|
“Ji diya zarokên min re bibêje,
bila ew jiyana xwe, ya mayî, di pey min re, bi
mêrekî ku ji jiyanê hez bike, bi hezkirin,
bidomîne…herweha ji Kastro re, bibêje, ku ew dê
li Amerîka Latînî, bibe şahidê serkeftina herî
mezin“.
Ev herdu hevokên hezkirina herî dawî
bûn(hezkirna mêya dawî û hezkirina şoreşa dawî),
ku Che Guevara, berî 40 salî, sipartin Felix
Rodriguez ê Kûbî, ku yek ji çalaktirîn destên
CIA, a wê demê, yên herî bi saw û hêbetmend bû.
Ernesto Guevara de la Serna(14.05.1928 –
09.10.1967), ku bi navê Che Guevara, dihate
naskirinê, yek ji navên herî efsanewî ye, ku wek
„şoreşgerê navneteweyî“, yê herî bilind û ji „rêza
yekemîn“, tê hesabkirinê.
Guevara, yê Argentînî, paş wergirtina
bawernameya textoriyê(1953), dest bi gerrekê li
nav Amerîka Latînî dike. Di serencama gerra xwe
de, li Guatemalayê(1955), pêrgî têkoşera çepgir
„Helda“, ku li wir sergunkirî bû, hat. Li wir,
Guevara dikeve jêr bandora çepgiriya fikir û
ramanên Helda û ededebiyatên klasîkên sosyalîzmê,
bi wî dide hezkirin û xwendinê. paşê ji wê hez
dike û pê re dizewice.
Paş demeke nêzîk, li Meksîkê, ku dûrgeha „şoreşgerên
Kubayê“ bû, rastî cotê bira Fidel û Raul Castro
hat. Li wir, paş ku baweriya wî bi „şoreşa
Kubayê“, mezin bû, birya da, ku bi tewawî, tevlî
wê bibe.
Di 1959 an de, şoreşa Kubayê, bi piştgiriyeke
bêhempa ji hêla Guevara, bi ser dikeve. Fidel
dibe serokê „Kuba nuh“ û Guevara jî, gelek
berpirsyariyên „hestyar“ û mezin, di rêvebriya
dewletê de, digire.
Li gorî biryara „şoreşgerê sor“(Guevara“, diyare
ku jiyana siyasî bi serê wî neketiye. Lewma her
tiştî ligel Fidel û Kubayê, li şûn xwe dihêle.
Ew, ji nişkê ve gom dibe, û berê xwe dide „şoreşa
vekirî“.
Li şûna xatirxwestinê, Guevara van çend hevokên
„mezin“, ji Castro, „Kuba şoreşê“ û xelkên wê re,
dihêle, û wê, heta hetayê, wekî „xewnekê“, li
paş xwe, dihêle:
„Ez wisa hest dikim, ku min hemî berpirsyariyên
xwe, beramber bi şoreşa li ser xaka Kubayê, anîn
cih. Lewma, ez xatirê xwe ji te(Mebest Fidel
Castro ye), ji hevalan, ji Kubayê û ji gelê wê,
yê ku bû gelê min, dixwazim.
Ez, xwe ji serokatiya şoreşê, wezîrtiyê, nîşanên
efsertiyê, û ji hemwelatiya Kubayê jî,
vedikişînim. Tiştekî ku ji hêla qanûnî de, min
bi Kubayê ve, girêbide, êdî nema…bi xatirê we“.
Bi vê xatirxwestina heta hetayê, diltezîn,
Guevara gom bû, û berê xwe da „şoreşgeriya
vekirî“.
Guevara, bi „serhişkiya“ xwe ya, şoreşgerane,
ligel gurûpekê ji „şoreşgerên Kubayê“, gihişt
heta bi Afrîkayê. Li Kongo, hewl da, ku bi
serkirdeyên „şoreşa reşikan“ re, moral bide
şoreşgeran û şoreşê li wî „welatê reşik“,
mezintir, û ciyografiya wê jî, ferehtir bike, lê
mixabin, bi ser neket.
Di salên xwe yên dawî de, hewl dide, ku ji
Boliviayê dest bi avakirina bingeha „şoreşeke
Latînamerîkayî“, li dijî „desttêwerdan û gefên“
Amerîkayê, bike.
Amerîka, bi xeternakiya „şoreşgerê sor“ Guevara,
hisiya. Lewma, ew li her derê, wek „dijminê
yekemîn“ ji Amerîkayê re, hate îlankirin, û pê
re, CIA ew raçavî xwe kir, û da dûv girtin yan
jî kuştina wî.
