|
Jina Kurd di pêvajoka
dîrokê de, rewşa wê niha çi ye?
Rêyên pêşketin û azadiya jina Kurd çi ne ?
Kurtelêkolînek
" Yê bêje û bike , mêr e,
yê ne bêje û bike şêr e,
yê bêje û neke kerê nêr e."
Ji pendên kurdî
Xeleka yekem
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Pirsa jina Kurd ji zû de li nik hin Ewropiyan û
li cem hin Kurdên bîrewer bû ye mijarek balkêş,
li gor hin çavkanî diçespînin ku Lecy
M.J.Gornett di sala 1891 ê de pirtûka xwe " Jin
li Turkiyê û folklura wê" weşandiye. Di vir de
lêkolînvan bi qaserî 80 rûpelan terxandine kar û
ayinên malbetî yên jina Kurd.
Dîsan N.A.Simîrnove pirtûkeke serbixwe "Jina
Kurd " di sala 1927 an de li Mosko çap kiriye,
li gor texmînan eva berhema yekem e ku ewa petî
li ser jina Kurd hatiye nivîsîn.
Di nirîna lêkolîner Rohat Alakom de jineke
danîmarkî Henny Harald Hansan baştirîn pirtûk li
ser jina Kurd bi navê " Jina kurd " li
Kurdistana Îraqê bi zimanê êngilîzî di sala 1961
ê de weşandiye. Dîsan vê lêkolînera danîmarkî
berhemek bi navê " Keçên xudê di nav jinên
musliman de li Kurdistanê "nivisiye, R.Alakom
dibêje; "Henny Harald Hansan dayika lêkolînên li
ser jinên Kurd e ".
Lê ji nav gelê Kurd, Mehmudê Beyazîdî yekemîn
kes e ku berhemeke berfereh bi navê "Erf-edetên
Kurdan " di sedsala 19 an de nivisiye, di vê
pirtûkê de ew li ser rewşa jina Kurd, destlat,
têkoşîn û ayinên wê rawestiya ye, zaniyara
nasdar M.B.Rodênko ji ber giringiya vê pirtûkê,
ewa di sala1963 an de wergerandiye ser zimanê
rusî.
Ji bilî van kesayetiyên jorîn hin kesên biyanî,
mîna karmend, gerokan, misyoneran(oldarên
xaçeperest ola xwe bi gelên Rojhilatê jî didan
nasîn ) li ser jina Kurd nivîsîne. ji wanan ev
in, C.J.Edmunds, E.B.Soane, Gasparad Droville,
Wilhelm Köhlner, Moritz Wagner, Pietro Della
Valle û h.d.
Di sala 1948 an de nivîskar Emînê Evdel yekem
Kurd bû ku berhemeke zanistî li ser jina Kurd bi
navê " Jina Kurd angorî metiryalên (berhemên.E.M.Şêxo
) êtnografîk û folklorîk di malbeta pederşahî de
pileya doktoriyê li ser vê berhema xwe ya
zanistî li Rewanê wergirti bû.".Herweha Emînê
Evdel dîsan pirtûkek bi navê " Pêwendiyên
pismametiyê" di sala 1965 an de daye çapkirin,
di vir de nivîskar pir bi awayeke berferh li ser
jina Kurd rawestiya ye .
Cara yekem e pirtûkek xwerû bi navê "Afretê Kurd
"bi zimanê kurdî ji aliyê nivîskar Şakir Fetah,
di sala1959 an de roniyê dibîne.
Di sala 1984 an de keçeke Kurd ji Rojavayê
Kurdistanê Leman Îbrahîm li ser berhemeke
zanistî" Cihê jinên Kurdistanê di nav rûpelên
weşanên kurdî yên pêryodîk de ", ji zanîngeha
Lênîningradê ya berê, pileya Macêstêr di pêşeya
rojnamevaniyê de distîne. Herwisa jî lêkolîner
Rohat Alakom pirtûkek gelek dewlemend li ser
jina Kurd " Li Kurdistanê hêzeke nû- Jinên Kurd
" di sala 1995 an de bi zimanê kurdî li Siwêdê
weşandiye, di baweriya me de cihê vê pirtûkê û
rola wê di nav dîroka jina Kurd de zor bilind
de.
