kesên li ser beşekî ziman bi taybetî dixebitin, agahdariyên wan
ji hev hebe û ber bi saziyeke netewî ya ziman bimeşin, ji bo
nêzîkbûna yekîtiya ziman pir baş dibe.
6.
Zanistî, metod û disîplîna xebat e. Bê hûrkolîn û lêkolîneke
bingehîn afirandina berhemên zanistî ne mumkun e. Kesên li ser
eynî beşî dixebitin dikarin di nav xwe de, li ser bingeha xebata
zanistî têkilî deynin û alîkariyê bidin hev. Di pêwendiya
zanistî de „ez, ya min“ ciyê xwe dide „em, ya me“ û
kolektîvîzmê. Bi vî awayî rastiya yekîtiya çand û ziman
derdikeve pêş û serkeftin asan dibe.
7.
Rewssenbîr, ji bo pêşveçûna netewî, ne tenê bi karê xwe fêdekarî
dikin, ger pêwîstiya pêşveçûnê tê de hebe, ramana xwe jî, da nav
kolektîvîzmê de dihelînin. Fêdekariya kesayetî, nefsbiçûkî civak
radike ser xwe, bi pêş ve dibe. Rewşa ramanparastin ji aliyê
karê zanistî pir caran ne pêş, paş ve û ji civakê dûr dixe.
Zanyarî û mezinî ew e ku mirov ne tenê kêmasiyên kesên din, lê
yên xwe jî, hem bibîne û hem jî, bi xwe tilî dane ser kêmasiyên
xwe.
Çavkanî
BALI, A. (1992), Rêzimana Kurdi, Türkçe Açiklamali Kürtçe
Dilbilgisi, Istanbul.
BEDIRXAN (1986) Celadet, LESCOT, Kurdische Grammatik
(Kurmancî-Dialekt), Bonn.
BEDIRXAN (1994) Celadet, Bingeha Gramera Kurdmancî, Stockholm.
BEDIRXAN (1971) Kamran, Desöotpêka Xwendinê-Rêzana Zmanê Kurdî
(Perçeyên Bijarte), Paris.
BIÇûK, Selim, (Xebatên neçapkirî)
DUDEN (1963)
Das Herkunftswörterbuch (Eine Etymologie der deutschen Sprache),
Mannheim.
HAJO (1982)
Zaradached, Indo-Iranische Sprachstudien (Innaugural-Dişertation),
Berlin.
IZOLI (1987)
D., Ferheng (Kurdî-Tirkî, Tirkî-Kurdî), Den Haag.
KARTAL
(1991) Hüseyin, Das Kurdische Verbum, Eine Kontrastive
Darstellung mit dem Iranischen, Berlin (unverl. Arbeit).
KARTAL
(1992) Hüseyin, Navên Kurdî, Kurdische Namen, OsnabrücKURDO
(1981) Qanatê, Zimanê Kurdi Frankfurt/M
KURDO (1990) Qanatê, Gramera Zmanê Kurdi, Kurmanci-Sorani,
Stockholm.
LEXIKON
(1988) Sprachwişenschaftlicher
Termini, Leipzig (2.unveränderte Auflage, Hrsg: Rudi Conrad).
LÖFFLER
(1990) Heinrich, Probleme der Dialektologie-Eine Einführung,
Darmstadt (3. durchgesehene und bibliographisch erweiterte
Auflage).
MATRAS
(1989) Yaron, Probleme der Sprachstandardisierung-Am Beispiel
der Orthographie des Kurdischen (Magisterarbeit), Hamburg.
NEBEZ (1975)
Jemal, Die Schriftsprache der Kurden, in: Acta Iranica Leiden (Monumentum
H.S.NYBERG).
NEBEZ (1976)
Jemal, Zmanî Yekgirtûy Kurdî, Amberg.
SAGNIC
(1991) F. Huseyn, Hêmana Rêzimanê Kurdi, Istanbul.
SAGNIC
(1991) F. Huseyn, Pêşeriya
hewisina zmanê kurdi, Istanbul.
SEMO, Ereb,
Dimdim 1983-Stockholm, Jiyana Bextewar 1990-Stockholm, Sivanê
Kurd 1990-Köln.
TORI (1990)
Rêziman, Leuven.
