H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


 
 


Li ser romana Lokman Polat
"Nûrheyata Licî"
 

 rojava.net 11.06.2005
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Cankurd

03.06.2005
 

Paş romanên "Kewa Marî – Mêkew", "Fîlozof-Katibê Şêx Seîd)", "Gulîzar" , "Rojnamevan" û "Robîn", û gelek pirtûkên kurteçêrokan, wek "Evîn û Jiyan", "Jin û Zindan", "Evîndar" û hinekên din, vaye kek Lokman Polat ji me re "Nûrheyata Licî" derxistiyê û wek soz di dawiyê vê romanê da daye, ew di demek nêz da romana "Axîna Licî" li ser têkoşîn û berxwedana Licê derdixîne.  

Lokman Polat ê li Swêd dijî, û ji zû ve li derveyî welêt e, hîn bêtir damarêd xwe berdide axa Kurdistanê û xwe bi niştê xwe va hîn bêtir dizemirîne, tew naxwaze bibe biyanî. Dibe jî ew bo Swêd paş evqas dem hîn biyanî be, lê bo Kurdistanê, ew malxweyekî wefadar maye, çermê xwe wek hinek niviskarên me yên din nafiroşe û zimanê Kurdî bi zimanekî dî naguhêre û her û her li gel gundiyan, cotkaran, karkir û masîvanan, keç û lawanên şervan, dayik û bavên, ku çavrêyê zarokêd xwe yên girtî dikin dimîne, bi zimanê wan ê asan dinivîse, wek bi wan re ji dûriya xwe va bi telefonê dipeyive. Kî ji Kurdên Licê, Diyarbekirê, Mêrdînê, Girê Sor "Qizil Tepe" an ji Kardaxa "Kurdaxê" û Behdînan berhemêd Lokman Polat bixwêne, bi asanî têdigihîne wate û ramanêd wan berheman, û wilo niviskarê me yê delal baxekî fireh û rengareng ji gulan pêda dike, ku her kurdek di nav re bigere û di nav da xelkê wek xwe bibîne, bi wan re bi zimanê xwe bipeyive û ji wan her peyvekê fêhm bike. Eve jî karekî bash û mezin û giring e bo yekkirina zaravokên Kurmanciya bakur. Min berê jî di nirxandina kurteçêrokên Lokman Polat va şêweya bi karanîna zimên berçavkiriye û li ser nivisandiye.   

Ev kurteroman ji 88 rûpelan e û ji aliyê Helwest – Förlag - DOZ va, li Istanbolê, hatiye çapkirinê, hema ne diyar e, ka ev îsal derketiye an sala çûyî. Li ser bergê  wê yê pêşîn Nûrheyat a çeleng û bejinlihevhatî bi cil û bergêd jinên Kurdan, li ber çiyayekî bilind rawestiye, ku ji çavêd wê evîndarî û viyan dibare, hema li ser bergê paşîn ew piçekî pîrtir û rûxeyidî, bi mêrankî di cil û bergêd şervanekî da, bi şûr û mertal dîsa li ber çiyaye. Eve jî naveroka kurteromanê ya serekîn e, ku Nûrheyat hem jinek xweşik û nazik e, hem jî cengawer û mêrkuj e. 

Tiştekî seyr û hêja ye, mîr Zeydîn, tevî ku gelek kurêd wî hene, ew dilteng e ji ber tunebûna dotekê "qîzekê" di nav wan da, ew li ber Şêxnûrê pîroz digere û nizane çi bike, da bibe bavê keçekê. Li ser azariya "nesîheta" Şêxnûr ew her şev li ber Xwedê digere…     

Di civata kurdî da, rast pir cudahî tune bû di navbera nêr û mêyê zarokan da. Keçik û kurik bi hev re diçûn ber pêz, h'êlik û h'ezêle bi daran ve girêdidan, da xwe pê ve h'êl bikin, bi hev re diçûn nêçîra çivîk û masiyan û gava bav û dayikan deng li keçikê dikirin, digorin:"Kurê!." Ev jî taybetiyek civaka kurdî ya gundî û koçerî bû. Di romanê da Lokman Polat li ser zimanê lehengên romana xwe dibêje:" Ewlad ewlad e, çi keç be çi kur be, herdu jî şêrîn in." (r.04). 

