|
Li
Hewlêrê Fîlmê "Rondika Bêxalê" yekemîn car hat pêşkêşkirin
Rojava.net/Mihemed Brîmko/Hewlêr
Roja sêşemê, katjimêr 3:30 êvarî li gor dema Kurdistanê, li Hola
Mîdîya li Hewlêrê yekemîn car Fîlmê Kurdî yê civakî "Rondika Bêxalê"
hat pêşkêşkirin.
Li jêr çavdêrîya wezareta Rewşenbîrî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û
bi beşdarîyeke camewerî û rewşenbîrî film hat temaşekirin. Ev fîlim
"82" deqîqe ye û ji derhênan û nivîsandina hunermendê Kurd (Lewend
Omer) e. Rola sereke (Bêxal) hunermend û stranbêja emerîkî Ozzî Ezîz
ya (26) salî ku li Filorîda dijî dilîze. Herwiha komek ji hunermend
û mûzîkvanên kurd jî di fîlm de beşdar bûne.
Rondika Bêxalê çîroka keçeke kurd e, li gundekî biçûk ji Başûrê
Kurdistanê dijî, di rêya vê keçê re fîlim dixwaze kêşe û pirsgirêkên
civaka kurdî bîne holê û çareyekê jê re bibîne. Filim, hawareke bo
guherîna civaka kurdî ber bi civakek vekirî û lîbral ve ye.
Hêjayî gotinê ye ku hunermend Ciwan Haco jî weke mêvan beşdar bû.
Stafê Fîlm:
Derhênan û Nivîskar: Lewend Omer
Ekter:
Rola
sereke: Ozzî Ezîz- rola Bêxal
Fuoad Gemo: Bavê Bêxalê
Awarexan: Dayîka Bêxalê
Dilxweş Hesen – Sêmîn Ezîz – Pêwend Ismaîl – Şîlan Mistrefa –
Gelewêj Mehmûd – Zeredeşt Celal – Mojgan Sîrwanî – Lîcan Omer –
Liqman Seyîd – Ciwana Seyîd – Kamîran Hacî Elyas.
Hunermend û karker:
Alîkarîya Derhêner: Fikrî Berojî
Wênegir: Emîr Ezmî
Rêvebirê Berhem: Welîd Osman
Wergêrê Ziman: Mihemed Ebdulqdêr Salih
Dîkor: Fuoad Gemo
Ronahî: Neşwan Hesen Qadir
Stiranbêj:
Strana (Were Bêxal): Hozan Derwîş
Strana (Swît) Ozzî Ezîz
Mûzîkvan:
Hogir Ezîz – Bekir Xalid – Osman Derwîş – Nayêf Şêxanî – Ferheng
Yûsif – Omîd Baleban.

|