| |
Di
dîrokê de, bi gelemperî pêwendiyên kurd û ereban
(3)
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Di dawiya sedsala yanzdan de Eferenciyan (xaçeperestên
ewropî) hêrişên xwe ajotin ser Rojhilata Navîn û
ewan di sala 1098 an de Intakiya û Riha zep
kirin, di sala 1099 an de bajarê Qudsê dagîr
kirin û paşê ewan kanîn bûn pir welatên din li
Rojhilata Navîn têxistana bin destên xwe.
Di destpêkê de Zengiyên Turkman bi pêşengiya
Îmad el- Dîn Zengî û paşê bi pêşengiya Nore- dîn
Zengî lawê Îmad el -Dîn Zengî li hember hêrişên
xaçeperestan rawestiyan.Lê paşê, di sala 1171 ê
de Selah el- Dîn el- Eyobî ta roja serketinê,
berevaniya Erebên Îslamî kir. Wek di dîrokê de
tê zanîn, ku di serdema destlatdariya Eyobiyan
de li Misirê û paşê li pir deverên din
pêwendiyên Kurd û Ereban bi hev re pir
taybetmendar bûn, Selah el- Dîn el-Eyobî rola
qehremanekî gewre di hemu cengan de dilîst,û di
riya ola îslamî re têkeliyên xwe û Kurdan bi
gelê Ereb re cihekî bilind distand.Lêgervanê
Alman Hans Hawsêr gotiye:"Selah el- Dîn Eyobî
qehremantirîn musliman bû, û ew yek ji
mezintirîn mirov e, ku Kurdistanê ewanan anîne
jîyanê." Û her weha dîsan H..Hawsêr dibêje:"
tevî ku, hejmarên leşgerên Ereb û Turkan di nav
leşgerên Selah el- Dîn de, ji yên Kurdan pirtir
bûn, lê leşgerên Kurd di şer de pirtir amede û
jîr bûn, ewanan di warê rêxistinî de baştir bûn,
û di nav leşgerên Selah el –Dîn, di rêzên pêşên
de bûn.".Leşgerên Selah el-Dîn ji du beşan ava
bibûn 1-Beşek ji wan, pirên wan çekdarên Kurd
bûn, û ewanan jî, ji Erbîlê, Cezîra Botan, Amedê,
û Urfa bûn .2-Beşê duhem ji welatê Şamê û Misirê
bûn.Şahê Ingilîztanê Rişard bi Selah –Dîn Eyobî
re goti bû;Qudis dê bibe mala xaçeperestan, lê
S.el Dîn el-Eyobî li wî weha bersivand û goti bû:
"Ta ku ez xweş bim, tu kes nikane kevirekî ji
dîwara kela Qudsê zep bike…"S.D.el - Eyobî di 4
avdara 1193 an de diçe dilovanyê.lê divê di vir
de em mîrşen Xaton ji malbeta Eyobiyan bi bîr
hûnin,ewê hemû mal û samênên xwe xiste jêr
xizmeta zanyariyê yê û ola îslamê û bi riya "Weqfa
Xatonê" ji sedsalan de bi dehan kesên Kurdistanî
zimanê erebî û ola îslamî li "Rewaqa Kurdan"li
mizgefta el-Ezherê li Misrê dixwandin, bi vî
rengî Kurdan jî rolek din mezin di pêşvebirina
zimanê erebî û ola îslamî de lîstine.Lê mixabin
ev "Rewaqa Kurdan " ji dema destlatdariya serokê
Misirê Cemal Ebdil Nasir,di bin bandorên Bexdadê
û Şamê de hatiye girtin. Em naxwazin ji vê
pirtir li ser dîroka Kurdên eyobî bi Ereban re
binivisînin, ji ber ku, armanca me ya bingehîn
ne rêxistina dîroka cengên îslamî ye, lê ya herî
giring ew e, ku em dîsan bi bîrhûnin,ku Kurdan
di vê serdemê de jî pêwendiyên xwe pirtir xurt
kir bûn, berevaniya welatên Ereban jî kirine, û
bi hezaran ji bo rizgarkirina wan, pakrewan û
qurbanî pêşkêş kirine. Hin pisporên dîroka
Kurdistanê dibêjin, belkî ji ber helwesta Kurdan,
Ewropiyan Kurdistan cara duhem li gorî peyamana
Saykis –Pîko parve kirin û herdem helwestên xwe
yên neyinî li hember doza Kurdistanê
derdibirîn,an bi dehên salan bê deng diman û hîn
jî dengên wan pir nizm in.
