Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:11

 

 

Di rojekê de 12 e mehan ji te hezdikim
Ehmedê Huseynî

alanocano@hotmail.com

(bo 12ê Adarê)


Bîranînên te yên ji rîhanên eşqê, destên te yên ji bîn û reng û tîna axê, gavên te yên ji dastana nûpişkivî ya êşê û rexên hêviyê yên ku li ser lêvên te dimirin, aniha ji min û ji rûpelên xwînê dipirsin û wateyên xwe yên gumanhilgir bi kêra bîranînê dikujin.

Rûyê xwe ji ber min neveşêre, reşgirêdana xwe ya dilrevîn, bi tenê, di nav pencên bagera şêt û şeyda ya rojhilatê de nehêle û çavên xwe yên ji taristana sînoran bi çîrokên talan û kavilan kil neke, ji min û ji sersomiya demê nepirse û rexên xwe yên di esmanê qederê de hilawistî, nespêre qublenameya axînên min! li agirê buhara xwe xwedî derkeve û di jehra dûrgehan de, navekî nûtir pêşkêşî nasnameya jehrê bike!

Dilê xwe li ber lingên te radixînim, agir bi temenê xwe dixînim û pirtûkên te di xwîna xwe de vedikim, di sîberên nalîna te ya zuha de; nalîn û bîranînên te yên ji rîhanê ji bîr dikim.

xwe nêzî şewat û bîranînên min nekin! Rondikên min ên ji oxira nîvçe ya karwanan û ji şînîgiriya dayikên min ên ji rîhana bendemanê, rûbarên bêdeng û velerzîna giyanên min, teqîna ziman û şaneyên xewnên min; di pênûsên xwe de dîl nekin, tembînameya sorgulên adaran û wêneyên mirina min, ji min nedizin û nefiroşin paytextên dûr ên ji nifiran û berfê!!

Dîlama ewrên xwe di dilê min de ranewestîne û sergovendê xwe di alên xwe yên veçiryayî de bineqişîne! Nehwirîna xwe ya ji çarenûsiya pasvanên çiyê, di sîmav û hibra cegerdar a çîrokê de daçikîne û agirperestiya xwe li min û li xwe û li xwedawendên spî yên ji gunehbariya bargeh û şûnewarên şevê, dabeş bike!

Şopezanê xwîna min, li ber destên çepel ên reşebayan, di bêzariyê de, nehêlin! Û min jî di zingîna goristan û kêl û di helkehelka dizên pêlvedana kenê min de, bi tenê, nehêlin! Şînê min yê tûj û ronak bi derewên xwe şêlû nekin û berbi gustîlkên min ve, berbi gerdenî û deryaçeyên bêrîkirina min ve, berbi rasteqîniya sosreta min ve, bibezin û evînê ji efsaneyê vedizin!

Rîhana te bi dudiliya van bûneweran dişewite û ji bilî şînîgiriya te, ji bilî mîrnişîniyên wêranbûyî yên hişê te û ji bilî xweliya dengê te yê kevnare û sêwîmayî, ti tişte di bêrîkên tavsorkê de nema ye hey Adara minê!

Em baskên xwe ji boyî te bi ser keskê xewnê de vedigirin..

Em şînê xwe yê çurisî ji boyî dîlana te bi ser asîtank û pencereyan ve dirijînin..

Em neynikên xwe di spêdeyên lerzok de dişikînin da ku em te di asoyan de geşbîn û bînvedayî bibînin..

Em destên oxirê li pey xwe di mij û qonaxên wendayî de dihêlin, da ku em di toza bîranînê de, pêrgî hespên te yên sergerdan û qehremanên te yên nenas û navên te yên ji pûnga seferê bibin…

Em bi te dikevin û taveroja te di peravên birîna te de, wek gumanê, dikujin!

Em bi xwe dikevin û di rojekê de 12e mehan ji te hezdikin!









                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1