|
Kurdên kultûra bêdeng
Hoşeng Broka
hoshengbroka@hotmail.com
Di nivîsa xwe, ya li jêr sernavê „li ser bûyera
Şêxan“, ku di 01.03.07an de, di malpera
rizgari-Online de (http://kurdish.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7102
), hatiye belavkirinê, rêzdar Roşan Lezgîn
helwesta xwe, ya rewşenbîrane wek „Kurdekî Sunnî“,
li qelem daye.
Di wê nivîsa berpirsyarane de, Lezgîn wek
rewşenbîrekî wijdanperwer hewl dide, ku li
Kurdiyatiya xwe bi qasî li „Sunnîtiya“ xwe, û li
herduyan jî bi qasî li Êzîdiyan û li Lalişa wan,
mikur were, û weha, wijdan û wijdan, diçe
li-xwe- û li-me-mikurhatinê:
„Ez dibêjim ne tenê li Şêxanê, li hemû
Kurdistanê, li sernaserî dîrokê çi zilm û tada û
fişara ku ji destê kurdên musluman, bi taybetî
yên sunnî, ku li birayên me yên êzîdî bûye, her
wekî ku li min bûbe, ez bi tundî li hemberî vê
kiryara nexweş derdikevim û şermezar dikim. Ez
dibêjim, çi keleporeke êzdîyatîyê heye, bêhtir
ji kelepora muslumantîyê mîraseke dêrîn a
neteweya kurd e. Kê destê xwe dirêjî êzdîyatîyê
kiribe, wan destdirêjîya haveyna neteweya kurd
kiriye“
Hewrweha rêzdar Lezgîn „maf ta ber bi deriyê
Xwedê“ dide hin rewşenbîrên Êzîdiyan, ku di
derbareyê bûyerên Şêxanê de, hin helwest,
gazinde û derbirînên xwe, li „hawarê“ dane.
Lê digel vê wijdanperweriya bi Kurdî, heman
nivîs dikare di çend xalên, ku ciyê
pirsyarkirinê ne, were guftûgokirin û
analîzekirinê.
Di derbareyê „nûçeya bûyera Şêxanê“ de, ku di
nivîseke rêzdar Tosinê Reşîde de(Dîsan bûyera
Şêxanê/
http://www.netkurd.com/gotar.asp?id=1158&yazid=58
) hatiye, Lezgîn, di „daxwaznameyekê“ de, doza
çavkaniya vê nûçeyê li belvakarê wê(ku li vir
Tosinê Reşîd e), kiriye, û weha pirsyar dike: „Ev
nûçeya ku dibêje “xortekî êzdî jineke kurde
misilman, ya bi mêr, revandîye, dest avîtîyê û
paşê kuştîye” li ku, li kîjan malperê hatiye
weşandin?
Ez dibêjim qey mamosta Tosinê Reşîd ji kîsê xwe
bûyerê diramatîze dike!...“
Hem wek bersivname, hem jî wek lixwemikurhatin,
rêzdar Reşîd di nivîsa xwe, ya li jêr sernavê „Şêxan
û ne tenê“ de (
http://www.netkurd.com/gotar.asp?id=1169&yazid=58
), weha li xwe û li me, mikur tê: „Têbînîya
xudanê gotarê, wekî divêt min çavkanîya yekemîn
nûçeya ser bûyara Şêxanê bianîya, tam di cîhê
xwe de ye. Ez şaşîya xwe qebûl dikim”
Lê ji ber ku fitne-nûçeyeke nêzî wê, wek yekemîn
“nûçe”, di derbareyê “terora Şêxanê” de, hate
belavkirinê, lewre, min pêwîst dît, ku ez
wê(digel çavkaniya wê) bo rêzdar Lezgîn, ku
gumanê pê dike, ragihînim.