Her wisa jî di warê dîrokê de Şahê dîroknivîs
Ebu el –Fîda (Îsmaîl Elî )(1273-1331) z .nasdar
e, mîna ku dîrok dibêje; Memalîkan destladariya
Eyobiyan di sala 1250 î de rûxandin, lê hin
îmratên eyobî - kurdî ta navîna sedala 17 an li
ser xwe mabûn û memleketa (mîrşena) Hema (Sûriyê)
yek ji wan memleketan bû û Îsmaîl Elî mîrê Şamê
bû . Ji ber dilsoziya wî, Sultan Nasir Mihemed
Qelwan mîrşena Hemê raberî wî kir bû, Îsmaîl Elî
dibe Şahê Hemê û ew di sala 1331 ê. de koç dike,
lawê wî Muhemed dewsa wî dibe Şahê Hemê..Ew Şahê
Kurd pirtûkên mêjoyî nirxdar bi zimanê erebî
nivisîne, ewî bi van berhemên xwe dîroka gelê
Ereb û mirovayetiyê dewlemend kiriye ,ji
pirtûkên wî ev in 1-"Bi kurtî nûçeyên Rojhilatê"
2-"Dîroka dewleta Xewarizmî"û h. w.d . Niyaza me
ji navkirina van rûmetdaran ew e, ku em rolên
Kurdên ronakbîr di avahiyên dîroka erebî de
bidin nasîn, ku çawa Kurdan herdem wek
kesayetiyên erênî di dîrokê,wêje,çanda erebî de
rolên xwe lîstine, têkeliyên xwe bi Ereban re
xurt kirine, di pêşketina vî gelî de hevpar bûne.
Di nirîna me de ev rudawa dîrokî di mêjoya
cîhanê de pir zelal bû ye, lê çima û mixabin ta
niha, pir Erebên rewşenbîr û dewletên serdar van
rastiyên dîrokî hîn bincil dikin! ?.
Dîroka Kurdan û Ereban ne tenê bi van mezinan
yên ku, me li jor bi nav kirine û bi pirên din
wek wan di wê demê de dewlemend e, lê serdemên
sedsalên 18 û 19 an de jî bi pir navên pispor
yên ku, rolên xwe di pêşdabirina bizava
şoreşgerî, ronakbîrî, wêjeyî de zor paye bilind
in.Em li vir dixazin tenê li nik çendekan wek
nimûnên geş rawestin û cihên wan di dîroka erebî
û kurdî de bidin xûyakirin, mîna Sulêman Helebî
(1777-1800). Di dîrokê de diyar e, ku hêrişek
leşgerî bi serpereştiya Napliyon Ponapert di
sala 1797 an de bi ser bajarê el –Iskenderiyê (Misirê
)de hat ajotin ,N.Ponapert dixwast impiratoriya
xwe hîn berferhtir bike, ewî leşgerên xwe li
Misirê di bin siya cihgirê xwe Kilîper da hêşt,û
bi xwe ji Misirê derket.Lê li Misirê tevgerek
gelêrî misrî –îslamî jî bi seroketiya Morad Bêg
hebû, ewî tev mirovekî xwe Îbrahîm Bêg li dijî
Firansiyan berevaniya Misrê kirin, lê ewanan di
21têrmehê, sala 1798an de di cengê de têkçûn,
leşgerên Firansiyan Qahîre şewitandin û beşek ji
mizgefta el –Ezher rûxandin, şeş Şêxên vê
mizgeftê li sêdarê kirin û di nav wan de
mamostayê Sulêman Helebî, Ehmed el-Şerqawî jî
hebû. S.Helebî û pirên din ji ber hêrişên
Firensiyan ji Misirê reviyan Sûriyê, Sulêman
Helebî li bajarê xwe Efrînê (Kurdistana Sûriyê )
dimîne, lê ew tu carî nikane mamostê xwe,
şewtandina Qahîre, rûxandina mizgefta el-Ezher
jibîr bike, ew dîsan vedigere Helebê cem bavê
xwe û li wir serokê leşgerên inkîşarî Ehmed Axa,
dostê Îbrahîm Beg nas dike, ew jî di wê demê de
berpirsiyarê rêxistina el-Cîhad li wîlayeta Şamê
bû. Sulêman Helebî bi rêdana Îbrahîm Bêg di sala
1800 an de diçe Qudsê û biryara kuştina Kilîper
bi destên xwe distîne û dixwaze tolên mamostên
xwe û Misirê ji Kilêper bistîne.Ew diçe Misirê û
di 15.06.1800 î de, bi kêreke mezin Kilêper di
