Dema ku
yekî ji berpirsên malpera rojava.net, ji min
pirsî: Çima tu jî goşeyeke taybet, di
malperê de bo xwe venakî û tê de, her 2
heftiyan, nivîsekê naweşînî?, ez hindekî mam,
ji ber ez pir hez nakim, xwe bi karekî ve
girêdim, an jî sozekê bidim, ditirsim êdî
nikaribim bi cih bînim, dê ji xwêneran û wî
biraderê xwe jî şermezar bim. Piştî hindek
monoloj û danûstendineke hundurîn di gel xwe,
min biryar da, ku binivîsim, lê çi? Me li
hev kir, ko ez her 2 heftiyan bikaribim
kurtexwendinekê li pirtûkekê bikim. Ev
pirtûk ji hemî cureyên nivîsînê be. Di pey
biryarwergirtinê re, ez ketim heyra
binavkirina goşeyê de, lê gelekî dûr neçûm û
min got bila Pirtûk & xwendin be. De ka em
wer in û bizanibin pirtûk çi ye û xwendin çi
ye.
Ji hêla fîzîkî ve, pirtûk, kaxezên li ser
nivîs hatiye belavkirin û di qewarê bergekî,
an jî bendekî de ye, li gor pênasîna
(UNESCO-pêdivî ye, nekêmtir ji 49 rûpelan
be)Funksiyona pirtûkê, wan nîşanên grafîkî
bike regez û naverokeke hişmendiyane bi
armanca veguhestin, fêrkirin û belavkirina
wê hişmendiyê, di nav civakê de.
Roja pirtûkê ya cîhanî, di 23 Nîsanê de ye.
Ev roj jî, roja wexerkirina W.Shakspear û
Cervantes Saavedra ye. UNESCO di sala
1995an de li cîhanê kire biryar û ji wê rojê
ve, tête pîrozkirin. Lucius Annaeus Seneca,
ko navê kiribûn Seneca yê genc (*1 P.z li
qurtuba; † 65 P.Z. li nêzîkî Rom), yek ji
wan Philosoph, Dramatiker û lêkolînerê
suruştê yê Roma bû, li ser pirtûkê weha
digot: „ Dema herî pir ko ez derbas dikim,
ew danûstendina di gel pirtûkên min e“.
Pirtûk
Şiyana Pirtûkê heye
Bipeyive
Bigirnije
Çavbigirî be
Xewnan bibîne
Geştê bike
Esseh carekê dê
Mirov pêdivî
Pirtûkekê bibe
Dako di gel
Bipeyive
Bigirî
Bikene
Xewnan bibîne û bikaribe
Geştekê bike
Pirtûkek
Ez pirtûkekê dikrim
Ew li vir nexşeya min e
Pirtûkê dixwênim
Ew niha di hundurê min de ye
Tu pirtûkê dixwînî
Niha di hundurê te de
Ji ez û tu
Pirtûk
ME diafirîne
„Alfons Schweiggert“
Xwendin, rêya berbi zanebûnê ve ye. Di rêka
xwendinê de, mirov zaniyariyên tiyorî peyda
dike û pişt re dikare wan tiyoriyan li dar
bixe.
Xwendin nebe kes naçe pêş peyda dibin pirr
derd û êş“ Cegerxwîn
Bi van herdû regezan ve, jiyan û serpêhatiya
pêşkeftina cîhanê girêdayî ye. Mirovê
bêpirtûk, di pêpelûka herî jêr ya nezaniyê
de ye û ew civaka nexwendewar, nikare bi pêş
bikeve, neşê zatê xwe nas bike, ne jî şiyana
wî bo bidestxistina viyana pêşvebirinê heye.
Bi kurtî civakek bêhêvî û bêpaşeroj e.
Peyveke Islandiyan heye, dibêje „ baştir e,
tu pêxwas bî, lê ne bêpirtûk. Ji bo xwendin
di nav civatê de belav bibe, ji bo ko
mirovên me, bibin xwedî zaniyarî û bîr û
behwerî, pirtûk pêdivî ye, lê di behweriya
min de, ta wêjeya pirtûkxanê derbasî nav
civaka me nebe û nebe diyarok, mirov nikare
hêviyekê ji civakê bike. Pirtûkxan e, hişê
civakê ye û saziya herî giring, bi nerx û
giring e, ku rêvebiriya zanistiya mirovahiyê
dike.
Bi xwendinê asoyên xwêner berfereh dibe,
nirxên ciwanî, hunerî û zanînê yên deqî jî
bêhtir diyar û eşkere dibin. Xwendina bi
rêbaz, rê li ber xwêner vedike, dako şop û
şûnên zanebûnê bêne naskirin, her weha, me
ber bi têgeh û diyarokên din ve dibe:
1. Xwêner û deq
2. Ragehandin û kartêkirin
3. Hunerî û estatîk(Ciwanî, Spehîtayî,
bedewî)
4. biyava ciwaniyê
5. şirovekirin û vepirsîn
6. Asoyên cuda yên deq û pirs û vekirina wî.
Ji bo em wan nîşanên veşartî û yên nehestewr
bibînin, ez dê, her du heftiyan, li gor
têgehiştin û zanîna xwe ya kêm û hindik,
pêkolê bikim, li ber we xwênerên berhemdar,
dîmenê xwendineke bi dawînehatî deynim û
bendewarê miştkirina wê biyava şopandin û
vepejindina we bim û ta pirtûkeke din û
derdekî din.
tengezarmarini_41@hotmail.com