Di 16.02.07an de, PUKmedia(ku yek ji alavên
ragihandina Kurdistana fêrmî ye, û li ser
aliyekî ji desthilatdariyê Hikûmeta Herêmê/YNK,
tê hejmartinê), li ser zimanê peyamnêrê xwe,
Macid El-Doskî, ji Şêxanê, weha ragihand: ”wek
serencama revandina keçeke Misilman, li ser
destên xortekî Êzîdî, bi mebesta zewacê, hindek
karên ranadalne,…rû dan“ (Bo agahiyên
berferehtir di derbareyê „pirsa bûyerê“ de,
binêre:
http://www.pukmedia.com/arabicnews/16-2/news6.htm
&
http://www.rojava.net/21.02.2007.kurdi-hosheng-shexan.htm
)
Ev nûçeya raborî, li ser asta „fitneperestiyê“
heman heman wek nûçeya, ku Lezgîn pirsa
çavkaniya wê, dikê ye.
Tenê „kuştina jinê“ tê de nehatiye, û li şûna „destavêtinê“,
„zewac“ hatiye.
Bi qasî ku ji vê nûçeyê diyar dibe, „Gunehkarî“
li gora baweriya herdu aliyan(çi Misilman, çi jî
Êzîdî), heman „Gunehkarî“ ye.
Tenê ev „nûçe“, di rewşa halê hazir de, wek hate
xwiyakirinê, bese, ku fitne û tevlîheviyên mezin
bi xwe re, bîne.
Li ser asta takekesane, jixwe, ez li dijî wê „gunehkarkirina“
bi darê zorê me(ji kîjan alî, kîjan olê û kîjan
baweriyê dibe, bila bibe), lê bê guman, rêyalîte
li ser asta „rêûrismên“ herdu baweriyan, di halê
hazir de, tam tiştekî din, bibêje.
Agahiya ez dixwazim dubare, ragihînim, ew e, ku
„Derew-nûçeya“ li jor destnîşankirî, wek yekemîn
nûçeya fitneperestane, di „berîka“ ragihandina
Kurdistanê de, hate dîtinê.
Kewate, ev derew-nûçeya ji „revandineke“ derwîn,
„zewaceke“ derwîn, û „agahiyeke“ derwîn, ku pê
bûyerên devera Şêxanê „dramatîze kirin“, ji kîsê
ragihandna „Kurdistana fêrmî bû.
Jixwe ev „nûçe“, heta bi vê kêlîkê jî, li gora
dokûmentên ku heta aneha hatine belavkirinê, ne
tenê derwîn, belê ew wek nûcêyeke „tevdayî“ û „ehmeqane“
jî, derket.
Bi tenê, serbestberdana herdu xortên Êzîdî, di
seetên pêşî de (berî ku teror biqewime), û bi biryara asayişa Şêxanê, wek du kesên „bêrî“,
bese ku vê nûçeyê pûç û bê bingeh, derxîne.
Ev nûçeya „serbestberdana destpêkê“ û herweha „bêrîderketina
destpêkê“, ji aliyê hin çavkaniyan û ajansên
nûçeyan ve, hate piştraskirinê.
(Bo nimûne Mîrê Êzîdiyan Tehsîn Sehîd beg, hin
Şahidên bûyeran, û ajansa DIHAê
http://www.azadiyawelat.com/modules.php?name=News&file=article&sid=1967
).
Xaleke din a balkêş, ku Roşan Lezgîn bi şêweyekî
„bawermendane“, berevaniya wê kiriye, xala
helwesta rewşenbîrî û siyasetmedariya „Kurdên
Misilman/bi taybetî Kurdên Sunnî“, beramber, bi
„Kurdên Êzîdî“ ye.
Di derbareyê bêdendiya vê „rewşenbîrî û
siyasmedariya bi Kurdî“ de, Lezgîn weha
bergiriyê dike:
„Min ew bawerî hîç nîne ku roşinbîr û sîyasîyên
kurd ên musluman ji ber xinizîyê yan jî ji ber
xêrnexwazîyê xwe li bêdengîyê danîne!
Lêbelê, bila ev birayên me yên zana û kurd ên
êzîdî jî baş bibînin û baş bizanin ku di nav
kultura sîyasî û roşinbîrî ya kurd de bi qasî
xumûmeke li ber rojê hizreke nexweş, hizreke
dişmenane ya bo êzdîyatîyê nîne.“
Jixwe berê jî, min destnîşan kir, ku Roşan
Lezgîn bi qasî wijdanê xwe, wek wijdanperwerekî,
nêzîkî kêşeya Êzîdiyatiyê bûye, lê eger ew
gihiştibe wê baweriyê, ku „Kê destê xwe dirêjî
êzdîyatîyê kiribe, wan destdirêjîya haveyna
neteweya kurd kiriye“, ev yek nayê wê wateyê, ku
tevaya „rewşenbîrî û siyasetmedariya Kurdî“,
gihiştiye heman bîr û baweriyê.
Nexêr, rêyalîteya rewşenbîrî û siyasetmedariya
Kurdî, mixabin, vê kultûra „bilind û
wijdanperwerane“, a ku Lezgîn pê bawer e, zelal
û eşkere, nabêje.
Daku ez „eşkere-negotin“ û „eşkere-nerêyalîzekirina“
vê „kultûra ji bêdengiyê“, ya „Kurdên bêdeng“,
beramberî mafên Êzîdiyan(wek nimûne), li ser
asta siyaset û rewşenbîriya „Kurdên Misilman“,
eşkeretir û zelaltir, li nivîsandinê bidim, ez
dê hewl bidim, ku bi zimanê „rêyalîteya siyasî“,
bi çend bûyer û çend hejmaran, çend mînakan
bidim analîzekirinê:
1. Digel pirrolî, pirrbaweriya Kurdistanê, û
digel „azadiya mezin“ a ku Hikûmetên Kurdistanê,
ala wê hildidan, navê wezareta karûbarên Olî, di
herdu hikûmetên Kurdistanê de, li seranserî dora
14 salan, „Wezareta ewqaf û Karûbarên Islamî“ bû.
Kewate, mîna her dewleteke Misilman, hemî ol û
bawerî di navê „Islamî“ de, dihate,
Kurtûpuxkirinê. Tenê berî Hukûmeta
yekgirtî(22.01.06) bi çend mehan, navê wê
wezaretê hate guhertin, bo „wezareta ewqaf û
Karûbarên olî“. Pirsa ku li vir, dikare were
kirinê, ev e: aya çend nivîskar, rewşenbîr û
siyasetmedarên Kurdên „Misilman“(berî Kurdên
Ne-Misilman), doza vê guhertinê kirin?
Çend gotar, çend helwest û çend deng, ji hêla „Kurdên
Misilman“ ve, hatin derbirîn û weşandinê.
Eger doz doza Kurdistaneke „hemwelatiyê“ û „wekhevîyê“
ye, pêwîst bû, ku neqebûlkirina „Misilmankirina“
vê wezaretê, karê hemî Kurdan bûya: Kurdên
Misilman, bi qasî Kurdên Ne-Misilman.
2. Di hilbijartinên Iraqê, yên giştî
de(15.12.05), lîsteya „hevpeymaniya Kurdistanê“,
ji Êzîdiyan dora „110 hezar“ deng, çinî.(
http://www.qendil.net/modules.php?name=News&file=article&sid=1515
).
Lê wexta ku çaxê parvekirina „kehka Parleman“
hat, kursiyekî bi tenê jî, bo Êzîdiyan, nehat
terxankirinê.
Li gora qanûna Erdê û ya asmanan jî, ji mafê
Êzîdiyan bû(li gora hejmara dengên wan), ku bi
kêmanî 3 kursiyan, bi dest xwe bixînin.
Lê di rêyalîteya „kultûra“ siyaseta Kurdî de(ya
ku rêzdar Lezgîn bi baweriyeke mezin, berevaniya
wê kiriye), ji „54“ kursiyên Kurdên „Misilman“,
û ne kursiyekî bi tenê jî, li ber şensê „Êzîdiyên
delalî, ku Kurdên resen in“, neket.
Dîsa pirsa ku li vir, xwe çengî rûyê wan „rewşenbîrên“
ku „heq û hiqûqên Êzîdiyan, bi qasî
berpirsyariyên wan, bi Kurdên wan re, li
zimandirêjiyan didin“, ev e: Gelo çend nivîskar,
çend rewşenbîr û çend siyasetmedaran ji „Kurdên
Misilman“, doza vê neheqiyê, li siyaseta Herêma
Kurdistanê, kirin?
Ji nuh ve, berî kêmî mehekê, tam di bûyerên
Şêxanê de(14.02.07), cî ji parlemanterekî Êzîdî
re(Mehma Xelîl Qasim), li şûna „Roj Nûrî
Şawîs“(ku bû endamê encûmena siyasî, bo tevaya
Iraqê), hate valakirinê. Sedemên li paş vê „cihvalakirinê“
jî, jixwe diyar in. „yê dizane jixwe dizane, yê
nizane jê weye, ku baqê nîska ye“!!!
3. Di bûyerên „Kurdistana Şêxanê“ de, yên ku di
dezgehên ragihandina „Kurdistana fêrmî“ de, wek
„bûyerine randalane“, hatin binavkirinê, li
searnserî çend rojan, Êzîdî(çi wek civak, çi jî
wek ol) di bin teror û terorkirina „Allah-û-ekberçiyan“
de, man. (Yê ku hîn jî bawer nekiribe, bila ji
kerema çavên xwe re, li van dîmenên „Allah-û-ekberiya“
bi Kurdî, temaşe bike:
http://www.bahzani.dk/services/forum/showthread.php?t=13976
&
http://www.bahzani.dk/services/forum/showthread.php?t=13744
&
http://dasin.net/tv &
http://www.asdah.com/modules.php?name=Video_Stream
)
Bi qasî ku dîmenên di van lînkan de, nîşan didin,
çu cihêwazî di navbera van dîmenan û yên ku
rojane li „Iraqa xwînê“, xelkê bi qeflan dibin
kuştin û „Allah-û-ekberkirinê“, tune ye.
Ev teror ew teror e.
Cihêwazî tenê ew e, ku terora „Kurdistana Şêxanê“,
vê carê, teroreke Kurd û Kurd, bi Kurdî û li
Kurdistanê bû.
Cihêwaziyeke din jî heye, ew e, ku di vê teror û
terorkirinê de, zarokên 9-salî jî, mil bi mil,
li kêleka mezinên xwe, bi „Kurdiyeke petî“, û bi
„aleke Kurdistana petî“ jî, çûne „Allah-û-ekberkirinê“.
Bila rewşenbîrî û siyasetmedariya bi Kurdî, li
van dîmenên, ku Kurdistan û Kurdistan, rewşenbîr
û rewşenbîr û siyasetmedar û siyasetmedar, hatin
tarîkirin, marjînalkirin û piştguhkirinê, baş
temaşe bikin.
Bila baş bibînin, ku çawa li pêş çav û guhên
asayişa „Kurdistana Şêxanê“, bi „Allah-û-ekberkirinên“
bi Kurdî û bi „ala Kurdî“, cih û mezargehên „Kudên
resen“, tên sotandin û bidarvekirinê.
Ez nizanim, gelo ev dîmen dê bikaribin nerîna
Rêzdar lezgîn, di vê derbareyê de, biguherin,
wexta ku dibêje:
„lê aniha, ew qenaet tam li min hasil nebûye ku
bûyera li Şêxanê ji ber dişmenîya êzdîyatîyê
çêbûye, ku Wezareta Herêmê bo Karûbarên Hundirîn
ya Hukûmata Kurdistanê di daxuyanîya xwe de
dibêje, “Yên ku ev bûyer destpêkirine 2 polîsên
ser bi bajarê Musilê ne û fermana girtina wan
hatiye derxistin.”
Erê kîjan Xwedê û kîjan ademîzadê wî, kîjan
asman û kîjan erd, dê ji vê „wezaretê“, bawer
bike, ku sebeba vê qas teror û terorkirinê „du
xortên polîs“ bûn, ku ew jî(bo agahdarî û zanînê)
herdu xortên Êzîdî bûn, yên ku di destpêkê de,
bi fermana asayişa wê „wezareta birêz“, hatibûn
bêrîkirin û paşê serbest hatibûn berdanê?
Aya vê wezareta „berpirsyar û birêz“ çima basa
tawanbariya girgirekên xwe, di „hikûmeta Mûsil û
Şêxanê“ de, yên wek Ferîq Farûq/berpirsê liqê
20ê yê PDK, û cîgirê parêzerê Mûsilê „Xisro
Goran“, ku li wir berpirsê yekê, yê PDK ye,
nekir?
Cima basa „destên hundir“, yên mezin, ku haya
wan baş jê hebû, ku li wir, çi dibe û çi nabe,
nekir?
Haya wan baş jê hebû, ku „bûyer“ dê mezin bibin
û biteqin.
Haya wan baş jê hebû, ku Şêxan bi „Allah-û-ekberçiyan“
tê dagîrkirinê.
Û haya wan baş jê hebû, ku „terora
Allah-û-ekberiyane“ gihiştiye ber devê deriyê
mezargehên bi kurdî, malên bi Kurdî, Xwedayê bi
Kurdî, û Kurdên wî, yên bi Kurdî.
Ev yek di civîna bilind a bi serokatiya rêzdar
Sîdad Barzanî(Nûnerê serok Mesûd Barzanî), ya ku
bi berpirs û girgirekan re, hate
lidarxistinê(18.02.07), baş li ser zimanê rêzdar
Îdo Babeşêx(Şêwirmendê serokê Iraqa ferdral
rêzdar Celal Talebanî bo karûbarên Êzîdiyan),
hatiye destnîşankirin û sepandinê.
(
http://www.peyamner.com/default.aspx?l=2&id=5888
)
(
http://www.rojava.net/26.02.2007.kurdi-hosheng-shexan2.htm
)
Dinya li Şêxanê(ku girêdayî Mûsilê ye) di bin
terorkirinê de ma, lê Xwedêgiravî, haya cîgirê
parêzer Xisro Goran, jê tunebû!!! Ne tenê wisa,
ew derdikeve ser Tv-êyên Erebî û dibêje, tiştek
tune ye. „Problemeke biçûçik bû di nabera du
eşîretan de û qediya“!!!
Eger ew ne tawanbar û ne “kesê ne-munasib di
ciyê ne-munasib“ de baya, çima dê „nîv-lêborîneke
sergirtî“, ji „Mîrê Êzîdiyan“, bixwaze?(binêre:
http://www.bahzani.dk/services/forum/showthread.php?t=14049
)
Lê pirsa ku dîsa li vir, dikare ji wê „kultûra
rewşenbîrî û siyasetmedariya Kurdî„(Kurdên
Misilman), were kirinê, ev e:
Ji xeynî çend kesên wek rêzdar Lezgîn, ku bêdeng
neman, çend partiyan, çend saziyan û çend
quncikên înternetî(ku ew „çend“ jî di kêmtirîn
kêmtirîn radeya xwe de, man), aya heta kîjan
radeyê, çiqasî û çawa ev bûyerên ji „terorê heta
bi terorê“, li ser asta nivîskar, rewşenbîr,
partî, sazî, malperên internetî, rojname, kovar,
radyo, tv...htd., yên ku kêm-zêde, li jêr
mentiqê wê „kultûra siyasetmedarî û rewşenbîriya
Kurdî“, ya ku Roşan Lezgîn, berevaniya „bêrîbûna“
wê kiriye, çawa hatin şopandin, çiqasî hatin
nivîsandin û protestokirinê, û di kîjan radeyê
de, hatin analîzekirin û ravekirinê???
Her kesê ku ev terora „Kurdistana Şêxanê“
şopandibe, dê bizanibe ku „bêdengiya“ vê „kultûra
siyasî û rewşenbîrî“, çendîn bi qasî Kurdistanê
mezin e.
Ne tenê wisa, li şûna ku Kurdên bêdengiya vê
kultûra destnîşankirî, bi hemî derfet û imkanên
xwe, hewl bidin, ku rê li ber „Şêxanên din“ li
Kurdistanê, bigirin, ew tên şîreta deng-kêmkirin,
deng-nizimkirin, deng-nederxstin û deng-birrînê,
dikin.
Jixwe belgeya vê yekê, hîn jî, li dar e.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê(HHK), heta bi vê
kêlîkê jî, ne tenê rê neda Êzîdiyan, ku
xwepêşandaneke aşîtiyane li ber dergehên
Parlemana Kurdistana „azad“, yan jî li ciyekî
din, ji „Kurdistana Xwedê“, li dar bixin, belê
ewê, bi rêya „raportnivîsên“ xwe, hewl da, ku
heman xwedpêşandanan li welatên xelkê(Ewropa û
USA) jî, qedaxe bike.
TV-êyên Kurdistana „azad“, li hin ji wan
xwepêşandan, amade bûn, lê kîjan Kurdê Xwedê,
nûçeya wan bihîst?
Ti Kesî nebihîst û kes dê nebihîze jî, çima?
Çimkî ew TVê, li wir, li ser asta wan
xwepêşandanan, wek „kamîreyên polîsan“ bûn.
Li hêlekê dixwazin, bo çav û guhên azadiya
Rojava, bibêjin: „binerin em çendîn, azad in, û
azadane jî, rê didin nerîna din, ku xwe azadane,
derbibire“, lêbelê, li hêla din jî, diyare ku
wan tenê dixwest dukûmentan bi „deng û reng“, li
ser xelkên di wan xwepêşandanan de, amade,
bigirin, ku pirraniya xelkên wan, hîn li ber
destên „asayîşên“ Kurdistanê ne.
Ev ne çîvanok e. Bi sedan famîleyên Êzîdiyan li
Kurdistana „azad“, bo xelkên xwe, yên li derve,
ragihandin, ku ew tûşî fişarên „asayişê“ dibin,
lewma, wan ji mecbûrî daxwaz kir, ku kesûkarên
wan tevlî wan meş û çalakiyan, nebin.
Dibe ku belgekirina van tiştan, li ser asta
hiqûqî, hindekî zor be.
Lê belgekirina wan, wek proseseke siyasî, pirr
hesan e:
Hikûmeta ku rengekî ji çalakiyan li ba xwe
qedaxe bike, helbet (eger bi destên asayişên wê
ve, were) ew dê heman çalakiyê, bi rêyên xwe,
yên „taybet“, di ser Xwedê û di bin Xwedê re jî,
qedaxe bike. Ev yek di siyasetê de, qanûn e.
Li aliyê din, eger ne wisa be, çima ew Tv-yên „azad“,
dê wisa xwe bi kişandina wan çalakiyan re,
biwestînin û paşê ne „qetek“ nûçe, û ne jî „qetek“
dîmen, ji „westana“ xwe di ber wan meşên
westiyayî de, nadin weşandinê???
Tevlî vê çendê, hîn jî, hin „zirneyên“ wê
kultûra „di guhên gê de, razayî“, tên wek „rewşenbîrên
ku bi her tiştî dizanin“, „niviştan“, bi Kurdî,
bo Êzîdiyan, çê dikin, û herweha „falan“ jî, bi
„qehwa Kurdî“, bo paşeroja wan, vedikin.
Ev „rewşenbîrên“ ji kultûra dema şerê sar(ku baş
xwe nas dikin, her wekî çawa erd û asman jî wan
nas dikin); „rewşenbîrên“ ku bi „mellaqiyan“, di
„mellaqiyan“ de, û li ser „mellaqiyan“, roj bo
rojê, desthilatdariya bi Kurdî(çi siyasî, çi olî,
çi jî civakî), bo desthilatê, didin behanekirin,
„hekîmkirin“ û „her-bijî-kirinê“, ev „rewşenbîr“,
hîn jî, mîna ku Xwedê „Kurd in ji bo kirinê û
Kurdin din jî, tenê bo xwarinê“ anîbin dinyayê,
tên bi Kurdî, basa „mafan û berpirsyariyan“
dikin.
Erê Êzîdî Kurd in, lê çima wan wek Kurd û
Kurdistanî, dengên xwe dan, lêbelê wek heman
Kurdiyatiyê, neçûn ser kursiyên parleman?
Erê Êzîdî Kurd in, lê çima Êzîdî, bi rojan, wek
„Kurdên resen“, di bin teror û gefxwarinên „Alla-û-ekberçiyan“
de, man, lêbelê ew wek heman „Kurdiyatiya resen“
û „Kurdistana resen“, Kurd û Kurd û Kurdistan û
Kurdistan, ji hêla Kurdên xwe, yên din ve, neçûn
nivîsandin, dengderxistin, destekkirin,
piştgirîkirin û helwestgirtinê?
|