HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 
 


Serxweşiya Dînbûnê

 rojava.net 11.07.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 Hoşeng Osê

 

  Buhar nû divejiya.

Dem razayî bû li ser banê helbesteke qedexe kirî.

Di şeveke Beyrûtî de, careke din

ez pêrgî te hatim.

Vê carê, newroz berî dema xwe hati bû

û xwe di himbêza kenê te yê kej de veşarti bû.

Tîp, lal bibûn

Gotin, westiya bûn.

vemirî bûn.

Bi elfebêta çavan, me silav da hev.

Tiştek ji sînga min firiya

û lî ser destên te lûsiya û got:

Tu ji çi ditirsî xifşa min ya kovî?! 

Ji ser lêvê te yên tenik

keneke kej û fedyok bişkivî û bersiv da:

Ditirs im ji te li ser te.

Ditis im ev çîroka li nav stiriyan şînhatiye

ew jî berê xwe bavêje.

Dîno……

Mîna ewr im, bê welat im.

: Şahinga min...

Evîna min welatê te ye.

Helbesta min paytexta te ye.

Bifire... bifire… bifire…

, sînorê dilê min derbasneke. 

Erê dîn im… dîn im…

                     dîn im.

n natirsin, şerm nakin.

Bibûre’ nema kar im.

Ez ê biqîr im...

Ji te hez dikiiiiiiiiiim

               hez dik im.

 

*    *    *

 

Buhar nû divejiya.

Dem hîna razayî bû li ser banê helbeske qedexe kirî.

Di rojekê beyrûtî de, ez pêrgî te hat im.

Di nav bera ezman, derya û çavên te de...!!?

matmayî û wendayî bûm.

Kîjan çavên te ya, kîjan deryaye ?!!

kîjan çavên te ya, kîjan ezmane ?!!

Ew awaza li ser lêvên pêlên derya

bi min re sema digirtin, ne stêrk bûn

dengê te yê şîn bû.

Yên xewin û helbestên min

zindî kirin û kilît kirin, ne şevên beyrûtê bûn

pêjna te ya kej bû.

Min nih bawer kir ku ez dîn im.

De ji ronahiya dêmê xwe û

li ser pelekê ji kenê xwe

Ji dîn ê xwe re niviştkê binivsîne

û di nava vê hêviya sêwî de min bilorîne.

 

*    *    *

 

Buhar vejiya û keniya.

Demê li ser banê helbestke kuştî

li xwe û li zivstanê dixist.

Di şevkê Beyrûtî de em pêrgî hev hatin.

Me hev dît?

Me hev nedît?

Ez têr giriyam.

Tu têr keniyayî û me hev wenda kir.

 

Şam _ 23/3/2002

 

 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 

Zingilê Evîn û Birînê
 
Siwarê Tîpên Bêcir
 
Mikirhatinên Dereng
 
Dîsa Kenê Çavên Te
 
Nameyek Lezgînî Ji Do re
 

Serxweşiya Dînbûnê

 

Şivanê Xewnan
 

Çar Gul Û Bendewariyek
 
 Ji bo Neviya Ronahiyê (...........)
 
Du Stêrk Û Gîtarek
 
Evîndarê Qîza Çiyayê Cûdî
 
KEVIRO
 
Çend Kurtehelbest
 
Hinek Kurtehelbest