Herwisa jî di van demên dawiyê de gelek
nivîskarên kurdistanî bi berhem û nirînên xwe
xwendina li ser pirs û kêşeya jina Kurd
dewlemend kirine, em tenê ji bo nimûne dixwazin
navên çend xemxwerên doza jina Kurd li vir hûnin
zimên, Narîn (Helîme) Omer )."Netewa yekbûyî û
setemkarî li dijî jinan","Ketina jinê hundir
qesrê gunehkarî ye ", "Keça ciwan û asoyên
pêşeroj ", "Pirbûna jinanînê ji bo mêrekî li
dijî mirovpereweriyê ye ", Çawa em serbestiyê di
nav rêzikên çîna bîrewer de têdigînin ." .2-Lava
Xalid " Jinberdan ", ewa û ewê", 3- Saman Emîn
"Jin û dîsan jin û li dawiyê dîsan jin "4-Konê
Reş "Pencera jinan ", 5- Rewşen Qasim "Jina Kurd
di navbera seyrana têkoşînê û hêvîbirîna
dadmendiyê de " 6-Suad Cegerxwîn " Mafên
mirovane yên jinan ".7-Hoşeng Osî "Şêr şêr e çi
jin e çi mêr e ", 8-Dr.Mihdî Kakayî "Jin û
sêstêma cîhanî ya nû" 9- " Hevpeyvîn bi Vînos
Faîq re, Dr.Midiya Mehmud"10- Jîn "Wateya
azadiya aborî ji jinan re çi ye ? , û bi dehên
din lêkolîner, nivîskar, malperên kurdî,
telviziyonên kurdî berxwe didin pirsgirên jinên
Kurdistanê şirove bikin.
Wek ji me re diyar bû ye, hemû biyaniyan pesna
jina Kurd dane, chi û rolên wanan di civakê de
li gor jinên miletên dirawsê baş dîtine û ew
rastiyên dîrokî di nav pirtûkên xwe de bi chi
anîne. Em li jêr wek çend mînakên pelandî tînin
zimên.Gerokê îtalî Pietro Della Valle bi hevsera
xwe re serdanê li Îraqa niha û Îranê dike, ewan
dibin mêvanên malek Kurdan, pesnê jina malê
Sultan xanimê didin û dibêjin, ewa bi tenê li
mal bû, em pêşwazî kirin, xwarin û vexwarin ji
me ra pêşkêş kir.." , G. Droville di destpêka
sedsala 19 an de ji gera xwe vedigere û dinivîse;"
li vir(-Herêmên Kurdistanê li Îranê- M.Şêxo )
jin ji jinên Farisan pirtir serbest in, piraniya
wan bi sibê derdikevin û ta êvarê li derva
dimînin, eger ewanan kuda diçûn, mêrên wan xemên
wan nedixwarin " . W.Köhlner gotiye;" Li
Rojhilatê tu jin bi qaserî jinên Kurd azad nebûn
e ." , C.J.Rich di pirtûka xwe ya li ser Kurdan
de li ser jineke Kurd ya Amazon (a koordish
amazon ) (" bi mebesta jineke têkoşer") dipeyve;
ji êla Bilbasî jinek hebû ye, ewê baş li hespê
sîwar dibû û mîna mêran cilûberg li xwe dikrin,
rojekê ji rojan, peyakî Turk dixwaze bi namusa
wê bilîze, eva jina Kurd bi rimê li wî Turkî
dixe û dikuje..".
Dîsan li gor Rohat Alakom dinvîse; Mîsyonerekî
emêrîkî li serê çiyan, di rêkeke teng de rastî
jineke Kurd tê, ewa ji nişkava hemû barê kerê
xwe bi qaserî 50 kîloyê dide ser pişta xwe, bi
meşa xwe dikeve pêşiya kerê, û bi ser da jî bi
destekî teşiya xwe dirêse. Lê Henny Harald
Hansen rola jina Kurd weke "Hêza Kurdistanê ya
nû " bi nav dike.