UZUN, Mehmed,
Tu 1984-Stockholm, Siya Evînê 1992-Istanbul, Rojek ji Rojên
Evdalê Zeynikê 1992-Istanbul, Destpêka Edebiyata Kurdî
1992-Ankara, Hêz û Bedewiya Pênûsê 1993-Stockholm.
WENDT (1987)
F.Heinz, Sprachen-Fischer Lexikon, Frankfurt/M.
WURZEL
(1992) Petra, Kurdisch in 15 Lektionen, Köln.
ZILAN, Reşo, Reformek Pêwîst e (di: BERGEH 1-6, 1989-1991).
------------------------------------------------
[1](Orthographie;
latînî: orthographia, yunanî:
orqograjia,
mana gotinê: orthos „rast / maf“, graphus „nivîs /
nivîsîn“) Duden-Das Herkunftswörterbuch, Mannheim
1963, r.485 / Etymologisches Wörterbuch des Deutschen, Band
3, 1989 Berlin, r.1211)
[2]Binêre:
LEXIKON
Sprachwissenschaftlicher Termini, (Hrsg. von Conrad, Rudi)
Leipzig 1988 (2.unver. Aufl.), r. 199.
[3]Elîfba
Latînî fonolojîk e; deng û nivîs hevdû dixemilînin.
[4]Ingilizî
jî, bi tîpên latîni tê nivîsandinê, lê ji ber ku awanivîsên
xwe yên dîrokî bernedaye, dîrokî ye. Fonolojî û dîrokî di
nav xwe de dihewîne, ji ber vê yekê jî, mirov dikare bêje
tevlîhev e.
[5]WENDT:
1987, r. 206-211. / b. Phonologie: LEXIKON
Sprachwissenschaftlicher Termini, (Hrsg. von Conrad, Rudi)
Leipzig 1988 (2.unver. Aufl.), r.178-179.
[6]BEDIRXAN
tîpên Latînî bingeh girtiye, lê bi zêdekirina hin îþaretan
tîp li anegora fonolojiya ziman guhertiye. Tîpên zêdekirî ev
in: „ê, û, î, ç,
þ“.
Pir zimanên din jî, gava tîpên latînî girtine, li anegora
zimanê xwe guhertine, hin ziman, ji dêvla ku niçik (` ´)
bixine bînî, xistine ser tîpan: „ š, c“ ûwd.
[8]„Pirsgirêkên
ku îro derketina pêþiya
zimanê Kurdî, pircure ne. Ew ne bi tenê bi nivîsîna bi tîpên
latînî, lê belê bi pirsên têvel yên zimannasiyê
ve girêdayî ne. Pirsgirêken ku bi nivîsîna latînî ve
girêdayî ne, di nivîsîna kurdî ya bi tîpên erebî de nahêne
pêþ.
Ji ber ku bi latînî nivîsîn, mirov mecbûrî hin qaîdeyên bi
hev re yan jî ne bi hev re nivîsandinê dike. Lê, ji ber ku
alfabeya erebî ne alfabeyeke fonetîk e û ew xwedî
pêkhatineke movikî ye, çû qaîdeyeke wê ya bi hev re yan jî
ne bi hev re nivîsandinê tune ye. Ew ji aliyê bikaranîna nîþandekan
(interpunktion) ve jî, wek zimanên din, ne xwedî qaîde û
tecrubeyên kevneþopî
û rûniþtî
ye.“ ZILAN 1989, (Bergeh 1) r. 85.
[9]Li
baþûrê
Kurdistanê berhemên gelek hêja li ser ziman, dîrok, wêje ûwd.
hatine afirandinê, lê piranî Kurd ji wan bêpar in, ji ber ku
bi tîpên Erebî ne. Em nikarin ji Kurdan daxwaza fêrbûna
tîpên Erebî bikin, ji ber vê yekê jî, pêwîstî bi
wergerandina hin berhemên hêja bi tîpên Latînî heye.
