Bi banga komeke mezin ji hêz û rêxistinên Kurd
û Kurdistanê îro seet 14.00 bi katê europa li pêş balyozxaneya Sûrya
li Stokholmê jin û zarok û gênc û pîran ji herçar aliyên Kurdistanê
civiyan ko rêjîma Sûrya riswa bikin û dawa komîsyoneke navnetewî
bikin ji bo zelalkirina eger û şêwe û eşkerekirina kujarên şêx Maşûq.
Bi alên Kurdistanê, alên Swêdê, û nivîsên li dijî rêjîma Baas
xwepêşander pêşve çûn. Wek nemûne nivîseke weha hebû ( xebat li dijî
rejîma Sûrya xebateke li dijî terorê ye).
Xwepêşandan bi deqîqeyeke bêdengiyê li ser şehîdên Kurdistanê û şêxê
şehîd Maşûq Xiznewî û herweha bi sirûda Ey Reqîb vebû. Gotin bi
swêdî, kurdî, û erebî hatin e xwendin.
Yek ji perlamênterên Swêdê gotineke germ kir, balyozxaneya Sûrya bi
nav kir wek balyozxaneya welatekî bê rûmet, dawa Kurdistaneke
serbixwe û azad ji herçar beşên Kurdistanê kir.
Nivîskarê suryanî yê navdar Rîmon Macûn rêjîma Sûrya riswa kir û ew
bi xwîna şêx Maşûq tewanbar kir û daxwaza azadiyê ji gelê kurd û
hemû gelên li Sûrya kir.
Helbestvan Salih Kobanî helbestek li ser şêxê şehîd got û hunermend
Bekir ji Sulêmaniyê stranek got, û xwepêşandan bi sirûda Ey Reqîb bi
dawî hat.