Li gor nirînên biyaniyên ku me li jor bi
navkirine û li gor hin cihderên dîn dîroka jina
Kurd ji pir aliyan ve, bi gelek rudawên xwe ve
li gor jinên gelên dirawsê pêşketîtir bûne,
ewanan herdem mîna nimûneyên geş di nav jinên
Rojhilata Navîn de hatine danasîn.
Di derbarê jina Kurd de mîna me li jor nivîsiye;
gelek pêzanîn hewasdar di berhem û lêkolênên
bîrewerên Kurdan de jî hatine nivîsîn. Rola jina
Kurd di hemû aliyên jiyanê de pir caran bi erênî
hatine destnîşankirin, wek nimîne, jina Kurd
dikarî bû rola navber di nav du êlên hevdij
de(ango yên li dijî hev şer dikirin) bilîsta û
agirê şer di nav wan de vemiranda. Nivîskar
Erebê Şemo di bîranînên xwe de gotiye; di
navbera êlên Hetroşa û Simîreka şer çê dibe,
diya min Gewrê laçika serê xwe derdixe û li nik
wan wê davêje erdê û dibêje wan herdu êlan, bese
hûn xûna hevdû birêjin! Bese vekşin ! piştî van
gotinan herdu êl şerên xwe radiwestînin. Eva li
aliyekê, li aliyê din Kurdan di şerên nav xwe de
li jinan nexistine, û bi ya me be, ev tun
rêzlêgirtin ji refên jinan re, ta roja îro
hatiye parastin, eva bê guman aliyekê ji
şaristaniya mêrên Kurd baş dide diyarkirin.
Dîroka gelê Kurd hîn dibêje; di sedsala deh û
yanzdan de navên jinên Kurd di wara wêje de jî
de hatine geşkirin, mîna nimûne; Daya Tebrez
Hewaramî, Celale Xanim Luristanî, Reyhan
Luristanî, Xatun Meyzad, Daya Xazan Serkat .
Piştî Selah Eldîn Eleyobî diçe dilovaniya xwe,
kurê wî dewsa bavê xwe di serdariyê de dike,
piştî maweyekê ew jî têye kuştin, vê carê
hevsera Selah Eldîn Eleyobî, Şeceret Eldure şûna
kurê xwe destlatdariyê li Misirê dike, hemû
karûbarên giran têne ser şanên wê, lê paşê diyar
dibe ku muslimanên rikrewî nikanî bûn serdariya
jineke musliman bipejrandana, lewra jî ewa bi
destên muslimanên asoteng û şûnmayî tête kuştin.
Em li vir ji dîrokê têdigînin ku li nik Kurdan
jina Kurd dikane bi sanahî şûna mêrê xwe an bav
û birayê xwe di pir aliyên jiyanê de bigre.
Yekemîn dîrokzanê Kurd Şeref Xan Bedlîsî di
berhema xwe ya dîrokî de van rastiyan diterxîne
û ew weke nimûne dinivîse; Dewlet Xatun jî piştî
mirina malxûyê xwe rêbertiya êla xwe dike .
Serpêhatiyên "Kelha Dimdimê " ya di salên
(1608-1610) ê de li dijî Şah Ebasê yekem û
qehremantiya jinên Kurd di wê berxwedana mêrane
de, rûpelên mêjuya jina Kurd geş kirine, ji ber
vê jî bûyerên "Kela Dimdimê" li nik pir
wêjevanên Kurd bûne mijarên giring di berheman
de, mîna nimûne, yekemîn romannivîsê Kurd Erebê
Şemo romanek bi navê " Kelha Dimdimê "nivisiye,
ewî di vê ramana dîrokî de qehremantiya jinên
Kurd û berxwedanên wan li dijî leşgerên Farisan
baş dide xûyakirin, ewî weha nivisiye; gava
hêzên Şah Ebas hêriş birin ser "Kelha Dimdimê"
mêr û jinên Kurdan bi hev re û bi serdariya Emîr
Xan( Xanê Lepzêrîn ) pir berxwedan li dijî wan
kirin, li dawiyê leşgerên Farisan zora Kurdan
dibin, lê jinên Kurd nexwestin di vê cengê de
xwe radestî dijminên xwe bikin, lewra jî pirên
wan xwe ji" Kelhê" avêtin xwerê, û xwe kuştin, û
hinekan xwe bi cehrê kuştin, û hinekan ji wan "Kelha"
bi ser xwe de hilweşandin, û jinêm mayîn mîna
dîl û yexsîran ketin ber destên leşgerên
dijminan.