Fantazî romanan xweşiktir dike û romanek bê fantazî jar û ziwa ye. Di romana Nûrheyata Licî da fantaziyek xweşik û kevnare heye, tê da agir dibe mirovek û bi Şîrvanê, dayika Şîrzad re dipeyive û daxwaz û xewnêd wê bi cih tîne. Heyv "Hîv" dadikeve ser keleha Etaxê û bi mîr Zeydîn re dipeyive. Sirûşt û mirov têdigihînin hevdu û bi hev re dikevin têkiliyek mirovî, harîkariya hevdu dikin.   

Azadî di xewna Şîrzad da dibe asikek "xezalek" û ji ber wî direve, ew çiqas li pey asikê dibeze nagihe wê. Eve jî pir xweşik û hêja ye di romanê da.      Lokman Polat dûroka herêmê bi kar tîne û tiştê jê re di wê dûrokê da giring û pêwîst dixîne nav diyalogên romanê, wek di rûpel 12 û 13 da, ku li ser gelên Yacûc û Macûc ên di Qurana pîroz da hatîne bi navkirin û wek Iskenderê Makdonî radiweste. Wilo romana wî ber bi "Romana dûrokî" ve diçe. Li ba Ereban di vî warî da Corcî Zêdan navdar bû. Mixabin kek Lokman Polat pir guh nedaye hûrikiyên dûrokê, û hema di ser re lezkiriye û hinde rastiyên dûrokî jî binpê kirine. Çiqas niviskarê romanê azad be jî, lê divê mirov bo pişt û nijadên bên hinek rastiya dûrokê jî bide diyarkirin.  Di hinde waran da jî  romanerê me pir kin diçe ber bûyeran, bo nimûne: Tevî ku Şîrzad  kesaniyek giring e di vê romanê da, ji bûyîna wî da ta bi ciwaniya wî tenê du rêz di romanê da hene: "Jê re  kurek çêbû. Wê navê wî Şîrzad danî. Şîrzad mezin bû, êdî bûbû xort. Dilê wî ketibû Nûrheyatê…" Ez dibînim bo rewştina jîn û dorjîna kesaniyek serekîn di romanekê da ev hindik û kêm e . 

Di romana Lokman Polat da afret "jin an keç" qehreman e, dadikeve qada şer, û meydanê ji mêran dixwaze, bi wan re dikeve pevçûnên xwînî, seriyêd wan bi şûrê xwe difirîne û mejiyêd wan dipijiqîne, lê ew ne jinek normal e, ew ji aliyê hêzên nedîtî va hatiye amadekirin û fêrkirin, û gava dikeve cengê guhartinek dikeve bejn û dîmenê wê, wek mêran dibe.

Di vir da du pirs tên bala mirov:   

- Gelo, mebesta niviskar ewe, ku jin pêdivê hêzek nedîtî ye an jî pêwîst e ezman piştgirtina wê bike, da bikaribe wek mêr bibe qehreman?                    

- An jin ne ji bo şer û pevçûnê ye, û gava ew bikeve nav cengê mêbûn li ser wê namîne û ew dibe mêr, wek di romanê da hatiye, ku ew di cengê bi tevayî tê guhartin?                                         

Di her romanekê da, di nav pevek û axiftinan da, nameyek ramanî, fîlosofî an siyasî heye, carina li ba hinekan, wek romanerê hêja Mihemed Uzun wilo aşkere û fireh û req diyar e, ku êdî ew pirtûk ji nav baxçeyê romanan dertê û dibe pirtûkek fêrkirina dûroka ramyarî an nasdana bîr û baweriyekê, ku têkiliya wê bi hunera romanê re tê birrîn. Li ba hinekan jî roman zincîrek ji bûyerên li pey hev û din e, pir baş hatine li hevhûnan û bi hevxistin, tê da fantaziya ku bingehek giring a romanê ye, hêja ye û ciyê pesnê ye, Lê mixabin nameyek tê da tune. Roman darek bê berhem e…Bo çi ew roman hatiye nivisandin, niviskar dixwaze çi bibêje? Ez dikarim ji wê romanê fêr bibim çi wateyan? Felsefeya niviskarê wê çiye?....

