|
Xeleka
duwemîn
xalis@myway.com
Welato !
Kes nikare hêza te nasbike û
bighêje dawiyê
ew hêza ku di ziman û çiyayên te de
kom bûye
di binax û seraxa te de
veşartiye,
di çem û cobarên te de
diherike
di mêraniya xelkên te de
xuyaye…
Weha Konê Reş, bi hokar û karizmên hêza welatê
xwe, xwe payebilind û serfiraze dibîne. Helbesta
wî herdem ji gencîneya hestên helbestî, ji rivîn
û şewata ruh û giyanê wî, mîna kahniyeke zexm û
zelal dertê, ava wê li ser pesarên çiyayên
Kurdistanê yên bi ber ezmana ve hildiperikin, bi
hêlemêj tê xwarê û di herike.
Konê Reş, vê gencîneya xwe a helbestî bi xurtî
dixe xizmeta hezkirin û paristina welatê xwe de,
û welatê xwe pir bi hêz û mezin dibîne, ku kesek
nikare hêza vî welatî nasbike, lê ew bixwe vê
hêzê xweş nasdike, û di sê tiştan de dibîne. Yek
jê bêgûman hêza ziman û hunera Kurdiye. Ya din
ew hêza ku di ser ax, bin ax, û di ava çem û
cobarnên welêt de veşirtiye, û dîsanê di pesar û
serê çiyayên bilind de, ku herdem rûniştvanên
xwe yên Kurd, mîna kelehên asê parastine diyar
dibe. Û ya sisiyan jî, di wê mêrxasya xelkên
welêt ya bê hemta de belî dibe.
Vêca ji vir tê xuyakirin, ku helbastvanê me,
nemaze di warê wate û wêneyên hunerî de, xwedî
şêwazeke helbestî rewan û cudaye, û di warê
welat û civak û kelepûra xwe a Kurdî de, xwedî
tecrîbe û ezmûneyeke bi hêz û dirêje. Ango em
karin li vir bînin ziman, ku di vê sirûda li jor
hatiye nivîsîn, Konê Reş bi kurtî weha dibêje:
Ku Kurd xwedî li zimanê xwe yê zikmakî
dernekevin, û çiyayên xwe yên ku Kurda herdem
gotiye: Ji çiya pêve kesk dostê me nînin. Ku dev
ji van çiyayên pîroz berdin, û hezkirineke bê
hemta ji welatê xwe hez nekin, wê demê wê
bindestî û hejarî û belengazî herdem para wan
bin, û wê qetilamên mezin bi serê wan de werin.
Dîsanê li vir helbestvanê me, bi kêş û bi ritm û
bi sîmfoniyeke bedew, û bi dengê tîpa - e – ya
dengdêr, ku li dawiya van hevokan hatiye mîna
hevokên - dawiyê kom bûne; veşartiye, diherike,
xuyaye.. Bi van hokaran hemyan, mîna endezyarekî
jîr avanya sirûda xwe dûz û tekûz dike, û bi
cênavê diwemîn, ku ew jî ji karizmên helbesta
nûjen tê jimartin, helbesta xwe berdewam dike
mîna/ te de…te de…te de…/ ku ew jî - weke me
gotibû - ji hest û rivîna giyanê wî, yê bi keser
û hesret tê der, welatê xwe jî di wêneyê
mirovekî leheng û bi hêz teşxîs dike. Ku ev
sembol, wêne û şêwaza teşxîskirinê, ji karizmên
helbesta nûjen têne hesêb.
Ango ta ku helbestvan hêzeke xurt ji welatê xwe
re bide nasîn, radibe ev hêz bi du beşan, an bi
dû wêneyên hunerî nîşan dide:
Veşirtî: Di bin ax û ser ax de. Û xuyayî: Di
ziman, û çiya û çem û cobar, û di mêrxasya
welatiyên Kurd de diyar dike. Dîsanê bi van
gotinên dawî û bi zîrevanî, helbestvan xwêneyê
xwe dixe nav agahdarî, hest, ihsas, û wêneyên
bêhemta de, û di nav xem û xeyalên kûr û dûr de,
hiştiye ku ew di helwêst û babeta welatê xwe de
bifikire û mitala bike, û halê welat û miletê
xwe di bîra xwe de bîne.
