“ Qiyametek din di Memê Alan û di hemî
stiran, destan û çîrokên kurdî de heye, ew
jî ev e:
Di zimên de “ bêjeyên dengîn “ hene ku bi
dengê ku didin mana wan xuya dike. Bi
firansî ji wan re dibêjin “ homonothopêes”.
Pirsên ûsa di edebiyatê de, eger xewş bêne
istimal kirin, pir bi biha ne. Racine (
Rasîn ), yek ji “ trajedînivîsên “ firansî
ên ,estir, ya xwe ya “ Andromak” de ev malik
nivîsandiye: “ Quels sont ces serpents qui
sifflent sur nos têtes ? kêl son sê serpan
kî sîfl sûr no têt ? “
bi kurdî : “ ev marên ha ku li ser serê me
difîkînin çi ne ? “ li vir bi kurdî ji dengê
pirsan tu tişt dernakeve.
Lê bêjeyên firensî dengekî ûsa derdixînin ku
jê bi xwe, fîkandina maran xweş têt guhê me
û pê hebûn û tevdana maran li ser serê me,
me bêhtir tînin heycanê. Ev beyt di
edebiyata firensî de pir bi nav û deng e. di
dibistanan de, gava dixwazin bilindahiya
nivîsanên acine bêxine ber çavan vê beyta ha
mîsaleke tekane didin zanîn û bi saetan û bi
rojan minaqeşe li ser dikin.
Lê, ê me di filklora me de tiştên ûsa bi
zahifî tên dîtin her wekî:
“ bû şingeşinga şûran……..çîrkeçirka şirîtan
……..jê tê fişîna maran û çelpîna masiyan….”
Eger yek li wan bigere, mîsalên ûsa pir
dikevin ber çavan. Mixabin e ku gelek pirsên
hemdeng li pey hev nayên.“
Ji destana Memê Alan, nivîsevan: Dr. N. Zaza,
weşanxaneya Bahoz, çapa 1973
Zimanê kurdî yê qur e, miqeris, nazenîn û
revok heya heskirinê û Xwedayê Zûrix yê
serxweş.
Xwedayê Zûrixê yê serxweş bû hefteyek digrî.
Min Hezar min ji destên wî yên mij re hildan,
ji bilî baranê çi li min zêde nekir.
Kenek
Hewcedarî kenekî me, da gol destên min tije
runahî bike û qazên wê yên di ber sipîyê xwe
re diçin, bipirtikînim.
Ah
Hin serxweş bibin, belkî em di alola gêjbûnê
de rê lê bigrin, ew Xwedayê dûr, qur e,
miqeris û nazenîn.
Sibha we ken