Di 8 ê Cotmeha/Oktobara 1967 an de, li geliyekî
teng ji geliyên Boliviyayê, paş şerrekî
giran(Guevara ligel 15 hevalên xwe beramber bi
1500 leşkerê artêşa Boliviayê), ku dora „nîv
rojê“, dom kir, Guevara, dîl dikeve destên CIA.
Di navbera 24 seetan de, birayara
gullebarankirina wî, ji serokatiya CIA, derket.
Felix Rodriguez, ku wek berpirsê yekê, ji
êxsîrkirin û herweha çarenûsa Guevara re, ji
hêla CIA ve, hatibû destnîşankirinê, kêlîkên
dawî bi „şoreşgerê dîl“ re, weha tîne ziman:
„Wexta ez derbasî dîlxaneyê bûm, dîmenê Guevara
ez şok kirim. Ew, wê kêlîkê, mîna parsekekî ji
min re, dihate xwiyakirin. Lê wexta ku çavên min
li çavên wî ketin, wêneyê wî yê herî xweşik û
serkeftî, ku dinya dagîr kiribû, derket pêşberî
min. Wê kêlîkê, ez bi dîtina wî dîmenî, xemgîn
bûm û pirr êşiyam. Min ew derxist ber rokê, daku
wêneyên wî, yên dawî, bikişînim(…) ken û bişirîn,
di wê kêlîkê de, pirr zor bû. Lewma, daku ew
bikene, min jê re got: Li vir binere, çûkek dê,
aneha, ji kamereyê bifire(…) wê çaxê, li gorî ku
wêne dixifî, diyar bû, ku hindek bişirîn, li ser
lêvên wî belav bûbû.(…)
Diyar bû, ku Guevara li hêviya efûkirinê bû, lê
baş xwegirtî û xweragirtî bû(…)min digot belkî
ez dê wî bihinêrim Panamayê, daku CIA, li wir
îfadeyên wî bigrin, lê wisa nebû(…) Êdî biryara
kuştina wî hatibû dayîn. Ew biryar, wê demê,
wisa(500-600), wek nameyeke şîfrekirî, bi rêya
bêtêlê, ji min re hat. Nameyê, wisa emir dikir:
Guevara bikuje(…) 500 şîfreya navê Guevara bû, û
600 jî şîfreya mirinê/ kuştinê bû. Çend kêlîk
derbas bûn, paşê, ez hêdî-hêdî, ber bi Guevara
ve, çûm. Min bi mixabinî, jê re got: Bibore, ey
serok...min hemî hewldan kirin, lêêê mixabin(…).
Bi radestkirina van çend gotinan re, sipiyekî
ecêb, ji rûyê wî werivî, û bi dengekî zelûl, lê
xweragirtî, wisa got: Min rojekê ji rojan, qet
hêvî nedikir, ku ez, sax, di destan de, dîl
bikevim(…)
Sîgareke dawî, di berîka wî de mabû, ew bi
hezkirin dirêjî destê leşkerekî, ku pê re, pirr
dilovan bû, kir(…)
(Cih, dibistana gundê La Higuera bû), kathejmêr
13:20 bû, roj yekşem bû, mêjû 09 ê Cotmeha/Oktobera
1967 an bû, min ji efserekî bi navê Mario Teran
re, got: Hişyar be, haya te baş ji rûyê wî hebe…
bila nîşana te, ji sîngê û jêr de be, û ez ji
odê derketim. Hîn ez odê didim pişt xwe, dengê
gulleyan di guhên min de, lîst…“
Bi leyîstina dengê wan gulleyan, di dehla „Vallegrande“
de, dawî li jiyana efsaneyekê ji mezintirîn û
herweha bilindtirîn efsaneyên, „şoreşên sor“,
hat.
Îro(09.10.07), 40 sal reş û sipî, ketin û rabûn,
binkeftin û serkeftin, ceng û aştî, antî-şoreş û
şoreş, Amerîka û Kastro, û kesk û sor, di ser „Sîgara“,
ku bi dilovanî, ji „destên dîl“ çû destên
dilovan; di ser çûkê ku Guevara nedît, ji
Kamerayê derket; û di ser destên ku bawer
nekirin, rojekê ji rojan, di destan de, dîl
bikevin, derbas bûn.
Îro, çilemîn salvegera jinavbirina destên ji
Kuba û Castro re, heta hetayê „heval“, û heta
hetayê, ji Amerîka û CIA re, neyar e.