Di parçeyê vê sirûda li jêr de jî, dîsanê
helbestvan bang li welatê xwe dike û dibêje:
Xelkê cîhanê sosretmayî man
dema ku naskirin;
ZEREDEŞT pêxemberkî te bû,
SLAHEDDÎNÊ EYÛBÎ mirovekî te bû,
Dicle û Firat dû çemên te ne û
Agirî û Cûdî dû çiyayên te ne.
ji wê hingê ve Welato
tu di derîyekî mezin re
derbasî dîroka
welatên cîhanê bûyî…
Li vir, Konê Reş, di mizgefta giyanê xwe de
temene dibe, û fexra xwe bi dîrok, kelepûr, û
kesên karizmî yên welat û welatiyên xwe dike, ku
vî welatê pîroz ev kesin karizmî mîna Zeradeşt
pêxwmberî, û Selaheddênê Eyûbî, li ser xaka xwe
afirandine.
Mîna em dibînin jî, navên van kesan, bi tîpên
herî mezin hatine nivîsandin, ew jî tê wê manê,
ku helbestvan, bi van kes û diyardeyên welêt yên
xuristî, bi çiyayê Agirê û Cûdî, û bi çemên
Dicle û Ferat ve, pir kêf xweş û serbilind e ,
çimkî ku herdû çiya û herdû çem, bi giranî cihên
xwe li ser rûpelên dîrok û kelepûra Kurdistanê
girtine. Ji ber wilo, û ji ber van hemû tiştên
me li jor dane xuyakirin, helbestvan gihaye wê
encamê, ku Kurdistan di nav dîroka cîhanê de,
cihekî bilind ji xwe re girtiye.
Her wusa em dibînin ku di babeta sirûdê de, hisî
û manewî bi hevve têne girêdan, û dibêjin jî: Ku
helbestvan pelên dîrokeke navdar, li ser xaka
Kurdistanê radixe, û bi vî hawî mîna rêberekî
torizmî, tabloyeke karnefalî pir spehî û bêhemta,
ji dîrok û xurista Kurdistanê re, bi istîtîka
wêneyên xwe yê hunerî diafirîne, û li ber çavên
mirov datîne. Ango helbestvan teknîka wêneyên
madî, li ber çavan pir bikartîne, û bi şêwazeke
dîscurs) (إسلوب خطابي û bi cênavê duwemîn, dengê
xwe dibe welatê xwe, pesnê rewşa wî dide, û
dîrok û cugrafiya welat li ser xerîta cîhanê bi
serbilindayî datîne. Weha helbestvanê me hinekî
dûrî xeyalan dibe, ji ber ku babeta sirûda wî,
ewe ku rewşa Kurdistanê dinav welatên cîhanê de
bide xuyakirin, û şêrîn bûn û hezkirina wê têxe
hinav û dilê xwêner, û welatiyên xwe de.
Dîsanê di vê sirûda li jêr de weha dibêje:
Welato!
ziman nayêne dizîn,
kes nikare zimanê welatîyên te bidize,
ku welatîyên te li zimanê xwe guhdarbin
lê ku di ser guhên xwe re avêtin û
bi zimanê biyanîyan axifîn,
wê hingî Welato ;
ne welatîyên te xwedî şaristanîne,
ne jî zimanê wan zimanekî bingihîne…
Ev sirûd bi rêzên xwe ve, ji rêza pêşî ta bi ya
dawî, mîna şanoyeke tiracîdî destpêdike, û dikka
vê şanoyê jî qada welatê Kurdaye. Ango
helbestvan guftûguheke şanogerî di navbera xwe û
welatê xwe de pêktîne, derhênerê vê şanoya
tiracîdiyê jî helbestvan bi xweye, û lîstikvanên
şanoyê jî evin- welat - diz – ziman – xwedyê
zimanin. Di van bûyerên şanogerî û diramî de,
micadele û hin gengeşe û xirecir, di navbera
dizê ziman, û Kurdên xwedyên ziman de çêdibin.
Diz dixwaze zimanê Kurda bidize, û zimanê xwe li
dewsê deyne. Lê danerê vê şanoya ecêb dibêje: Ku
Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin, û têkoşînê
dijî dizan li darxin in, ango berevanyê di ber
zimanê xwe de bikin, wê demê dizên ziman nikarin
zimanê wan ji devê wan bikişînin, û wan perdeyên
şanoyê bi serkeftina Kurda bi dawî bibin. Lê
carna diz mixabin, dikare zimanê me Kurda bidize,
û yê biyanî li dewsê deyne, weke ew dizya ku li
mitropolên Turkan çêdibe, ku gelek ji Kurdên me
li wir û ji bilî wir jî, bi Turkî ta di mala xwe
de bi zarokên xwe re di axifin .