Di navbera herdu şêweyan da, roman wek hilgirê ramanekê, ji me re romana Aldous Huxley (1894-1963) "Cîhana xweşik a nûjen" nimûneyek mezin e. Aldous Huxley bo Utopiya xwe şeşsed sal berepêş dibeze, da bo me cîhanek dî, cîhanek bi mirovekî dî, ramanin dî, dan û standinek dî û hevjînek dî bide nasîn, û tevî ku fantaziya zanist "Science Fiction" romanê ji serî da ta bi dawiyê digire, lê belê ew hilgirê ramanin mezin û balkêş e, ku wek geya teviya baxê romanê rapêçane. Di romana "Fîlosof" a kek Lokman Polat da, bêtir li ser ramanên nivîskar hatiye nivîsandin, lê di vê romanê da "Nûrheyata Licî", tevî evqas fantazî û bûyer û pevçûnan, aliyê ramanê qels e. Hinek ramanên baş ên romanê hene, wek "Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e" an "Xwekuştin gunah e." an jî diyarkirina neyarên gelê Kurd, lê dîsa jî mirov ji xwe dipirse:   "Gelo, daxwaza kek Lokman di vê romanê da çiye?."

Zimanê romanê Kurmanciyek nas e, asan e û nerm e, lê carina mera dikare hîn asantir bike, wek: "Ezê bixwazim" li ciyê "Ezê daxwaz bikim." An "Mîr Zeydîn ê çi bikira" li şûna "Mîr Zeydîn dê çi bikira!..."

Kurd dibêjin:"Bila berxikekî baş bizê, bila bi derengî bê." Di pirtûkê da hinek çewtiyên çapê hene, diyare ku ji lezkirinê ye. Divê roman di ber çavan re baştir bihata derbaskirin. Wek di rûpelên 40 û 41 da. Diviya bû li ciyê "Ew çiqas di xeterê de de" bihata nivisandin "Ew çiqas di xeterê de ne." û di peveka "Tu benîademekî tune ku bikaribe şerkerê sêzdemîn…" divê peyvek wek "bikuje" li dawiyê heba, an pevek wilo ba:"…bikaribe zora şerkerê sêzdemîn bibe." an bi terzekî dî…

Birayê delal, niviskarê me yê hêja û jêhatî Lokman Polat hinde caran lezdike, lew re şaşî derdikevin holê. Di destpêka rûpela 49ê da vê dibêje:"Dinya sayî bû, roj çûbû, di şûnê de hîv derketibû." Gava yek vê bixwêne, wê têbigihe, ku êdî roj teva bûye û êvar hatiye. Lê paş 9 rêzan vê dibêje:" êdî hindik mabû ku bibe êvar."…"…şer dom dikir û ber bi êvarê …"

Şaşiyên wilo li ba gelek romaneran pêda bûne, ji ber ku roman di rojekê da naye nivisandin, demek dirêj jê re pêwîst e. Di romana Don Kîşot a Sêrvantês da kerê peyrewê lehengê navdar dimire, lê paş pelekî dî ew peyrew li kerê xwe suwar dibe û bi rêya xwe da diçe…!!!

Hema pevekek wek vê pevekê di romana kek lokman Polat da, wê dilê zimanzanan biêşîne: "Nûşîrvan zirxê hesîn ji xwe derxist!" çawa zirx ji xwe derxist?. Bêguman mebesta niviskarê hêja:"êxist", ne "derxist" e.

Di romanê da, rûpel 60 da hatiye, ku Alparslanê turk navê "Kurdistan" dide welatê Kurdan û egera vê yekê jî li gor dîtina niviskarê romanê ewe, ku  "tan" bi wateya "welat" e li ba Tûraniyan. Di rastiyê da ew ne ji "tan" hatiye, ew ji "stan" hatiye, weku di Ingilîzî da "State", di Farsî da "Stan", di almanî da "Staat" û di hinek zarên dî yên Indo-Europî da jî.

Çiqas em bibêjin, yekî binivîse ji yekî nenivîse bêtir berdestiya gel û zimanê xwe dike. Lokman Polat jî gelek zîrek û xebatkar e di warê nivisandina bi Kurdî da, ew xudanê gelek berheman e, û Kurd pêdiviyê kesên wek wî ne… Ez hemî berhemêd wî dixwênim, û min gelek ji wan jî nirxandine û rexne kirine, ez ji ramanêd wî hezdikim û ji Kurmanciya wî ya asan û zîrekiya wî di her hunerek wêjevanî da…û lew re ez bo wî serkeftinê her dixwazim.

 




            
                                                                                    

 
 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE