Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.R.K    The West Kurdistan Intellectuals Union

28 January 2008 16:05

 

 

Hêro Talebanî: Kuştina Duayê diyarde û planeke nû ye bo peydakirina nakokiyan di navbera kurdên misilman û kurdên êzîdî


Hêro Talebanî banûya yekê ya Iraqê di hevpeyvînekê de ku nefel.com li Silêmaniyê pê re çêkiriye bîr û baweriyên xwe ser bûyera kuştina keça kurd a êzîdî Duayê anî ziman. Hêro Talebanî bal kişande ser wê yekê ku bûyerên kuştina jinan li gelek bajar û deverên Kurdistanê pêk tên, lê pirsyar ew e „ aya çima li bajarên dî problemên wekî vê wiha mezin nakin.“ Di baweriya Hêro Talebanî de tişta ku qewimî bêtir „ meseleyeka siyasî ye“ û her weha „diyardeyeke nû ye û di nav êzîdiyan de reftareka wiha nîne“. „Dijminên kurdan xwest vê problemê bikin nakokiyek di nêvbera kurdên misilman û kurdên êzidî de.“

Keça kurd a êzîdî Dua Eswed bi destê malbata xwe hatibû kuştin. Li pey kuştina wê gelek aliyan belav kir ku malbata wê ew kuşt ji ber ew misilman bûbû. Tevî ku malbata keçkê ev yek red kir, lê dîsa jî ev nûçeya kuştina wê ji ber „misilmanbûnê“ bû egera êrîşa li ser karkerên êzîdî yên li gelek bajarên Kurdistanê kar dikin.


                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1