[12]„Kurdên
Kurdýstana
Týrkýyê
(welatên Diyarbekýrê,
Mêrdinê, Hekariyê, Býtlisê,
Mûþê,
Wanê, Erzerûmê, Dogubeyazedê, Erzincanê, Xarpûtê), kurdên
Kurdýstana
Iranê (lý
nehiyên Xorasanê, rojava gola Urmiyê), kurdên Kurdýstana
Iraqê (welatên Mosulê, Akrê, Zaxo, Amadi, Dehok û çiyayên Sýncarê),
Kurdên Kurdýstana
Sûriyê (nehiyên Qamûþliyê,
Efrin, Hesiç û çiyayê Kurd), Kurdên Sovetistanê dipeyivýn
bý
kurmanci; kurdên zaza ji tevi zazaki qýsmek
bý
kurmanci ji dýzanýn
û dipeyivýn.“
(KURDO: 1990, r. 8)
[13]Hin
kes li gora devoka xwe ya herêmî ziman dinerxînin. Eger
mirov ne li gora konsepta devokên wan bilive, kurdiya pêk tê,
ji binî de
þaþ
dibînin. Ziman bi çi devokê be bila bibe, ne
þaþ
e. Mirov nikare cudayiya devokî mîna „nerast“, „þaþ“
þanî
bide. Kesên li ser ziman bawerî berepêþ
dixin, piranî bi xwe ne zimanzan in, ji ber vê yekê jî,
nirxandin û rexnegirtina wan ne bi pisporî û zanistiya
metodan e. Hin nivîskar hene, bi salan serê xwe bi ziman êþandine,
lê ne mîna pisporên, ku bi metodîk li ser ziman xebat kirine,
mîna kesên xebatê ji kêmbûna zimanzanan mîna hobî girtine
ser xwe. Ev rewþ
li ser pêþketina
nivîskarên zimanê kurdî tesîreke negatîf kiriye û dike jî.
[14]Lêkolînvanên
Kurd yên ku bi metodên zanistî dixebitin kêm in. Bi taybetî
di zimanzanistî de berhemên nû piranî ducarkirina karê berê
ne. Her du birayên BEDIRXAN (bi giranî Celadet) bingeha
zimanê Kurdî danîne, ger mirov bixwaze li ser ziman bixebite,
divê berhemên nûjentir, pêþketîtir
bide. Di salên dawî de hin xebatên pêþketî
hene, lê têr nakin, mîna: HAJO 1982, r.152-294,
Xebatên Mamoste NEBEZ, hin nivîsên R. ZILAN, rojnama WELAT
ûwd. Divê em li vê derê navê Ferhenga îZOLî 1987 jî, bînin
ziman ku ji aliyê firebûna ziman de xizmeteke giranbiha ye.
[15]Ji
dervayê zaravê Soranî, Kurdî li ser bingeheke rast nebûye
zimanekî dibistanî. Perçebûn û bindestiya Kurdistanê rê li
ber pêþveçûna
gel û ziman bi hemû zaravan girtiye.
[16]Zimanê
Tirkî, zimanekî fermî û dewletî ye, lê gava mirov bi Kurdî
dide ber hev qelsî û kêmasiyên wî yên têgîþtinê
ji yên kurdî zêdetir in. Ev rewþ
ji bo gelek zimanên din jî, mîna yên Kafkazî, Efrîkî ûwd.
derbas dibe. Zimanên Kafkazî ji aliyê gelkêmî û teknîkê, yên
Efrîkî jî, mîna Kurdî ji ber kolonyalîzmê ji pêþketineke
xurtir bi paþ
ve mane.
[17]Gel
û jiyan gelek nêzîkê hev in, bi hev re girêdayî ne. Gelê
Kurd jiyan bi xwe ye. Xurtbûna çand û ziman li aliyekî, lê
daxwaza jiyan û pêþketin
ji aliyê gel ve, ziman heta roja me daye jînkirinê.
[18]Rastiyeke
jiyana Kurd heye, ew jî, ev e ku dem bi dem hin zaravên
Kurdî ji yên din pêþdetir
dikevin (NEBEZ1975,
r. 108-120): Ev jî, bi têkoþînê
ve girêdayî ye. Rewþa
dema tê de yî, zimanê Kurdî zaravê Kurmancî pêþ
dixe. Pêwîstî ji aliyê zanîstî, pêþvebirina
hemû zaravên Kurdî heye. Divê em li ser hemû zaravên xwe bi
çandî û lêkolînî bisekinin, binirxînin, pêþ
ve bibin. Min li vê derê giranî daye ser Kurmancî lê ev nayê
wê manê ku ez li ser zaravên din nasekinim. Pirsgirêk li vê
derê kêmbûna demê ye. Wekî din li ser hemû zaravan xebat bi
eynî giraniyê pêwîst e.