Carekedin Konê Reş, welatê xwe mîna mirovekî
teşxîsdike û vêre dipeyive, û dengê xwe dibe
welatiyên xwe jî, û ji wan re weha dibîje:
Kurdino, tiştê ji were maye zimanê weye, eger
hûn lê miqatebin, kesek nikare koka we ji dinyê
rake. Ango helbestvanê me cudabûn û kesayetiya
miletê Kurd û hebûna wî, di hebûna zimanê wî de
dibîne, û evya jî gotineke pir raste, û di cihê
xwede hatiye. Dîsanê livir Konê reş şagirtê
raman û fikra Celadet Bedirxan tê dîtin, ku
Celadet dibêje: (Yê bi zimanê xwe nizanibe
bipeyive bila nebêje ez kurdim).
Dîsanê di rêzên helbesteke xwe de, Konê Reş weha
dibêje:
Di vê jiyanê de
Min gelek kes naskirin û
Hez gelek tiştan kir
..................
Heger we naskir
Bê ew hersê nav kîne ?!
Yek ji wan gundê min Doda ye
Yek Barzaniyê nemire û
Yek Ala welatê min e
Careke din Konê Reş bi awakî diramî û nûjen,
guftûguhek xweş û bi wate bi xwênerê xwe re li
dardixe, û wî agahdar dike, ku di jiyana xwe de
vî helbestvanî hez sê navan kiriye, lê berya
bêje ew sê nav kîne, xwênerê xwe bi zîrevanî
dixe nav fikir û ramann de, dema pirseke
folklorî ji xwêner dike, û dibêje: Bê ew hersê
nav kîne ?!
Bi vê pirsa bi zanebûn hatiye kirin, helbestvan
balê dikşîne ser sirûda xwe, û sirûda xwe pir bi
lezet û teşwîq dike. Lê dîsanê em dinêrin ku erê
helbestvan navê gundê xwe (Doda) berya navêndin
tîne ziman, lê wîna bi zanebûn, peyva /yek jê/
livir bi kar aniye, ango ne bi dû hev de gotiye
/yê din/ an dido an sisê, ev jî ji bo kesek
nebêje, ji gundê xwe bêhtir hezkiriye û daye pêş.
Lê ji aliyê dinve jî livir helbestvan rêz û
wefedarya xwe ji warê zaroktiya xwe re dide
xuyakirin û bi bîrtîne. Ku dîsanê helbestvanê
Ereb yê navdar(Bedir Şakir Elseyab) tîne bîra
mirov, ku wî jî gundê xwe(Cykor) li Iraqê,
herdem bi hesret û keser, di bîra xwe de aniye,
û jêre straye û helbest gotine.
Carekedin li vir tê xuyakirin, ku helbestvan sê
taployên hunerî di sirûda xwe de diafirîne. Yek
jê, ew hest û rivîna ku herdem giyanê wî bi wan
hatiye sûtin, ew jî cihên bîranênên biçûkanya wî
gundê wî Dodaye. Evna jî - mîna me gotibû – hin
dikeve warê wefadaryê, û hin jî pêvajoya
kelepûra Kurdî di riya gundê xwe de dide nasîn.
Ya diwemîn jî, ew hezkirina wî ji welat û
qehremqnên welatê wî reye, ku yê yekemîn ji wan
bi navê (Berzaniyê nemir) bi navdibe. Ya sisya
jî, ewe ku dîsanê bi zîrevanî helbestvan
xwênerên xwe, bi hezkirina ala welêt agahdardike,
û dibêje: Xwênerên hêja, divabe hûn jî, mîna
min, û ji min bêhtir jî, ji welat û welatiyên
xwe hez bikin.
Ne akadîmî û
Profîsorim
Bi tenê ez
Kurdekî bi rûmet im,
Evîndarê zimanê
Dê û bavê xwe me,
............
Spas ji Yezdan re
Ku ez Kurdperwerekî
Bi rûmet im ,
Di deverên teng de
Min kiriye ne firotiye...
