»Xirabtirîn«
wezaretê xirabtirîn destdirêjî li ser azadiya masmediyaya kurdî kir
STOCKHOLM, 10/8 2005 — Wezareta nêvxwe ya Kurdistanê (Hewlêr) duhî
şefredaktorê rojnameya heftane Medyayê Ako Gerdî ji ber nûçeyeka
nîvxelet û serastkirî bi qanûnên dema desthilata dîktatorê berê yê
Iraqê Sedam Hisênî da girtin û biryara lêgerîna mala wî jî li sewcî
û hakiman da derxistin. Wezareta nêvxwe ya Kurdistanê îdia dike ko
rojnameya Medyayê ew »teşhîr« kiriye û navê wê bi xerabî derxistiye.
Wezareta nêvxwe îdia dike ko destûra rojnameya Medya û Peymangeha
Kurdistanê bo Pirsên Siyasî ji bo wê rapirsiya ko wan kiriye nebû.
Destpêka meseleyê wiha ye: Rojnameya Medyayê û Peymangeha Kurdistanê
bo Pirsên Siyasî rapirsiyek li Silêmanî, Hewlêr û Dihokê li ser
karûbarên herdu hikûmetan û wezaretên herdu hikûmetan kir û encamên
wê di hejmara xwe ya 200-ê de belav kir. Li gor rapirsiyê beşdarên
bajarê Hewlêrê wezareta nêvxwe (Hewlêr) wekî xirabtirîn wezaret
destnîşan kirin û rewşa wezareta nêvxwe li nik beşdarên Dihokê jî ne
gelekê baş e.
Rojnameya Medyayê di nûçeya xwe de nivîsî ko »wezareta nêvxwe li
Hewlêr û Dihokê wekî xirabtirîn wezaret têne hesab kirin« û di
nûçeyê de xeletiyek hebû ji ber li gor encamên rapirsiyê wezareta
nêvxwe li Hewlêrê tenê wekî xirabtirîn wezaret e û li Dihokê
wezareta ewqafê xirabtirîn e û halê wezareta nêvxwe jî ne baş e.
Rojnameya Medyayê bêyî ko wezareta nêvxwe deng ji xwe derxe di
hejmara xwe ya 201-ê de ev xeletiya xwe serast kir û ji xwendevanên
xwe re got wezareta nêvxwe tenê li bajarê Hewlêrê xirabtirîn e.
Piştî ko rojnameya Medyayê xeletiya xwe serastkirî wezareta nêvxwe
rabû û desthilata xwe bi awayekê xirab bi kar anî û polîs û sewcî û
hakimên Kurdistanê hemî li bi hev re ajotin ser Ako Gerdiyê ko
tîmsala rojnamevaniya azad û tîmsala rojnamevaniya dirist e.
Polîsan duhî tehqîqateka dûr û dirêj li ser Ako Gerdî û berpirsê
Peymangeha Kurdistanê bo Pirsên Siyasî Mûsa Ehmedî kir û îfadeya wan
girt û paşê jî biryara girtina wan hat dan û di heman demê de
biryara lêgerîna mala Ako Gerdî jî hat dan.
Wezareta nêvxwe »qanûna uqûbatên iraqî« ya reqem 433 ya sala 1969-ê
– ko di dema xwe de Sedam Hisênê dîktatorê berê yê Iraqê jî ew qanûn
li hemberî mixalifên xwe bi kar aniye – êxist dewreyê û Ako Gerdî da
girtin.
Ako Gerdî duhî di telefonê de dema ko girtî bû û li hêviya hatina
hakimî bû ji Nefelê re got wezîrê nêvxwe Kerîm Sincarî bi xwe giliya
rojnameya Medyayê kiriye û got ew endamê Sendîkaya Rojnamevanên
Kurdistanê û cihanê ye û ev reftara wezareta nêvxwe jî destdirêjî ye
li ser azadiya çapemeniya Kurdistanê.
Ako Gerdî û Mûsa Ehmed duhî dereng bi kefalet hatin berdan û dê paşê
bêne mehkeme kirin.
Hinek desthilatdarên Kurdistanê kengê tu devê wan vekî dê behsa
xirabiyên Sedam Hisênî û dema partiya be‘sê bikin lê belê heman
desthilatdar dema ko bi dilê wan be xwe dispêrin qanûnên dema
desthilata Sedam Hisênê dîktator û wan qanûnan ji xwe re bi kar
tînin.
Gelo ew çi qanûn e ko ji bo xebereka serastkirî ya ko di eslê xwe de
rast bû rê dide wezareta nêvxwe ko şefredaktorê rojnameyeka herî baş
ya Kurdistanê Ako Gerdî bide girtin û mehkeme kirin?
Gelo ew çi qanûn e ko rê dide wezareta nêvxwe û polîs û hakimên
Kurdistanê ko miameleya terorîstan digel şefredaktorê rojnameyeka
herî baş ya Kurdistanê Ako Gerdî bikin û li mala wî teftîşê bikin?
Ako Gerdî nûçe nivîsiye û ew aşkera belav kiriye û ma çi karê mala
wî û zarokên wî bi wê heye? Hemî emrazên sûcê Ako Gerdî li cihê karê
wî û di rojnameya wî de ne û ne li mala wî ne.
Kurd behsa medyaya azad û civata azad dikin. Ka medyaya azad?
Kurdistan TV, Kurd-Sat, Zagros TV û rojnameya Xebat, Kurdistani Nwê
û radyoyên Kurdistanê diviya ji duhî ve Kurdistan li wezareta nêvxwe
kiriban cehenem û wisa bikirina ko wezîrê nêvxwe jî nezane xwe li kû
veşêre û li helwêsta xwe poşman bibûya.
Hewlêriyan piştî çend karesat û teqînên terorîstan û Şêx Zanayî
xirabtirîn poan da wezareta nêvxwe û aşkera kir ko wezaret karekê
baş nake. Wezareta nêvxwe bi vê êrişa xwe ya li ser rojnameya
Medyayê xirabtirîn tecribeya demokrasî û azadiya çapemeniyê jî nîşan
da.
Heger fikrek yan nerazîbûneka wezareta nêvxwe hebûya bila ew wekî
meqale yan daxuyanî ji rojnameya Medyayê re rêkira, neko desthilata
xwe ya polîsiyer û hikûmî li hemberî rojameyê û şefredaktorê wê bi
awayekê wiha xirab bi kar baniya.
Nivîskar: Nefel-Nûçe