
M. Cemîlê Seyda sala 1918 an, li gundê Licê hat jiyanê. Ji destpêka
sala 1940 ve, çend caran li Şamê hat girtin. Sala 1962 an, gelek
pirtûk, helbest û destnivîsên wî ji hêla dewleta sûrî ve hatin
şewitandin. Di eynî salê de ew koçberî Siwêda – başûrê Sûrî kirin.
Sala 1987 an pirtûka wî ya yekemîn bi navê Jîn ku ferhengek
kurdî-erebî ye hat weşandin. Gelek destnivîsên ku nehatine çapkirin
li şûn xwe hiştin. Îro nîvro 9.8.2005, M. Cemîl Seyda çû ser
dilovaniya xwedê.
Serê gelê kurd, dost û xizm û malbata Seyda xweş be.