Xeleka Çara
Di nivîsarên kurmancî de, bi taybetî yên
nivîserên Kurdê Sûrî û Tirkiyê, peyva "tore"
beramberî zaraweya (edeb) أدب ya ‘Erebî û "literature"a
Inglîzî bikar tê. Bi rastî ta vî kêlîkê jî
ez nizanim ew nivîserê pêşî yê ku peyva
(tore) beramberî (edeb) hilbijartiye. Peyva
"tore" di sedê bîsatn de li ser rûpelan tê
xuyakirin, jiber ku "tore" beraberî (edeb)
di axaftina rojane de – weku dizanim – berî
van çend salan bikar nehatiye. Ya dîtir jî
ev peyv bi wateya (edeb) tenê weku zarawe
bikar hatiye, lê wek peyveke rojane bi
wateyekî dîtir bikar tê, ku tu peywendî
navbera wateya "tore" û "edeb"de nîne.
Wateyên "tor"
I. peyva "tor"
Di Kurmancî de "tor" heye, ew jî çêl core (moxilek)ê
شبكة صيد dikê, ku pê masiyê çeman digirin,
ango amêreke di destê masîgiran de ye, Ev
peyv bi awakî mecazî jî di du destewajeyên
taybetî de bikar tê, wek:
1. Ez ketime tor û bela vî mirovê xirab û
bêfedî de.
ango ez ketime bela wî de, wate: (filankes
girrê xwe li min didê).
2. Ez di tor û bextê vê malê de me.
ango: Ew mirovê vê yekê bêje, xwe tavêje vê
malê bi mebesta ku xwediyê vê malê pêve
rabin, û arîkariya wî bikin.
II. Peyva (torin)
Peyva (torin) jî heye, bi ser ku ev peyv ti
pêwendî bi peyva "tor" û "tore" ve nîne, lê
me anî ziman ji ber hawşêweyî navbera wan de
heye. Ji wî kesî re yan ji wê kesê re "torin"
dibêjin:
1. ku xortekî çeleng û baş û spehî bê.
2. bikarê malê ragirê, lewre dibêjin:
Filankes torinê malê ye.
Sînem torina malê ye.
(ango ew kesê dikarê dewsa bavê xwe bigirê).
3. Ji alîkî dî ve jî, linik hin zaran,
nemaze, xelkên devera Elîka û Harûna ji
jinan re, û ji wan keçan re (torin) dibêjin,
yên ku spehî ne, bişerf û bi-aqil in. Kurd
dibêjin: Filankesê tew torineke jina ye.
Ango jineke gelek bedew û qenc e, di nav
xelkê de jî binavûdeng e.
"tore"
Nedûr e jî ku (tore) bi wateya exlaqên
mirovan bikar hatibê, nemaze di danîn û
dariştineke taybetî de, ku em dikarin "bitore"
û "bêtore" jê darêjin wek em bêjin (filankes
bêtore ye ) ango edeba wî û exlaqê wî nebaş
e (bêtore = bê-exlaq, bêsinc). Inca (tore)
bi wateya (edeb)a Erebî ya ku exlaqê mirova
didê xuyakirin. Her vê wateya siha xwe daye
peyva (tore) weku zarawe beramber peyva (edeb)a
‘Erebî li nik piraniya nivîserên zarê
Kurmancî bikar hatiye ku wateya nivîsînê
dide. Ev bi xwe jî wergêraneke peyv bi peyv
e, di vê wateyê de (edeb) ango şêwe
nivîsînên wek helbest û çîrok û şanowan
werdigire.
Kurda peyva (tore) ya ku tenê di peyve (bêtore)
de derdikevê, beramberî (edeb)a ku wateya
yekê (sinc û exlaq) têde ye, bi wateya duwam
girtiye, ku şêwazê nivîsînê ye, weke em
bêjin:
Edeba Kurdî = Toreya Kurdî / Tora Kurdî.