Bi vî awayê rast û ruhnî Konê Reş, welatprêzya
xwe bi xwênerê xwe dide nasîn, û bêyî ku xwe li
serê kesî mezinn bike. Xwe dide nasîn ku herdem
ew evîndar û aşiqê, zimanê dê û bavê xweye. Li
vir mirov kare bêje, ku helbestvan bi naverokek
perwerdeyî sirûda organîze dike, ew jî dema ku
bi van gotinan, berê keç û xortên Kurda, bi alî
zimanê wan vedike.
Dîsanê li vir, Konê Reş sykolociyeke payebilind
û raperîn û serbilindiya giyanê xwe derdixe wê
holê, û xwenasîneke netewî û xweyîtiyeke gewre
jî) (تضخم الذات li bal helbestvanê me peydadibe,
ew jî ji cênavên yekemîn tê naskirin, mîna ku
dibêje: Ne profîsor..im – ez - bi rûmet..im –
min- Bi vî hawî, û di riya du wêneyên zelal û
watedar de, helbestvan mîna wênekêşekî zîrek,
karîbû tabloyeke rast û ronî ji jiyana xwe a
netewî re derxe wê holê. Wêneyê yekem ji derve
de kişandiye, ew jî çaxa dibêje; Ne akadîmî û
profîsorim , Wêneyê din jî ji hindur ve hatiye
kişandin ku dibêje: Spas ji yezdan re, ku ez
Kurdperwerekî – bi rûmetim.
Bi rêza /spas ji yezdan re/ vî helbestvanê
wênekêş karîbû, bi kamîra xwe ya li serpiyan,
mîna textorekî seykolocî, wêneyê hindirê xwe ji
xwênerê xwe re bikişîne, ku bizanibe bê çiqasî
tofê netewî û Kurdperweryê, di nava wî de bi
aramî şînhatiye. Vêca em karin nîşan bidin, ku
ev sirûda ha, hem ji aliyê hest û ihsasan ve, û
hem jî bi riya şêwaza spartinê) (التدويرde, bi
hevgirtiyeke babetî û nûjen hatiye rêzkirin, û
helbestvan karîbû di riya wê de, hestê xwe û
xaka welêt tevlihev hevîr bike û bistrê. Weha bi
van hersîk xalên li pişt rêza dawî belavbûne,
karîbû xênerê xwe bixe nav fikr û ramanan de, û
riyek bê dawî ji danûstendina mejyê xêner re
veke.
Her weha bi rêza dawî – min kiriye ne firotiye-
bi riya vê metelokê û wezîfedakirina kelepûra
Kurdî, helbestvan fikra xwe ji xwêner re teqze û
misoger dike. Lê di herdû rêzan de ya - spas ji
yezdan re - û di ya dawî de – netebatî û
acizbûnekê li bal helbestvanê me didin xuyakirin,
û dibe jî ku di mafê wî de şaşitîn ne di cihê
xwe de hatine kirin, ji loma ev rêza dawî hatiye
gotin, ku ev rêz jî mîna -me gotibû- beşekî ji
kelepûra Kurdî di naveroka xwe de dimeyinîne, û
pirê caran di cihê acizbûnê de bikartê.
Di vê sirûda jêrîn de jî helbestvan weha gotiye:
Em miletê kurd bi şûnde mane..
Xelkê hevsarê me kiriye destê xwe,
Li gor kêf û menfîeta xwe,
Berê me ji bakur didin nîvro,
Ji rojave didin rojhilê..
Divêt em jî bixebitin,
Xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin
Vî miletê belengaz ji tariyê xelas bikin,
Berê wî bidin tav û ronahiyê…)
Li vir jî, helbestvan fotogirafekî tarî ji
jiyana Kurda re dikişîne, û birastî jî wiloye ku
jiyana Kurda ji sedê salan de, mîna jiyaneke
koletî derbas dibe. Birastî dîsanê helbestvan li
vir, tabloyeke bi mijûmoran û helwêsteke
tiracîdî, û pir bi wate, ji rewşa Kurda re
diafirîne, ew jî dema dibêje:
- Xelkê hevsarê me kiriye destê xwe-
Weha helbestvan bi hesret dibêje: Xelkê hevsar
kiriye serê Kurda, û li gor kêfa xwe mîna pez û
sewalan, wan dibinûtînin. Lê helbestvan di vir
de, ji desthilanîn nakeve, û mîna mirovekî
mêrxas, û helbestvan û ronakbîr, çareserya vê
jiyana tiracêdî, di xwendin û rewşenbîryê de
dibîne, û bi dengekî bilind bang li Kurda dike û
dibêje: Gelî Kurdan, miletê xwe hînî xwendin û
nivîsandinê bikin, ji vê riyê pêde tu çare ji
were nînin.
