Çi bikim ji vê çerxa ku weha kembax
Li me hejandin şane ji loxên dil çi ji nax
Ba ne jîm di çax ger tu nebê perdîsa bax
Can tuwê Xusrew me tenha cesteye kax
Ji siruştê peyamberan çi koleyîn ji te ra ax
Ma peyamber bi şaxin heta li me bihên şax
Ji peristin geham Xoda sîratê Zerdeşt sorax
Cawîdan bi te ra ji navok me vedan gax
Çi kesê agirê me nebîne ji sermed çirax
Kore ji çavan na bînitin xor aterkeda zax
Vedikuje napesendên mîna Omer bi necax
Bi agirê xwe dişewitîne li rûyan vedike dax
Bi te ra çi ketîn rencê, kêferatê herku
siwax
Ba ji te ra kole bîn bimeşîn bi du laşax
Li nîvê şevan ji vîna te çi dinalîn ji
birnax
Ku li me buye roj daketîn spîdê elinde çax
Hezar drûd li te bin ey Magoşê keftî şax
Qureyşî girtî name ji yesnayên te yên pax
Ji dilê me xûn rûbarin bi salan dibarin ji
cegerê bi nox
Me fîxan geha xerçeng jenî zeng ji
peristgeha mazlox
Ji axê me sax te na berdim bi dax ji derguşê
heta ax
Mîthrayî me ji regez Kurdim weke Pîrê me î
mandox
Wekî Pîrê ketî hizirên binê bîrê me dil vebu
ji zincîrê
Diçîn gerdûn mîna tîrê ji rengê peyamê li
Gutî Nox
Ji xor jêdera jînê çi di drexşîn ji perstin
di teyîsîn
Firîşteyîn şêwe Vayo li payê peyamberê
Şehrnox
Na kevîn bi talanan parvenabîn bi çengalan
bi Enfalan
Ji reng ressenê li Şeng Alan me can yeke
nabe açox
Ger nizanê ji çi olim li Agnî binêr wê
bibînî çi kesim
Ma kî dizane ku difirim di gerokê li hawir
te çiraxê tox
Vîna te kirim gopal xistim destê kovanan
bume ev kov
Ceste xweliya Aramîtî cawîdan Tu canê ezim
kamox
Vê xezalê vê şepalê herdem min tu li balê
Ketim şopa ewê xalê di serrêhlînkan çi di
nalê
Nav ji dengê te Şeng Alê çi nîşanê li wê
palê
Ji me bir hoş te reng alê ketîn derdê ah û
nalê
Çi Indra li ser alê vedan gulmêx li hemî alê
Bi qurbanim ger tu nebî ba ser biçe kûre
çalê
Yê xwe dikuje te delalê bi xwe miriye hemî
salê
Wek xeran ketin pêkolê çi tirsokin ji xwe
dolê
Hemî duniya me bisojê te naberdîn weke nojê
Xamoş nabîn mîna rojê wê veweşîn vekîn tolê
Min dîn navê bi xwe dînim ji şox evîna te ya
şeng
Bêyî tu qet hebun nînim lew li me dil buye
teng
Divê vegerê te hembêzim ji bêyî tu çi bê
rêzim
Dem bi gavê te dimêzim megesim keftîme heng
Kalemêr divên ji vê gêrê davan vekohin bi
cencêrê
Nebin berxê li bin kêrê serî ne hildin kore
qirjeng
Xortê te di deriya çi nehengin li kohê te çi
pilingin
ji bu xorê pir bi cengin wê li bin şewqê
bikin aheng
Ger ne Kurdim ne Êzîme er ne Êzî bim Kurd
nîme
Di vê rê da em hemîne netewe li pêş me daye
veng
Dijmin bizane çend tirsokê li we şel ketiye
çokê
Xwe dipeqînî bi zarokê ev li me qet nabe
asteng
Nakim fîxan wek lawazan nakevim lav ne jî
gazan
Gamêş divên li hevrazan te qurtal kîn ji
rojê teng.
1.
Eger ava engor neba
Ez da çi kim li nîvê şevan
Lê dizanim eger nebam
Da nebîtin saqiyê min
Yê cîhan jêra dikin nivêj û sema.
2.
Ger ne li ser xatira yekê ba
Eza çawa yekê perêsim
Hema carekê bi hatina xwe
Çavên me rohn bike
Belku Xodê bibînim.
3.
Vê ruwangeya bêpayan dibînî
Ne tu serî digrê ne binî
Li xwe tê digerrî ku windayî
Ji erdê heta Xodayî
Kevaleke ji serabê tenha sîhbera minî.
4.
Ava engor dilopek ji deriyayê came
Ku mestiya jînê pê berdewame
Droxger dibêjin ne vexûn li ba Xodê herame
Pa çima demê me xwest ku vexûn
Ji berî her kesê wî bi xwe da me.