FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
Ev qedera gelê Kurd e, ku bi sedsalan e li Rojhilata Navîn ji destên
rejimên çavsor dikişîne. Dijminên Kurdan hemû xwînxwar in û
Kurdistanê wek milkê bavên xwe dibînin. Dema dilê wan bixwaze û her
tişt ne li gorî daxwaza wan be dikarin pir bi hêsanî li dijî Kurdan
qetilaman jî bi kar bînin. Dijminên Kurdan doh li Mihabad, li Agirî,
li Dêrsim, li Geliyê Zîlan, li Helabçe, li Qamîşlo, li Hewlêr û îro
dîsa li Mehabad, li Seqiz û deverên din li Rojhilatê Kurdistanê ji
gelê Kurd re kirine gola xwînê. Ti ferqek biçûk jî di nav dijminên
gelê Kurd de nîne, lê rejîma Îranê ya faşîst û terorîst heta niha bi
kirinên xwe li tevaya cîhanê eşkere daye îspatkirin, ku ew xwe ji
terorê şûn de venagirin, serok û rêberê Kurdan yên wek Dr.
Abdurrahman Qasimlo û Dr. Şerefkendî bi qeleşî û bêbextî qetil
kirine.
Rejima îslam ya Îranê bi destê Xumeyniyê paşverû û kevneperest di
sala 1979an de hate damezirandin. Di pê damezirandinê re rejimê zêde
dem wenda nekir û êrişî Rojhilatê Kurdistanê kir. Pêşmergeyên
Partiya Demokrata Kurdistanê di bin serokatiya şehîdê nemir Dr.
Abdurrahman Qasimlo de bi lehengî li dijî rejimê di ber xwe dan. Lê
felek xayîn e, dijmin bêbext e, ji bilî teresiyê ti tiştekî nizane.
Bê guman mirov dikare li ser bûyerên niha li Rojhilatê Kurdistanê li
ser kêmasiyên Kurdan bisekine û bêje, agahdarî di der mafê bûyerên
van rojan de li Rojhilatê Kurdistanê dibin ne wisa zelal in. Lê li
aliyê din ew dewletên dikarin kamera têxin karxana ku li Îranê, li
Îsfahanê ku tê de madeya ûranyûm ku pê bomba atomê tê çêkirin, ger
ew dewlet bixwezin dikarin hay hay der mafên Kurdan de agahdarî ji
rejimê bigirin û li dijî wê têkevin dewrê.
Dema sola hemwelatiyên Amerîka û Ewrûpiyan li derveyî welatên wan
xwar dibe, ew dewlet di heman demê de çapemeniya xwe dikin dewrê,
qiyametê radikin ser piyan û gelên xwe teşfîkî çalakiyên aştiyane
dikin. Lê li Kurdistanê bi dehan û sedan kesên bêsûc û aştîxwaz di
kolanan de têne gulebarankirin û kuştin, deng ji ti kesî dernayê. Li
milê din, nayê fêhmkirin ku çima Kurdistana azad wisa bêdeng maye û
li gorî agahdariyan destûr nayê dayîn, ku çalakvan van bûyerên rûreş
li ser axa welatê xwe yê azad, mafên xwe yê demokratîk bi kar bînin,
li dijî rejima Îranê protestoyan çêbikin. Belkî mafê herkesî heye,
ku ji bo mafê xwe, Kurdan bikin qurbana berjewendiyên xwe, lê mafê
Kurdistana azad tine, ku mafê Kurdan têke qurbana menfeatên xwe.