Lê ev lazîma bi navê /welato/ ku di vê sirûda
dirêj de herdem dûbare dibe mîna – vê rista ku
dibêje: Welato ji wan re bibêje - ew jî –
bêgûman- nîşana teqzekirina gotina wîye, û ji
bawerya helbestvan bi nefsa wî û miletê wî tê.
Bi cêgirê siyemîn /wan/ çê li wan kesên bê
bawerî û bê mical dike, ewên ku nikarin tiştekî
ji welatê xwe re bikin, û ne dihêlin kesek jî
tiştekî bike, û herdem li bendeyî hazirya û
mafîşane…!.
Lê carekedin di vê sirûda jêrîn de dibêje:
Welato ji wan re bibêje
Tevî pirbûna birînên axivtî
di benda te de
tu bi hêz û zexmî
ji ber ku tu mezinî
û ji ber ku tu mezin û zexmî
tîrên neyaran têne te û
birîn di bedena te de vedibin
Gereke em bêjin, ku li vir, bi rêzên bi stran, û
bi ritm, û bi mozîkek xweş, û bi dengekî zelal,
yê ji tîpa dengdêr/Î/ ya dawiya rêzan ve dertê,
bi van hokaran helbestvan rêzên xwe li tefna
helbestê dixe, û hestê û ihsasên mirov tevradike,
û li berbayê wê mirov tê hejandin. Bi van rêzan
jî, helbestvan welatê xwe teşxîsdike, ango mîna
mirovekî gernas di pesinîne, û herdem bi tîrên
dijmin û neyaran, brînên xedar di laşê wî de
vedibin, neyaran jî bela xwe firotiye vî welatî,
ji ber ku ew jî welatekî mezin û bi xêr û bêre,
û cihekî bilind li cîhanê stendiye.
Lê tevlî wilo jî, û mîna herdem, helbestvanê me
tucaran, bê hêvî û omîd namîne, û dibêje: Çiqasî
neyar me bikujin jî, lê xwîna me xilasnabe, wê
dema serkeftina Kurda dûr nêzîk were, wê tê de
Kurd welatê xwe ji dijminan rizgar bikin. Ji
dûbarekirina peyva /zexmî/ tê xuyakirin, ku
helbestvan bi welatê xwe pir serbilinde, û pir
jî di çavê wê de mezine û xwedî cihekî bilind û
gewreye.
Carekedin helbestvan vê serkeftinê bi hawakî
zîrevanî, û bi wêneyeke watedar û istîtiyeke
hunerî) (جمالية فنيةtîne ziman û dibêje:
Ew xwîn xelas nabe,
û dawî wê zora demê here
ji ber ku hin bi hin
xwîna welatîyên te
ji demê mestir dibe û
serkeftin nêzîk dibe…
Bi van gotinên rewan û bi hêvî, bi û bi vê
helbesta nûjen û zelal, dîsanê helbestvan wext û
demê mîna mirovekî bi gewde û laş teşxîsdike, û
tekoşîneke xurt, di hinava mirov û civaka Kurdî
de diçîne, û gengeşe û micadeleke giran di
navbera civakê û demê de diafirîne, û bi omîd û
hêvîtî dibêje: Û dawî wê zora demê here - ji ber
ku hin bi hin - dem ji xwîna welatîyên te bi
çûktir dibe…
Li vir helbestvan sedema serkeftineke misoger û
teqze dide xuyakirin, ji ber ku dem ji xwîna
welatiyên welêt biçûktir dibe.
Bi vî hawî em dinêrin ku herdem Konê Reş, bi
şêwazeke yekser û rasterast, û bi şêweyeke nûjen
û naverukeke kolasîk, û bêyî teknîka nependiya
helbestî
) (بعيداً عن تقنية الغموض الشعريhelbestên xwey
bikêş an sirûdên xwey netirî lidardixe.