Lê helbestavanê navdar Hêmen dinivîs; piştî şeş
salan jinek ji jinên Mîr Ebdela Xan dîsan "Kelha
Dimdimê " ji Farisan rizgar dike.
Em li ber roniya van bûyeran bawer dikin ku
jinên Kurd tevî hemû dijwariyên jiyana xwe ya
taybetî, li rex mêr, bira û bavên xwe di
çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê de
rawestiyane, û ne hêştine ku namusa wan di nav
lepên dijminan de bête berbatkirin, ev ne tenê
nîşana welatparêziya jinên Kurd e, lê bi ya me
be ewa dibe nîşana xweparastina rûmet û sinciyê
jî.
Di sedsala 17 an , di dîroka jinên Kurd de dîsan
Mîra Soranê Xanezade Sultan gernas dibe, ewa
nîzîkî (13) salan navçeya Soran bi rêve dibe û
ewa serdariya (12-40) hezar leşger dike, bi ser
da jî ewê gelek Kelha li wir ava kirine, û ta
roja îro "Kelha Xanzade Soran li herêma Soranan
nas kiriye .
Di salên (1750-1794) an de Muhemed Kerîm Zend
hukumetek kurdî li Kurdistana Îranê damezrand,
lê Îran bi xwe jî di vê demê de, di bin
destlatdariya Efxaniyan de bû, Kurdan li gel
Farisan li dijî Efxaniyan şer kirin, di vî şerî
de jinên Kurd dîsan bi wêrekî û mêrane li rex
mêr û birayên xwe li dijî Evxaniyan şer kirin,
çavên leşgerên Evxan ji çalakiyên jinên Kurd pir
teng bûn, ewanan bi xwe dîtine ku çawa mêrên
Kurd bi xwe re jinên Kurd jî dibin şer, lê li
aliyê din serbazên Evxaniyan nikanîbûn û
nexwestine jinên xwe bi xwe re bibin şer, lewra
ewan tinaziyên xwe bi Kurdan kirine û gotine "Mêrên
Kurdan ketine bin dawên jinên xwe" .Lê em van
gotinên wan bê dudilî li vir pir bi erênî
dinerxînin û em dibêjin dijminên Kurdan bê
mebesteke pesneyî bi xwe dibin çavnirînvan ku
çawa jina Kurd ne tenê bermaliya malê bûne, lê
ewanan herdem têkoşer û hevalên mêran jî bûne.
Di destpêka sedsala 19 an (1805-1847)de jinek
dîn Kurd li Rojhilata Kurdistanê(Senendecê li
Mîrşena Edelanê ) bi navê Mah Şeref Xan (Mestore
) mîna helbestvan û dîrokzan pir navdar dibe, lê
pêwîst e em li vir biçespînin ku rola bavê
Mestorê di perwerdekirina keça xwe de zor bala
bû ye, ewî keça xwe tim li malê ne dihêşt, ewa
bi xwe re dibir her deverekê, ewî ji Mestorê re
keys û derfet amede dikirin, li aliyê din jî
Mestorê xwe şûnda venedikişand û ewê mîna keçeke
şhereza gelek sudên nirxbuha ji gerên xwe
wergirtine û pirtûka wê dîroka "Mîrşena Erdelan"
di dîroka Kurdistanê de ji lêgervanên mêjunivîs
re herdem cihdereke giring û balkêş e.
Dumahîk heye
|