baxça qesrê wî de dikuje, lê paşê leşgerên
firansî wî digrin, destên wî bi giyanî ji laşê
wî dibirin,ewanan cehrê didin wî û bi hovane
S.Helebî dikujin.Erê Sulêman Helebî Kurd bû,
lawê Muhemed Emîn ji gundê Kokanê, dorhêla
Efrînê bû, pismam û neviyên Muhemed Emîn hîn li
Kokanê û li gundê Coqê henin, ewanan bi mêraniya
Sulêman Helebî li dijî koledaran ji bo rizgariya
gel û welatên Ereban xwe serbilind dibînin. Em
jî dixwazin bi vê bîranîna dîrokî helwestên
Kurdan yên herdem erênî di pêvajokê de, ji gelê
Ereb û cihanê re berçav bikin, ta ku
regezperestên Ereban gelê xwe nexûpînin, dostanî
û qurbaniyên gelê Kurd nehênî nekin û têkoşîna
gelê Kurdistanê bi şovînîstî şirove nekin .Dîsan
kesayetiyek gewre bi regezê xwe Kurd e, mîna
Qasim Emîn(1863- ? )di dîroka Ereban de zor
rûmetdar e, ew li bajaorkeke(Ture )ji dayik bûye,
malbeta wî ji Kurdistana başur, bajarê
Sulêmaniyê bû. Wek tête texmînkirin, piştî
têkçûna şoreşên kurdî bi serdariya malbeta
Babaniyan di destpêka sedsala 19 an de dijî
dewleta osmanî, ewa penaberî Misrê dibe.Li wir
bavê wî dixwîne û dibe efser, lê dayika Qsim
Emîn ji malbeteke misrî ye, keça Ehmed Beg Xetab
e, ew jî birayê Îbrahîm paşe Xetab e.lê lawê wan
Qasim di sala 1881 ê de dadweriyê li Firansa
kuta dike û di sala 1885an de ew vediger Misirê
.Qasim herdem xemxwarê astengên Misirê bû, ew û
Sed Zexlol hevalên hev bûn û li nik dewltê
karmend bûn, ewî di warê dadgeriyê de xebitiye.
Ewî giringî dida pir pirsên civakê, pirsa jinan
û azdiya wan li nik Qsaim Emîn mijara sereke bû,
du pirtûkên wî li ser jinan navdar in, 1-Azadiya
jinê.2-Jina nû.Qasim Emîn ji ber helwestên xwe
yên erênî li hember azadiya jinan,pir astengî û
rexnên tund didîtin,ewî hevaltiya nasdartirîn
kesayetiyên misrî wek Şêx Muhemed Ebde,
siyasetvan Sed Zexlol,helbestvan Hafiz ÎBrahîm,
wêjevan Lutfî el-Seyid dikir .
Ji gotinên Qasim Emîn yên naskirî ev in:"Di nav
gelê jar û bindest de daçeka "na" pir kêm bi kar
tê ."û herweha jî wî pir gotinên watedar û
karîger li şûn xwe li ser jinan hêştine, wek"Me
ji bo pêşdabûna wan çi kirî ye?." Eyan çê dibe,
ku em jinên xwe di rewşeke wek rewşa dewaran de
bihêlin ?..M a rast e, ku nîvî miletê me di
tariya nezaniyê de bijîn ?...Ma mêr ne ji jinan
çê bû ne ? Jin jî ji mêran çê bû ne ? Û mêr bê
jin nikanin bextewar bin ?"Bi kurtî Qasim Emîn
di civaka erebî –de pir çalakî û bi
berpirsiyarene beşdar bû ye,û ewî rolên zor
erênî di pêşvebirina civaka mirovayetiyê de jî
lîstiye, helwestên wêrekî ji ber pirsa jinan ve
istandiye. Bi ya me be ev jî cureyeke ji cureyên
pêwendiyên kurdî û erebî ye. Eger em vegerin
Sûriyê, dê dîsan bê vîna me pir kesayetiyên Kurd
werin bîra me, di rastiyê de hemwelatiyê Kurd
Miho Îbo Şaşo ji navçeya Efrînê, yekemîn mirov
bû, ku bi çeka xwe li dijî koledara firansî
rawetsiya bû, lê paşê Îbrahîm Henano(1869-1935)
di sala 1919 de dest bi amedebûna şoreşê li dijî
dagîrkerên firansî li Sûriyê dike.Di 3. hizêrana
sala 1919 an de kongira surî li Şamê tê girêdan