Dîsanê ku em xwe berdin nav sykolociya
helbestvanê xwe, emê binêrin ku herdem tofê omîd
û hêvîtiyê di nava wî de çandiye, û damarên
serkeftinê di tabloyên rist û helbestên wî de
xuya dikin.
Dîsanê di vê sirûda jêrîn de jî, helbestvan ji
welatê xwe re distirê û dibêje:
Welato !
Ji wan re bibêje:
ku ne em li hev rûnên û
bi mejiyê di serê xwe de ne bifikirin
pirs û bersivên xwe,
hawar û gaziya xwe,
kul û birînên xwe
ji hev re bibêjin û şanî hev bikin
ewên ku di nav xaka te de şîn dibin
em nagihêjin armancên xwe û
wê halê me ev hal bimîne
ji kuştin û berberiyê …
Di van rêzan de, Konê Reş daxwaza yekîtiyê, ku
ew jî daxwaza Kurda ya ebedîn û heymane li dinyê,
vê dozê bi xurtayî li miletê xwe dike, û xwe jê
re şîretkarekî ewledar dibîne, û dibêje: Ku em
Kurd li hev necivin û mejyê xwe taze bikarneynin,
û kul û derdên xwe ji hev re nebêjin, hevdû
nepejirînin û qebûlnekin, wê çaxê emê heta heta
li ber dîwarê xelkê bimînin, û wê karê me
kuştina xwebixwetiyê be, û ev hawe jî şkestin û
tunebûna miletê me bi xwere tîne, û salên
bindestiya wî dirêjdike.
Li vir jî, tê ber guhê mihov ku em li
helbestvanekî azardayî) (المعذب guhdardikin,
ango helbestvan, êş û kulên xwey netewî, bi gazî
û bi birîn, bi hewar û qêrîn, li tefna helbesta
xwe dixe, bi istîtîka wêneyên hunerî û bi şêwaza
spartinê, û bi hestê xwey netewî, yekîtiya rêzên
sirûda xwe helbestî pêktîne, ev rêzên bi hostayî
bi hevve hûnandine. Ango livir hesta xwe û
welatiyên xwe tevlihev dike, û mîna filosofekî
hekîm, encama van rêzên xwey helbestî di rêza
dawî de zelaldike, fikr û ramanên xwe ji xwêner
re belî û diyardike, encam jî ewe, ku yekîtî
tunebe wê li dewsê kuştin û berberî hebe.
Lê dîsanê di sirûda welato de, û di van rêzên li
jêr de dibêje:
Welato !
Ez ne bawerim ku kes karibe
pişta te bi tewîne,
ji welatiyên te pêve
( kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe )
Bê guman,
zerera te ji zarokên te ye
nexasim ewên nezan û çavgirtî
ewên ku heyranê canê xwe tenê ne…
Ji van rêzên han, tê xuyakirin ku helbestvan
destê xwe davêje tefna kelepûra Kurdî, û wê
meseloka bi navûdeng carekedin, bikartîne û
dibêje: Ku- kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî
nabe- evna jî tê wê manê ku helbestvan li hember
şerê xwebixwetiyê, bi cidîyet radiweste, û ew
kesên çavgirtî û nezan, û yên bercewendiyên xwe
berya yên welêt di parêzin, ewin kurmê darêne,
divabe koka wan bi carekê re ji erdê rabe. Didir
de helbestvan tecrîbeyeke mezin derdixe wê navê,
ku birastî jî ku Kurd hindirê civaka xwe
paqişnekin, kesên gemar ji nav xwe navêjin, wê
herdem jiyana xwe dibin destê xelk û neyaran de
derbaskin.
Lê dîsanê, di vê sirûda li jêr dibêje:
Me seh nekiriye ku,
tu hêz di dinyayê de
kare welatiyên welatekî hevgirtî
bişkîne, ku ew welatî
di bin yek gotinê de bilivin…
Dîsanê li vir helbestvan hêza Kurda û miletan
hemyan jî, di yekîtiya wan de dibîne, û bi
şêwazeke balkişên) (إسلوب الإلتفاتû nûjen,
xwênerê xwe bi vê yekîtiyê hayedar dike, û di
hêle ji rêza yekemîn de xweş lê guhdar bike, û
bi awakî giştî dibêje - me seh nekiriye ku….- ev
rêza balkişên, bi zîrevanî hatiye destpêkirin,
evna jî tê wê manê ku Konê Reş, mîna helbestvanê
mezin Seydayê Cegerxwên, bang li (merce- iyek)
kurdî kiriye, ewa ku îro bi xurtayî bang lêdibe.
