|
Her
ku jivanên te dihêne bîra min, ev
giyan ji toza reşa hezkirinê xwe
dadiweşîne
Ji bo Aryanê
Her ku ez dihême jivana te,
Bi qasî hezkirina te dihêm.
Dema çûnê jî, bi qasî hezkirinê
xewnên nîvco li gel xwe dibim.
Can, her ku dihême dîdara te,
rewrewkê min berî min dihê,
Dema çûnê jî rewrewkê min
jehirvexwarî şehîd dikeve.
Her ku dihême civata te, hêsirên ji
çavên min direvin,
Dema çûnê jî, hêsirên kuştî li dûv
xwe xwe dixirxirînim.
Her ku dihême jivana te, êşên min
dibine maçên te,
Dema çûnê jî, her maçeke te, dibe
hezar êş bo min.
Hezkirneke şewibî bû dilê me,
Ne zîl dida, ne tov dida, ne jî
dimir.
Hembiz bû hezkirina me û xelkê kirin
gulav ji bo xwe
Ayet bûn hezkirina me, û xelkê kirin
selwat bo miriyên xwe,
Aşq bû hezkirina me û xelkê di nava
xwe de parvekirin,
Hawar û axîn bû hezkirna me, nalîn û
girîn bû hezkirna me û min û te, ji
bo xwe dikirin helbest, dirêj bûn
peyvên hezkirina me û min û te roj
bi roj, kêlî bi kêlî roman bi wê
hezkirinê dinvîsand
Hemî wextan bêriya dengê dilê te
dikim ji dûr ve,
Û çavên te, min û helbesta min
zengîn dikin.
Hezkirin berî me û piştî me jibîr
bûbû,
Dema ku kevokan nema zimanê tivîlkan
naskirin.
Û tu jî wekî jivanê ciwan, paqij û
wekî çav ji çav dûr
Tu dizanî, vê carê berî ku ez biçim
ji dîdara te, berî ku jivan xala
dawî li ser dilê min deynê, berî ku
hêsira dawî di sînorên hezkirna te
de birêjim, berî ku dara hejîran
zarokê xwe sêwî bihêle û mêwên tirî
harisimê xwe biweşînê, berî ku xatir
ji deriyên hewşê bixwazim, min
hezdikir te gelek… gelek hembêz
bikim
|