[19]Di
Kurdan de, sazî pey kesan tên. Kes xwe ji sazî girîngtir
dibînin û dixin pêþ
saziyan. Ev rewþ
rast e ji bindestiyê tê, lê bingeha xwe dide eþîrparastin
û xwespartina eþîrî.
Bindestî û pelixandina netewa Kurd, aliyek ji eþîrên
xwe bi xwe, ji aliyê din jî, dijmin kesayetî li ba kurdan
biçûk hîþtiye;
nehîþtiye
ku kesayetiyên netewî yên mezin zêde derkevîn û xweparastin
piþtî
sazî û dezgehên netewî bi cî bidin girtinê. Ji dêvla sazî û
hebûnên netewî, hebûn û otorîteya eþîran
û kesên eþîran
xwe dane pêþ.
Kesek serê xwe bi tiþtek
êþandibe,
li ser xebitîbe, xebata xwe - rast e bi asanî pêk nehatiye -
xistiye rewþa
parastineke teng. Xwe ji rexnan re vekirî nehîþtiye,
girtiye. Berbihevçûn û sazîdanîna netewî, di nav „otorîte“
ya kesane de winda bûye. Pir caran, ew kesên ku xwe otorîte
hesibandine ya jî, hatine hesibandinê, bi xwe jî, ne pisporê
karê ku kirine, bûne.
[20]Hin
„zimanzan“ xwe pispor dibînin û naxwazin ji gotinên xwe
dakevin jêr. Gava mirov wan rexne dike, xwe ji mirov dûr
dixin û nêzîkê karê xurtkirina berbiheviyê nayên. Bi
avakirina saziyên netewî, pêwîstî bi guhertina pozîsyonên
þexsî
heye. Pozîsyonên
þexsî baþ
in, ger amade bin xwe di nav yên netewî de bihelînin.
[21]Tesîra
elîfbê Erebî xwe di kêmkirina tîpan de, ya Kirîlî jî, xwe di
zêdekirina tîpan de,
þanî dide.
(Binêre: SAGNIÇ I-1991 / II-1991, KURDO 1981 / 1990).
[23]KURDO
1981, r. 146 / MATRAS 1989, r. 6 / BALI 1992, r. 28
[24]Mînak.....(jîn
/ jiyan, çiya / çîya). Eger tîpên „î“ û „ê“
piþtî
tîpa „y“ bên, dibin „i“, xwe tenik dikin.
Mînak: „jîn / jiyan“, „cî / ciyê min-cihê min“,
„Kurdî / Kurdiya Botanê“ ûwd. Ger tîpa „î“
veqetandî bê nivîsandinê, dikare mîna xwe bimîne: „ev
gundî ye“, „ tu rêwî yî“ (b. BEDIRXAN 1986,
1994).
[25]Di
zimanê Kurdî de, çi zarav be jî, bi dîrokî tenê tîpên „st“
û „sp“ bi hev re tên nivîsandinê.
Wekî din hemû
bêjeyên din „i“ digrin nav xwe.
Mînak: „zman“ /
„ziman“, „jmar“ / „jimar“, „gran“ / „giran“, „brîn“ /
„birîn“ ûwd. Hin nivîskar û zimanzan tevlîhev dinivîsin,
piranî guh nadin rastnivîsa gotinên wisa. Hinek jî, (b.
SAGNIÇ 1991) tîpa „i“ ya di pêþkîteya
gotinan de, hîç nanivîsin. Sedemên nivîsandina wisa ji bilî
tesîra Erebî, ji min re ne diyar e. Bêjeyên bi „st“ û
„sp“ dikarin di pêþkîteyê
de tîpa „i“ nehewînin, ev form ji aliyê dîroka
etîmolojî rast e. Mînak: „spas“, „spar(tin)“, „stîn“,
„stan(din)“,„stêrk“, „stûn“, „stran“, „stirî“ ûwd. Li
gora min mirov dikare tîpa „i“ bixe nav tîpên „st“
û „sp“ jî, daku ji aliyê form di rastnivîsê de zelalî
bêtir bê cî.
[26]Mînak:
„pir/pirr, ker/kerr, xurtir/xurttir“.
