Cankurd
25.05.2005
Xilat Ehmed
hozanvaneka kurd e, bi zarê xwe yê şîrîn, bi
helbestvanî û pevekdariya xwe ya delal, bi bejn û bala xwe ya kubar,
bi nêzmirovî û dilgermiya di hilperk û dîlanêd kurmanciyê da… Lê
belê – mixabin – ev car kela dilê xwe bi Erebî daye der, bi
rengekî siyah, ku tenê ji destê tablokêşekî mezin ê wek
Reşîd Hesso derdikeve, pirtûkek bi sernavê
"Çarîkên berbangê – Tiryaq", wek pêleka herifdêr a zireyê
avêtiye kenarêd dûrwelatiyê.
Lê bo çi bi Erebî?
Divê em
binêrin, ka ev xanim li kî derê dijî. Li Swîsra, di nav Kurdên, ku
piraniya wan bi Kurdî nizanin bixwênin. Kurdên li welatên din jî
neçêtirin di têkilya bi zarê Kurdî re. Hozanvan jî, çi hozanvan dibe
bila, meraq dike, ku berhemêd wî / wê
bigihin xwendevanan, lê gava ewan bi zarê dayik û bavan nizanibin
bixwênin, êdî hozanvan binzor dibe, qumaşê xwe bi rengekî dî deyne
ber wan.
Ji aliyekî dî ve, mixabin! Para Erebî li ba gelek
malperên wêjevanî yên Kurdan bêtir e ji para Kurdî. Nivîskar,
Hozanvan û roşenbîrên me xwe di Erebî da hêzdartir, nasbertir û
berçavketîtir dibînin.
Ev Selîmberekatkirina wêjevaniya kurdî ye tevî
rêzgirtina me ji hêja Selîm Berekat û berhemêd wî yên
giranbuha re, wêjevaniya kurdî tar û mar dike. Ez bi xwe çar-pênc
hozanvanan dinasim, ku zimanê wan ê kurdî zelal û xort û fireh e, lê
dîsa jî xwe davêjin gola zimanê erebî, xwe tê da digevizînin û
avjeniya xwe bi dilxweşî di wir da dikin.
Ez bi xwe gotarêd ramyarî bi Erebî dinivîsim, lê
berhemêd wêjevanî tenê bi Kurdî, ne bi zimanekî dî, dinivîsim. Dibe
jî ya min şaş û çewt be, ya van hozanvanan rasttir be. Ez nizanim,
lê bila em ji bîr nekin, ku hozanvanê Ereban yê tev mezin Ehmed
Şewqî
Kurd e, hema em nikanin bibêjin, ku berhemêd wî kurdî ne.
Di pirtûka Xilat Ehmed da (14) helbest hene,
ji wan Neqşên kevin, Xerîbo lo li bajêrên dûr, Ezê perê xwe bi
nazikî jê re verişînim, û Çarîkên
berbangê - Tiryaq.
Di van helbestan da dilketinek mezin bo welatekî dûr
heye,
çavrêkirinek herheyî di çavên koviyek kurdistanî da
dixuye, hezkirin û bihna mêbûnê ji azadiya xweyî re, û di paş her
pevekekê da xemek mezin, kulek giran û tirsek ji rabûna perdeyên
şermiyê heye, û çavin, ku bi şevan di tenahiyê, tîbûnê, dûrbûnê û
belengaziyê da giriyane, veşartîne.
Hozanvan a me ya delal bi xwe jî dibêje:"Hîn di
çavê
min da şermîna rojhilat heye…"
Ew çiqas bizava xwe dike, ku bilind bifire, carekê di ser yê berê
çûyî re, di ser welatê
ji dest çûyî
re, di ser rewşa xwe ya nebaş û jîna bêzariyê re, lê her û her
basikêd wê dişikin û vedigere razanga evîndariyê, ku ji wir pê va
hîç penahgehek jê re tune. Li ciyê hêviyan ew gulên bi xem û hêsiran
hatine avdan diçîne, û li ciyê azadiya bêsînor û serhed, tenha maçek
ji bîr nebûyî li rawestgehek biyaniyê, di lêdankek demê da, bo yarê
xwe, na..na, bo yara xwe wek diyariyekê di deftera xwe ya hozanan da
dinivîse.
Ez bi xwe di ber xwendina van helbestan ra xemgîntir
bûm ne dilşadtir, lê dêmê hozanvana delal û ciwan li ser bergê
paşînê pirtûkê dilê min hîn bêtir ji va dema seqayê, bêmirovatiyê û
bêevîniyê tirsand.
Vane
çend
rêzikên,
ku min bo we wergerandina Kurdî:
"Siya min wê negihe
te
Di va gerîna dorhevî
ya bêdeng û dirêj da
Di semaya derwêşan
da
Di nimêja min a
kavilkirî da…"
"Li ser milêd min ên
bêgunah
Gundên bakur û
stranên palekaran vedihesin
Ji teh'na axê
serxweş dibin
Bagerînka tozê
Di paş koma mezin a
kêsê da
Dilxwezînê di
seriyên tiliyên min da vêdixîne…."
"Ezê ji te ne bêtir
bim
Ezê ji te ne kêmtir
bim
Ezê çarşefên textê
xwe yê xewê biguhêrim
… û silaviya
dildarêd xwe bikim
Bi hemî
kanîna xwe ya fêlbaziyê
… û
vêxistina şemalan li ser pencereyên min ên girtî
Ezê çavrê bim,
ku tu li deriyê min bidî, xanim…()
û tu
min vexwendiyê evînê bikî…."
"Şehzadeya min!
Ka min hobike,
Ez piyê xwe di bayê
da bilind bikim
Wek pampelîskekê,
Basikên xwe dicûmîne,
Di dilmestiya mêtinê
da
Berî ku nêrgiza min
bidizin
û berî ku xweşbihna
min
bê min cîlaw bikin.
Tu biyanîyî xanim
û ez jî bo te biyanî me
Ev zevîn bihna min
nanase
Tijî ye bi efsaneyan
Dûr e ji nexçeyên
welatan
Rûmetdar e ta girînê
Ez xwe didim nav
dema xwe bê wesek
Ez im gula, ku di
pirtûkên geryaneran da ziwa dibe.
Ez pençek morik
dibexşînim dildarêd xwe
da herifteyên min
gulbidin."
Weku – belkî – bê
hişê te
Ezê sêvê di ber xwe kim ()
û berê xwe bidim
tirênan
Çavrêkirin, vê carê,
ta şeşan bê hode ye
û
porê min î dirêj wê ne bes be
bo maçek
dirêj, di koşek rawestgehê ()
da …"