|
Li
Hewlêrê projeyeke Tourîstî bi behayê 15 Miliyar
Dollar tê amadekirin[1].
Li Şingalê – aliyê çepê yê Dilê Kurdistanê –
Terroîst di projeyeke kuştin û qirkirinê de bi
ser dikevin[2].
Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku pênc
salan piştî şerê Îraqê bihtir ji 4 melyonan
xelkên Îraqê ji welatê xwe reviyane û bi
diniyayê ketine[3].
Nêzîkî – 800 - Hezar li Sûriya Al-Esed in û
Melyonek û nîv li Urdunê ne û her heyv ji kêmahî
– 60 - Hezar ji xelkê Îraqê ji welatê xwe
derdikevin û berê xwe didin koçberiyê.
Û hîn kuştin û karê terrorîstê li hember miletên
Îraqê nexasim li hember pêkhatiyên Îraqê yên bê
qeram mîna Êzdiyan û Xiristiyanan û Şebek û
Mendayiyan berdewam e. Û hîn rewşa Îraqê û
Herêma Kurdistanê ne aram e.
Lê dîsa jî, di ser vê rewşa nexweş re jî,
Hukumeta Herêma Kurdistanê (HHK) li herdu
paytextên Herêmê, Hewlêr û Silêmanî YNK, Hotêl û
Havîngeh û xwaringeh û zanîngeh[4]
û Nexweşxaneyan ava dike, dixwazin Hewlêrê bikin
Dubaya Kurdistanê û Silêmaniyê jî Parisa
Kurdistanê!
Lê gelo îro roj Kurdistan ya – Azad - ji bo van
projeyên Tourîstî amade ye? Gelo heta çi radeyê
îro roj ev proje ji bo Kurdistana – Azad -
pêwîst in?
Gelo heta kengî wê Serokatiya Herêmê û patoxwer,
û gendele bi navê Avedanê aboriya Kurdistanê bi
van projeyan bişewitînin.
Di piraniya Deverên kurdistana –Azad- de heta
50 şagirtî carna bihtir jî di odekê de, di ser
dilê hev de ne?!
Gelo di atmosfêreka wisa teng û bihnçikandî de,
serê van şagirtan wê çi bikşîne?
Hîn rê û rêbarî ji bo hindek Deverên Kurdistanê
ji rewşa Afxanistanê xerabtir in.
Hîn li hindek Deverên Kurdistanê nexweşxane tune
ne?
Heke hebin jî mîna koxa ne; helbet ji bilî
nexweşxaneyên “Firstclass“ yên aliyê rastê yê
Dilê Kurdistanê, Hewlêr û Silêmanî û Duhokê.
Mînaka her zindî, nexweşxaneya Şingalê ye, ku
jibo nêzîkî – 400 - Hezar merovî ye.
Lê gelo ev çi nexweşxane ye ku ne Pijişk û ne jî
derman tê de peyda dibin?! Di herdu bûyerên
Terroîstiyane de yên ku di 14.08.2007 û di
29.05.2008 an de qewimîne, hemî birîndar ji bo
nexweşxaneyên Duhok û Mûsilê hatin virêkirin.
Şingal bi kêmahî - 100 heta - 200 - KM ji van
herdo girebajran dûr e.
Di van bûyeran de em dibînin ku Dilê Hukumeta
Kurdî ji kê re lêdixe, ji Kerkuk û Silêmanî û
Hewlêr û Duhokê re yan jî ji Şingala wêran re?
Bi rastî merov carna ji bêçareyîyê ji xwe
dipirse gelo cihê Şingalê û xelkên Şingalê di
Dilê HHK ê de heye?
Heger cihê Şingala wêran di dilê HHK ê de mabe:
-
Şingal pêwîstî bi Biniyadsaziyê (Infrastrukur)
heye.
-
pêwîstî bi zanîngeh û Kolêca û nexwşxaneyan û rê
û rêbariya hesan heye.
Heger rast e, cihê Şingala wêran di dilê HHK ê
de heye, bila biferme û binyada Şingalê ji kokê
ve saz bike û geş û xweş bike mîna hemî Deverên
din yên Kurdistana – Azad -.
Argumenta HHK ê di vê mijarê de ew e, ku dibêje
heta nuha Şingal ne girêdayî Herêma Kurdistanê
ye, Parêzgeha Mûsilê divê Şingalê û xelkê
Şingalê xwedî bike û projeyên avedanî ji wan re
pêk bîne; Lê mixabin ne Mûsila gewre, Şingala
wêran bi xwe ve digire û ne jî Kurdistana Azad
seran lê dide???
Şingal bûye mîna gokê, heryek ji yê din re
dihavêje.
Heke HHK ê bi rastî û ji Dil dixwaze Şingalê,
dawîtirîn Keleha berxwedana Êzdiyan hembêz bike,
divê roj berî rojê dest bi alîkariyê bike û karê
îro bi hêviya sibe ve nehêle.
Heke rast e Dilê HHK ê bi Çiyayê Şingalê yên
mişt Hejîr, û bê Petrol ve ye, divê roj berî
rojê Pirên çûn û hatinê û herweha pirên
danûstandinê ava bike.
Lê gelo çawa û kengî ev pir wê bên avakirin.
Eger HHK ê Êzdiyan wek Kurdên Kurdistanê dibîne,
divê çarenûsa herêmên Êzdiyan ji aliyê avedan û
guhdanê ve, bi cîanîna Mada – 140 – î ve girê ne
de.
Eger Hikûmeta El-Malikî dixwaze Iraqê ava bike,
divê cudahiyê neke nav hemwelatiyên xwe, û Êzdî
û pêkhatiyên din yên Olî û Netewî neke mijara
bazarên siyasî û ewlekariyê.
Ev bîntengî, kuştin, neguhdan whd, yaku li van
pêkhatiyên Iraqê tê kirin, HHK ê û Hikûmeta
Bexdayê jê baş agahdar in, bera êdî kesî
nexabînin, û eger ev rewş wisa berdewam bike wê
karîsatên mezintir bi ser herêmê de bi xwe re
bîne.
Jêder û çavkanî:
Dilgeş Îsa / Goettinge / Almaniya – 10.06.2008
|