[27]Zarave,
bi taybetî devok, li gelek ciyan mîna zimanê kesên nezan,
zimanê gundiyan hatiye dîtin û „ronakbîr“ nexwastine xwe
nêzîkê devokan bikin. Baweriyeke rewþenbîriya
hin welatan li ser devok û zarave ew bûye ku kesên gundî
ziman hiþk
tînin ziman. Rastiyeke sirûþtî
jî, di vî warî de xwe dide pêþ
ku ferq di navbera axaftina gundên çiyayên bilind û deþtan
de heye. Rewþa
jiyanê tesîr li ser ziman jî, dike. (LÖFFLER 1990, r.37-39.)
[28]Mînak:
„fiil / fêl, saat / saet, ciddî / cêdî“ ûwd.
[29]b.
Rojnama WELAT, kovara NûDEM
ûwd.
[30]Mînak:
„here / herre!“, „pirtûk / pirrtûk“, „paþîv
/ paþþîv“,
„yekîte / yekkîte“, „tt“ / „kk“ / „rr“, „þþ“
/ „ll“
ûwd.(BEDIRXAN 1994, r.22). R. ZILAN pêwîst dibîne ku tîp
dubare bibin, piranî jî, di kempirandinê de. Ew „tir“ mîna
formanseke bi serê xwe dibîne û kêmkirina wê qebûl nake. Di
vî warî de dixwaze BEDIRXAN „rast“ bike, lê bi baweriya min
rêzimanê Kurdî ne ji aliyê fonetîk, ne jî morfolojî heq nade
ZILAN.
Binêre: ZILAN 1989-I-, r. 86-87.
[31]„Ji
aliyê rastnivîsê de, divê her perçeyeke daçekên ku ji yekê
bêtir peyvan pêk dihên, cihê û bi tena serê xwe bêne
nivîsandin. Ji ber ku her perçeyek jê xwedî mane û
naverokekê ye û peyvên serbixwe ne. Ji lewre; „ji bo, ji
ber, ji rex, ji nik, ji bin, ji hev, ber bi, li ba, li ser,
li bin, li hev di gel“ (ZILAN 1989-II-, r. 75).
Ev bêjeyên han û gelekên din dikarin bi hev re bên
nivîsandinê: „nemêr / serjin / fêmker / binavkirî /
berbihev / bêbask / bêbext / bindestî / hevber / hevreng /
ducar / dubar / tukes / tutiþt
/ herkes / hevbend / hevbeþ
/ hevpar / pirkes / hertiþt“
lewre / daku / binav / bênav“ ûwd. Hê gelek bêjeyên
din hene, ew jî, dikarin bi vê metodê bên nivîsandinê. Mana
wan cuda û ew bi serê xwe bin jî, ger bêje mîna nav be, bi
hev re tê nivîsandinê: „Zehmetkêþ,
nivîskar, karker, cotkar, pîrejin, kalemêr, dilxwîn,
cîgerxwîn, dilperitî,
þahmaran,
guhdar, balkêþ
...“. Ji bo etîmolojiya nav û bêjeyan binêre: KARTAL 1992,
r.
59-126.
[33]b.
WURZEL 1992, KURDO 1983 û 198ý,
ZILAN 1989-I-,
þEMO 1983
/ 1990-I,II-, (UZUN, zimanê wêjeyî baþ
pêk tîne, lê dîsa jî, ji aliyê rêziman û rastnivîs gelek
tevlîhevî û kêmasiyan dike, pir caran devok ciyê kurdiya
nivîskî digre, b.: 1984, 1989, 1992-I,II-, 1993 ûwd.), Li
ser nivîskarên din divê bi taybetî bê sekinandinê. Ji ber ku
di warê rastnivîsê de, nivîskar piranî ne zelal in,
tevlîhevî heye.
[34]Termên
rêzimanî ne zelal in, herkes bi awayek pêk tîne, ji ber vê
yekê ji bo têgîþtinê
carna termên Latînî pêk tînim. Xebat li ser zelalkirina
termên rêzimanê heye, hevî pêþvebirin
e.
[35]LÖFFLER
1990, r. 12-13, di zimanên din de jî, ne tenê di zaravan de,
nivîskar, bi zimanê bilind jî, pir caran ne mîna hev
dinivîsin
[36]„di...re/de/ve“,
„bi...ve/re“, „ji...de/re/ve“.