Di vir de diyar dibê ku (tore) û (tora Kurdî)
û (torevan) di riya wergêrana şaş re hatiye
nav nivîsîna zarê Kurmancî, nemaze, ku
piraniya nivîseran zimanê xwe zanistyane
nizanin, bi ser ku hin ji wan xwe Kurdîzan
jî dibînin. Lê zanîna mirovan di warê
nivîsîna zimanekî de, nemaze zimanekî wek yê
Kurdî, ku hîn gelek jêre divê ta li ser
lingê xwe rawestê, nabê belge û nîşan ku ev
kes di zimanê xwe de şareza ye, ji ber ku
nivîsîn û xwendin, herçende pêwîstin, lê bi
tena xwe, bi awakî rût, nikarin zanyariyê
drust bikin, eger xwendineke gelek di warê
rewşenbîrî û zanistî de li pişt nebê.
edeb
Peyva (edeb) di zimanê ‘Erebî de sê qonax di
jiyana xweyî dîrokî de derbas kirine, ew jî
ev in:
1- Di dema berî misilmantiyê de bi wateya (mêvandarî)
bikar hatiye.
2- Di dema misilimantiyê de bi wateya (rewişt
= tore) bikar hatiye.
3- Di serdema nû de bi wateya (fêrkirina baş)
hatiye meydanê.
Inca peyva (edeb)a ‘Erebî wateya xwe di
qonaxên dîrokî de drust kiriye, ku eva han
jî tiştekî giring e di watesazî de, herweha
di zarawesazî de, ku wergêran dibe rêbazek
di wergerandina zaraweyan de, lê wergêran bi
şêweyekî mîkanîkî wê riya xwe şaş veke û
gavên xwe çewt bide. Lê, di baweriya min de,
bi ser ku min hin belge berçav kirin ku
(tore) bi awakî ne gelek drust hatiye, di
vir de tiştek dimêne: - Eger peyveke wa
beramberî (edeb - literature) di Kurdî de
xweşiktir ji (tore) nebê, em neçar dibin ku
(tore) weku zarawe bimêne. Lê ya pêwîst em
li cêgir bigerin.
wêje
Ev ji aliyê zarê Kurmancî ve, lêbelê zarê
Soranî zaraweyekî dîtir bikar tênin, ku
dektor Kamil Hesen Besîr eger ne wî jî
danîbê, lê gelek dupat kiriye ku peyva (wêje)
beramberî (edeb) bikar were. Hejî gotinê ye
ku min bi xwe zaraweya (wêje) cara pêşî di
gotareke xwe de, di govara Gelawêjê de, di
sala 1984an de bikar aniye.
Baş e, peyva (wêje) çilo hatiye?
Ezê bersiva vê pirsê ligor bîrûbaweriya xwe
bidim: - peyva (wêje) di koka xwe de (bêje)
ye ya ku hin guhartin di dengsazî de pêde
hatiye, û bûye (wêje). Eva han jî yasayeke
dengsazî ye, di zimanê Kurdî de baw e, bi
taybetî dengê (b) di hin zarên Kurdî de dibe
(v) û dîsa di hinên dîtir de dibe (w), ango
(bêje, vêje, wêje). Weha jî di zimanê Avêsta
de (waçe) û (vaçe) bi wateya axaftin heye.
"wêje", "biwêj" "wêjewan" "wêjevan"
Danîna (wêje), ku biwêj أديب û (wêjewan)/ (wêjevan)
jê hatiye dariştin, ji aliyê xweyî watesazî
ve ji (tore) libartir e (minasibtir) e,
jiber ku (bêje) weku (word كلمة) daneyeke
giring e di avakirina wêje de bi wateya (edeb/literature).
Herweha, em wê yekê jî ji bîr nekin ku
(literature) di Ingilîzî û Firensî de
beramberî (edeb)a ‘Erebî bikar tê, di koka
xwe de peyveke latînî ye û ji peyva (tetter
= حرف = tîp/pît) hatiye. Lewre jî, Inglîzî
ji (biwêj = edîb) re (man of letter) dibêjin.
Di vir de wa diyar dibe ku (tip = letter) di
latînî de koka peyva (literature) e. Bo wilo
jî, di baweriya min de em xwar naçin eger me
jî hat û ji peyva (bêje), ku peyveke herî
giring e di drustkirina (edeb) de, me
peyveke dîtir û hinekî jê cuda, danî. Peyva
(wêje) weku zarawe sivik û xweş e, herweha
dikarê bi hesanî bikeve dariştin û lêkdanê
de bo avakirina peyvên nû. Dîsa, li bîra me
hemûya bê, ku birryardan û çespandina
yekşêwe zarawe birryareke giştî jêre divê,
nemze, kongirekî zimanewanî jêre bê girêdan
ku zimanzanên Kurd birryara xweyî dawî têde
bidin.