|
Ez
dikarim bibêjim ku mijara
dewlemendtirîn di civaka gelê kurd
de, çîrok e. Ji ber ku civaka miletê
kurd dagirtiye ji bûyerên balkêş.
Her bûyerek ji wan jî, bi serê xwe
çîrokeke. Jixwe kurdan di her wextî
de, êş û azarên xwe bi şêwaza wêjeya
devikî gotiye. Çi bi dengbêjî û çi
bi çîrokî, ev bûye babetek sereke li
cem xelkê me. Ango, hemû xislet û
taybetmendiyên çîroka kurdî, di
rastiya civaka miletê kurd de
veşartiye. Dema mirov di nava çîroka
kurdî de kûr dibe, ya mîr û xelk, ya
lehengek û evînî, ya çend bira û
xwîşkek, yan jî gernasî, newekhevî û
evînî der dihêt pêşiya me. Bê guman
ev hemû rûdan û bûyerên balkêş in û
naveroka xwe bi wate û êş û azar in.
Lê mixabin li serdemên kevin pir
çîrok bi devikî hatine gotin û
nehatine nivîsandin. Sedema vê yekê
jî bi bindestiya miletê kurd ve
girêdayî ye. Lê, li serdema îro di
warê çîroka nivîsadinê de
dewlemendiyeke ber çav heye û bi
dehan nivîskarên me, di nava cîhana
çîrokê de, pênûseke dagirtî bi wêje
û peyvên balkêş bi kar dihînin.
Çavkaniya çîroka kurdî civaka gelê
kurd e. Civaka kurdan ji bo çîroka
kurdî kaniyeke tim diherike. Çi di
qonaxên kevin de (demê serhildan) û
çi demên şoreşên kurdî, di nava van
qonaxan de, bi hezaran babetên bibin
çîrok hene û heta îro çi bi şêwaza
kilasîk û çi bi şêwaza nûjen dihêne
nivîsandin. Di van bûyeran de
xisletên çîroka kurdî ev in:
fedekarî, bêbextî, evînî,
welatperwerî, mêranî, fedekariya
jinê, comerdî, zikreşî, bexîltî,
hevaltî, hogirî û mirov dikare van
li gel babeta xiyanetê jî zêdetir
bike.
Ango, felsefe û rastiya çîroka kurdî
ji vê civakê derdikeve, heger em
bibêjin ku her kurdek çîrokeke xwe
heye ne şaş e. Ji ber ku jiyana kurd
trajîdiyeke dagirtî û balkêş e. Dîsa
bi vê mijarê ve girêdayî çîrok û
civak, civak û çîrok, çîrok û
giyanewer, giyanewer û çîrok, çîrok
û mirov û sirûşt. Ev hemû hev dikin
yek, hev du temam dikin û bê hev
nabin.
Îro em kîjan pirtûka çîrokan vekin,
yan jî çîrokeke çîroknivîsekî
bixwînin, yê ev rastiya çîrokê li
ser qada wêjeya kurdî bihê xuyakirin.
Lê divê xal nehête jibîrkirin,
naskirina nivîskarê çîrokê ji kurd
re, ew dihête wateya serkeftina
çîrokê, ger nivîskar civak, jiyan û
erdnîgeriya miletê kurd nas neke, ev
dihête wê wateyê ku ew jêdera hêza
çîroka kurd jî nas neke û yê çîrokên
wî kelî bin, bê çêj bin û dê dûrî
rewşa xelkê bikeve û dê çîrok cihê
xwe negirê. lewra taybetmendiyên
çîroka kurdî di civaka kurdî de ye.
|