KURDO, SAGNIÇ hin nivîskar bi hev re / BEDIRXAN, HAJO, BALI,
ZILAN, TORI, BIÇÛK û gelekên din cûda dinivîsin lê hinek ji
dêvla „e“, „a“ dinivîsin, „di/bi/ji....ra/da/va“.
[37]LÖFFLER
1990, r.72-95.
[38]KURDO
36 heta 38 tîpan dihesibîne. Ew hin îþaretan
li ser tîpan zêde dike. Mirov tesîra elîfba kirilî ji
aliyekî, ji aliyê din jî, tesîra tîpwergera (Transkription)
zimanê zanistî dibîne.
[40]KURDO
û kurdên Sovyeta berê jî, piranî tîpa „ê“ di pasîv de
lê zêde dikin.
[41]Li
ser form û naveroka rastnivîsa lêkeran: „çûn / çûhîn /
çûyîn“, „xwendin / xwandin“, „xwestin / xwastin“, „peyivîn /
peyvîn“, „borîn / bihurîn“, „gîþtin
/ gihiþtin“,
„westîn / westiyan / westihan“, „biþaftin
/ biþkaftin“,
„þûþtin
/
þîþtin
/
þoþtin“.
Lêker,
ji aliyê form û naverokê ve pircure ne. Ji aliyê rastnivîsê
mirov dikare giraniya xwe ber bi zelaliya awayek bibe, lê
yên ku naveroka wan cudamane ne, divê mîna xwe bimînin,
Mînak: „revîn, reviyan, revihan, revandin“ . Lêkerên
„revîn, reviyan, revihan“ yekmane ne, lê „revîn“ mîna
„reviyan“ di demên bihurî de rast pê nayê; „reviyan û
revihan“ dikarin cî biguhrin, ji ber ku ji aliyê mane yek
in. „Revandin“ manekî cuda di naveroka xwe de dihewîne, lê
ji eynî kokê ye. Ji aliyê formzanî jî, nêzîkê lêkerên din
e.
[42]Ji
bo agahdarî li ser lêkeran b. HAJO 1982, BEDIRXAN 1986,
ZILAN 1989-1991(I-VI), KURDO 1981-1990 ûwd.
[43]Hin
pêþkîtên
rastîn ev in: „ve-, ra-, der-, da-, we-, hil-“ ûwd.
binêre: HAJO 1982, r. 82.
[44]Mînak:
„ez ..vedixwim, tu ..venaxwî, / derî veke, veneke / em
radibin, hun rabûn, / ew .. hildidin, we .. hilda / ew
derketin, rojname derket...“; „min kar kir, tu kar
dikî / ew bar radike, hun bar li kerê dikin / dijmin serî zu
jê dike / dersa Kurdî dest pê dike, em dest bi dersa xwe
dikin / te lambê pê xist / Kurê Kuto li me dixe, em jî lê
(bi)xin / em hîn dibin / hun fêr dibin“ ûwd.
[45]„ez
im / tu yî / ew e/ em in / hun in / ew in / ker e / kur e...ûwd.
[46]ZILAN
navê pasîv daniye „raweya negerokî“, 1990-V-
[47]Mînak:
„Bohtan, çahv, bihn, gihîþtin,
hanîn/hênan, hajotin, havêtin, kahnî, histêrk“ ûwd.
[48]„bajar/bajêr,
nan/nên“ ûwd.
[49]„ez
ketim / ketime / diketim / dikevim / bikevim
/nakevim / biketama“ ûwd, „ez im / tu yî / ew
e / em in...“
[50]BEDIRXAN,
K. 1971 „nîþandek“
r. 33
[51]Mînak:
„1994 an de“, „ez ji Amedê me“, 21 ê meha 4
an“, „ez Azadê Miho me“. Binêre: ZILAN 1990-V-.
[52]Minak:“
Berîvan, Zelal, Ehmedê
Xanê, Bijî Serxwebûna
Kurdistan, Bijî Tevgera
Azadî“ / „Partiya Karkerên
Kurdistan“ (ne Partiya Karkerên Kurdistanê
) , „Roja Welat“ (ne
Roja Welêt), „Riya Azadî“
(ne Riya Azadiyê ), „Dengê
Yekîtî“ (ne Dengê Yekîtiyê ), „Kûrê
Ehmed“ (ne Kurê Ehmêd / Ehmedî )
ûwd.
|
|
|
المقالات
المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع |
|
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE |
|
|
|