|
Carekê ji xwediyê „hezkirin
wexta kolêra“yê(1986), „payîza patiryêrk“(1975),
„bûyerên mirineke eşkere“(1981) û xelatwergirê
Nobelê(1982), romannivîsê Kolombî Gabriel Garcia
Marquez, hate pirsyarkirin: „Kîjan roman li
hezkirina te çû...ji kîjan romanê re, te got:
Xwezî danerê wê ez bama“?
Marquez, di bersivdana xwe de, bê dudilî, weha
hêvî kir: „Romana tenha, ku min xweziya xwe bi
wê anî û min xwest, ku danerê wê ez bama, romana
„xweşikên razayî“, ya romannivîsê Japanî
Yasonari Kawabata bû.
Yasonari Kawabata(1899-1972), ku yek ji
xelatwergirên Nobelê ye(1968), di romana xwe, ya
bi sernavê „xweşikên razayî“(1961), de, li
seranserî „pênc şevên romanê“: pênc şevên xaniyê
bi dizî; pênc şevên kalîtî, zaroktî, daxwaz,
hezkirin û razana bi „xweşikên razayî“, yên bi
dizî re, li seranserî her pênc şevan(ku dema
romanê ne), di rêya „Îgoşî ê kal“(qehremanê tim
hişyar) û xweşikên wî(qehremanên tim razayî) re,
Kawabata li prisên „kallîtiyê“ û „hezkirina ku
kal nabe“, zaroktiyê û daxwazên, ku tim zarok
dimînin“, û mirinê, ku her kêlîk dikare li ber
derî, yan jî li ber pencerê be, digere.
Bê guman, mebest ji vê nivîsê, ne lidarxistina
xwendineke giştî ye, ji dorûberên romanê re.
Nexêr.
Mebest, tenê xwendineke bûnewerî, ji yek hevokê
re ye, ku min roman tev, tê de, xwend.
Di „xwşikên razayî“ de, Kawabata wê panava di
navbera mirin û hezkirinê de, weha dibe
nivîsandinê:
„Em carekê dimirin, lê pirr caran hez dikin“.
Vê „mirina carekê xweşik, û hezkirina pirrcaran
xweşik“, ku Kawabata „xweşikên“ xwe, yên „razayî“,
li ser hûnane û birine avakirinê, bala „hindek
mirin“ û „gelek hezkirin“, li ba min, pirr
kişand.
Ji wê „mirina hindik“ heta bi wê „hezkirina pirr“,
ya ku „xweşikên“ „Îgoşî ê kal“, razayî, di
navbera wan de, çûwine û hatine, gelek pirsên
mezin, têra xwe heta bi mirinê û hîn mezintir,
têra xwe heta bi hezkirinê, dikarin werin
lidarxistinê.
Kî dikare bimire?
Kî dikare hez bike?
Kî dixwaze bimire?
Kî dixwaze hez bike?
Kî mirin e, kî hezkirin e?
Kî dikare hindekî bimire, û pirr hez bike?
Kî dikare pirr bimire, û hindekî hez bike?
Di mirinê de, çiqasî hezkirin dikare hebe?
Di hezkirinê de, çiqasî mirin dikare hebe?
Mirov „carekê dimire, lê pirr caran hez dike“.
Kawabata, weha ji „xwşikên“ xwe, yên „razayî“ re,
gotiye. Gelo mirin û hezkirina wekî din jî,
nikare hebe, anku berovajî „carekê mirin û
pirrcaran hezkirin“, mirov nikare „carekê hez
bike, lê pirr caran bimire“?
Kîjan hesantir e, mirin yan hezkirin?
Kîjan azadtir e; kîjan ferehtir e; Kîjan
mezintir e, kîjan dirêjtir e; kîjan eşkeretir e;
kîjan xweşiktir e; kîjan hindiktir e; kîjan
pirrtir e, mirin yan hezkirin?
Kîjan ji erdê heta bi asmanan e, mirin yan
hezkirin?
Kî ji mirinê heta bi mirinê ye?
Kî ji hezkirinê heta bi hezkirinê ye?
Kî dikare bibe mirin?
Kî dikare bibe hezkirin?
Kî xwziyê bi mirinê tîne?
Kî xweziyê bi hezkirinê tîne?
Wexta ku min „xwşikên razayî“, yên ji „mirina
yekcar“ heta bi „hezkirina pirrcar“, xwend, „xweşika
Xerîbo“ ya „razayî“, hate bîra min.
„Xwêşika Xerîbo“ jî, mîna „xweşikên Kawabata“,
razayî ji hezkirinê heta bi mirinê bû; razayî,
hat hezkirinê, û razayî, çû mirinê; razayî bû „sêv“,
û razayî, Xerîbo ew li sêvan gerand.
Lê Xerîbo bi xweşika xwe, ya razayî re, tiştekî
din bû.
Ew, cuda, ji dostê „xweşikên razayî“, li
hezkirin û mirina razayî, geriya.
Ew cuda bû yar, û cuda, di mirinê wer bû.
Hezkirinê, razayî, cuda girrê xwe di wî da, û
mirinê, cuda bêriya wî kir.
Wî nexwest here mirinê, lê mirin çû wî.
Wî ji sêvan hez kir, lê sêvan ew xapand.
Wî sêv bernedan, lê sêvan ew berda.
Ew bû sêv, lê sêv nebûn ew.
Bê guman, Kawabata, di „xweşikên razayî“ de,
pirr pirsên mezin, bêlayan, li dar xistine. Lê
pirsa herî mezin û sereke, bi qasî xwendina min,
pirsa ji hezkirina pirrcar heta bi mirina yekcar
bû: Çawa mirov dikare carekê bimire û pirrcaran,
hez bike?
Çawa hezkirin pirrcaran xweşik e, lê mirin
carakê xweşik e?
|