û Îbrahîm Henano nûnerê Helebê li wir beşdar
dibe, ew ji kongirê redigere, diçe bajarê Îdlibê,
bi cemewerê wir, bi heval û dostên xwe re
dibêje:"Ez baweriya xwe bi Firansa nakim, ewa
dixwaze hêdî, hêdî welêt hemî zep bike û gote
wan; "Mirin ji bo welêt rûmet û şihadet e, û
jiyan di bin siya bêgane de şerm û sernizmî ye
." Piştî ku, Kemal Ataturk sozê piştvaniya
çekdarî li dijî Firansiyan dabû wî,ewî bi rastî
şoreş li dijî Firansa ragîhand.Gava ku, Mêrsîn
dikeve bin destênTurkan, Firansa dest ji
Kîlîkiya berdide, lewra jî, pêwîstiya Mistefa
Kemal bi Îbrahîm Henano nemîne, alîkariya
çekdarî û leşgerî li ser wî birî û qut kir. Ji
ber vê jî, şoreşa Î.Henano bi serneket, li
dawiyê bi alîkariya Êngilîzan ew di Augusta sala
1921 ê de li Helebê tê zîndankirin.Li vir giring
e, em bi bîrhûnin, ku dadgirê dadgehê weha
gotibû: "Eger heft seriyên Îbrahîm Henano hebûna,
min dê bixwasta, ku ew bi heft seriyên xwe werin
darvekirin, lê seriyekî wî tenê heye." Ew li
dawiyê ji girtîgehê rizgar dibe.Firansa dixwast
wî bikin serokê dewletê, lê ewî weha goti bû; "Ezê
herdem ji gelê Sûriyê re, ta roja serxwebûnê
bimînim xizmetkar, piştî serxwebûnê, eger miletê
Sûriyê çi cihî bide min, bila ew ciha, serokê
şaredariya bajarokeke biçûk be jî, ezê razî bim."
Î.Henao ji wê demê de di dîroka bizava
rizgarîxwaza Sûriyê de û dîroka "Rojhilata Navîn
" de zor navdar e, eger li Misirê Sed
Zexlol,Omer Muxtar li Lîbiya,Ebdil Qadir el-Cezaîrî
li Cezaîrê bi bîr tên, herweha Î.Henano jî li
Sûriyê navdar e û ew herdem bi bîr tê .
Kî bû ew şoreşvanê welatparêz ? Îbrahîm Henano
lawê Sulêman Axa lawê Muhemed Henano di sala
1869 an de li gundê "Kefer tixarîm" li Rojavayê
Helebê ji dayik bûye, hin cihder dibêjin, ku ew
ji êla Reşwanî ya kurdî ye, lê hin cihderên din
dinivîsînin,
ku ew ji êla Beraziya ya kurdî ye.Ewî xwendina
xwe li Harimê kuta kiriye,pişt re ewî li Asîtane
(Istenbulê ) xwendîye, piştî kutabûna şerê
cîhana yekem di sala 1918 an de, dibe rêvebirê
bajarokekê li derhêla Diyarbekirê,piştî vê ew
dîsan vedigere Helebê li wir ew di sala 1919 an
de wek endamê kongira sûrî tête hilbijartin, li
wir wek me li jor nivisîye,ewî dest bi xebata
xwe ya siyasî, şoreşvanî kiriye, ew di sala 1935
an de diçe dilovaniya xwedê.Lê dîsan pêwîst e,
em navê şalyarê leşgerî Yosif el-Ezme,yê ku bi
netewa xwe Kurd bû, di sala 1920 î,di cenga
Meyselon de li dijî koledara firansî pakrewan bû
jibîr nekin.Herwisa jî dîroka erebî ya hevdem
dibêje, ku serokê Sûriyê yê yekem Kurd bû, ew
Muhemed Elî el-Abid el-Kurdî bû, ew di sala1872
an de li Şamê ji dayik bû ye, di sala 1922-1923
an de dibe şalyarê darayî li Sûriyê,di sala1932
an de ji ber Şamê ve wek endamê perlemanê tête
hilbijartin û ew di 14 .06.1932 1936 ande wek
serkomara sûrî hate destnîşankirin,ew di
22.10.1939 an de li Parîsê dimre,û li Şamê tête
gornekirin. Yanê bi gotinek din dîroka erebî ya
siyasî jî bi kesayetiyên Kurd pir dewlemend e û
rolên wan di hevkêşiyên siyasî de gelek pelandî
ne.
Dumahîk heye
|
|