Teqzekirin ji vê gotinêre jî, ev rêza dawî ji
rêzên sirûdêye ku dibêje - di bin yek gotinê de
bilivin…
Weha Konê Reş, konê helbest û xewn û xeyalên xwe,
mîna mirovekî koçer li ser deşt û zozanên
Kurdistanê vedigre, alavên xwe li bin datîne, û
mîna şivanekî koçer, rahijtiye bilûra şivantiyê,
û dengê awazên helbesta wî nemaze ya netewî, li
çol û çiyayên Kurdistanê li hev vedigere.
Û bi wêne û tabloyên helbestî, weke zanayarekî
ciyolocî, xak û latên Kurdistanê dikole û
serûbinîhev dike, û weke rêberekî torizmî jî,
leheng û diyardeyên welatê xwe dide nîşan û
dibêje: Eve Beriya Xelef Axaye, û yadin jêre
Deşta Hesinan dibêjin, û dinav de jî bajarên
Dêrka hemko, Qamişloka rengîn, û Efrên, û Cezîra
Bota hene....ji wir û bi bareş û bakur ve jî,
Erbîl û Silêmanyê, û Mihabadê, û Diyabekirê hene,
û çiyayên Bêxêr, û Sason û Herekole, û gola
Urmiya û Wanê jî li wandera cih girtine. Û mîna
zanayekî biyolocî û dîrokzan, dar û war û dabaşa
lehengên dîroka Kurdan tîne ziman, û di rûpelên
dîrokê yên pêşî de, navê wan bi tîpên zêr
dineqişêne. Van tişta hemyan, di nivîsarê xwe de
û di rêzên helbesta xwe a nûjen tîne li ber
çavên mirov û dostên Kurda datîne, û dîsa dibêje:
Kurdino merdino, li hember vî kar û barê han,
min ji azadiya we pê ve tiştekî din navê. Ez
Kurdekî bi rûmet im, min di cihê teng de, kiriye
û ne firotiye…!
Xalis Musewer
Gulana 2007
Qamişlo
Xalis Miswere, Kîye…?
Xalis Miswer di sala 1952 wan de hatiye dinê, ji
Gundê Hofa herêma Qamişloye, niha li Bajarê
Qamişlo rûdinê, di sala 1977 an de, Lîsans
Cuxrafya ji zanîngeha Şamê girtiye. Nuha jî li
Dibistana Erebistan Mamosteyê Cuxrafyaye.
Di warê rewşebûryê de, ji bilî cuxrafya bi hin
zanistên din jî mijûl dibe û dinivîsîne, ji van
zanistan bêhtir guh dide diroka berî zayînê, û
dîroka Islamê, û Efsane û dastanên Kurdî, hem jî
rexneyên bi zimanê Kurdî û Erebî jî dinivîsîne.
Û gelek gotarên wî di intirnêt û govarên Kurdî û
Erebî de belav bûne di sûrye û cîhana Erebî
de.hem jî piraniya gotarên wî dikevin xizmeta
dîrok , wêje û kelepûrê Kurdî de.
Xalis Misewer naxwaze xwe ji van zanistan bê par
bihêle mîna: dîrok, raman, hem rexne , efsane, û
kelepûra Kurdî
Nivîsandinên wî jî evin: Ji bilî gotarên têvel,
du pirtûkên Seydayê Cegerxwîn bi navê (Dîroka
Kurdistanê) çermê yekê û didiwan, ji Kurdî
wergrandiye Erebî û çapbûne, dîsanê pirtûka
Hesen Hişyarê Serdî ya bi navê(Dîtin û Bîranînên
min) wergerandiye Erebî lê hîn çapnepûye, dû
şano jî bi Erebî û yek bi Kurdî nivîsîne lê hîn
destnivîsin. Pirtûkek wî bi Erebî bi navê (El -
Iqtîbas Welcins fi Eltewrat) di riya, (Dar- Ela
eddîn lilneşir) de, çap bûye, û pirtûkek bi
Erebî bi navê ( أربع قصص فولكلورية كردية مترجمة)
amadeye ji çapkirinê re.
|