Guevara û destên xwe, berî 40 salî, şipêya, çûn
mirinê; şipêya, çûn wênegirtin, omêdkirin û
helwestgirtinê; şipêya çûn baranê; şipêya bangî
dîwar û defterên zarokên dibistana „La Higuera“
kirin; şipêya çûn hezkirina „yara dawî“, „Kuba
dawî“ û „Castroyê dawî“; şipêya çûn bîra sor,
bîra darên li dehla „Vallegrande“, şipêya, bîra
Boliviayê, bîra CIA, û bîra Felix Rodriguez, ya
hîn şipêya, ku şipêya, temaşeyî hezkirina di
çavên Guevara de, û şipêya jî, guhdarî kuştina
dawîtirîn dest û awirên wî, kir.
Îro, 40. salvegera destên Guevara ye; destên ku
ne gihan „welatekî ji bo hemî bindestên dinyayê“,
û ne jî gihan dinyayeke wekhev, ku tê de, hemî
welat, bi hev re, wek hev bijîn. Ne gihan „dinyayeke
sor“, ku mîna „şoreşê“, gurr û bilind, bimîne, û
ne jî gihan „şoreşeke sor, ku mîna darên çam,
şipêya bimîne“.
Îro, 40. salvegera „destên sor“ e; destên ku
berî 40 salî, bi qasî Kuba ji Fidel Castro, hez
kirin.
Ma piştî 40 salî, aneha jî, ew wisa, ji Kuba wek
Castro, û ji wî wek wê, hez dikin?
Gelo, aneha destên Guevara, dibihîzin, ku destên
azadî bi xwe re, ji Kubayê re anîn, ew in, yên
ku wê zindan dikin?
Gelo, destên ku bi dilovanî, sîgara herî dawî,
dirêjî destên dilovan, kirin, aneha, dizanin ku
Kuba bi heman destan hatî rizgarkirin, îro, di
bîranîna wan de, li ber „potînên“ Castro û
şîqşîqa „marşên şoreşgerî“, digindire?
Xwezî, wan destên azad, aneha bidîta, ku azadî
çiqasî mezin, ji ber destên Castro, yên giran û
ji Kuba mezintir, digirî!!!
Xwezî wan destan, aneha bibihîsta, ku çima
kezeba Castro(keça wî/ Elina Fernandez), destên
bavê xwe, yên „sosyalîst“ û serok, wek „serhişktirîn“
destên dîktatorane, li ser stuyê Kubayê, bi nav
kirin!!!
Xwezî ew „destên sor“, ku hîn bêriya azadiyê
dikin, aneha pêrgî Amerîkayê(dijmina sor, ya
heta hetayê), bihatana û bidîtina, ku azadî li
wir, çende bilind, basa xwe ji asamanan re dike!!!
Xwezî destên ku li ser dîwarên dibistan „La
Higuera“, şipêya man, aneha li destên ku bi
hezkirina wan mezin bûn, aneha hişyar bibûna, û
bidîtina ku çawa wan „sorê“ wan, wisa hesan,
dirêjî „reşê“ di destên melleyên „Qim“ û „Tehranê“
kirin!!! (Di nûçeya AFP, ya di 22.09.07 an de,
wisa hatibû ragihandin, ku herdu zaroyên
Guevara, Aleida 47 salî û Camillo yê 45 salî,
serdana Îranê û gora damezrênerê Komara Islamî
ya Îranê, îmamê Xomeynî, kirin).
Li ser wan „destên sor“, ku hîn şipêya bangî
azadî û serbestiyê dikin, pirr paytext, bajar, û
gund, giriyan. Li ser hesreta wan, Kubiyan,
Boliviyan, Meksîkiyan, Afrîkiyan, Amerîkiyan,
Ewropiyan, Asyawiyan, û di nav wan de, „Kurdên
Xwedê“ jî, stiran.
Ma nayê bîra guhên we, wexta ku Ciwan Haco, diçû
hevaltiya wan „destên sor û heval“ û digot:
„Hevalên te, hevalên me ne
Dijminên te, dijminên me ne
Ey hevaaal Geuvara“
Aneha, ew „destên sor“, heval û dijminên çi û kî
ne, ez nizanim.
Lê ya ku destên min baş wê dizanin, ew e, ku
ne sor, heta hetayê, sor dimîne, ne jî kesk,
heta hetayê, kesk.
Ne çep, heta hetyê, çep dimîne, ne jî rast, heta
hetayê, rast.
Ne şoreş, heta hetayê, dost dimîne, ne jî
Amerîka, heta hetayê, dijmin.
Ne „bavên şoreşê“, heta hetayê, bav dimînin, ne
jî „zorkên şoreşê“, heta hetayê zarok.
Dîroka destan, wisa dibêje:
Ne destên dost, heta hetayê, dibin, ne jî destên
dijmin.
Destên îro, dikarin lingên sibê bin.
Û lingên îro jî, dikarin destên sibê bin.
Guhertin, qedera destan e.
Guhertin, qedera ji erdê, heta bi asman e.
hoshengbroka@hotmail.com
|