kurmanci@rojava.net

 
 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Rêvebirî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin


 

Nav û rastnivîsandina navan 2

                                                                                                   rojava.net 09.12.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Selîm Biçûk

 

Nav û zêder

Zêder bêjeyeke biçûk e, du navan, navekî û rengdêrekî yan jî, navekî û cînavekî bi hev dide girêdanê, an ku hevbendiyê di nav wan de çêdike û hejmar û zayenda van nav, cînav û rengdêran diyar dike.
Hevok herdem bi zêderê tê tewandinê.
Zêder di kurdî de ev in:

- Ji bo mê yekhejmar –pendî/diyar : a ( Gula rengîn, hevala min, keça Reşo)
- Ji bo nêr yekhejmar –pendî/diyar: ê ( Çiya bilind, hevalê min, kurê Reşo)
- Ji bo nêr û kom mê –pendî/diyar: ên ( Gulên rengîn, çiyayên bilind, hevalên min

A. Zêdera  pendî

Zêdera pendî navekî yan rengdêrekî bi tenê ku em baş nas dikin berçav dike û zayend û hejmara wan dide nasîn. Dema em dibêjin: " Dîroka Kurdistanê " em liser dîrokeke nas diaxivin ku ew dîroka Kurdistanê ye. Zêdera "a" hevbendiyê di navbera (dîrok û Kurdistanê ) de çêdike. Ev dîrok pal dide ser Kurdistanê, an ku Kurdistan palgeh û dîrok palvedêr e , "a"  jî, amraza ji bo vê ( bendek ) jê re tê gotinê, ji hêla din ve " a " dide nasîn ku dîrok yekhejmar û mêza ye.

Zêdera pendî ev e:

1. Jibo yekhejmara mêza " a " ye:

Gula sor: Em dizanin liser kîjan gulê diaxivin, an ku ev gul ji hêla me ve tê naskirinê. Peyva "a" jî, hevbendiyê dike navbera navekî (gul) û rengdêrekî (sor) û dide zanîn ku guleke bi tenê û mêza ye. Herwiha em dibêjin:     

Keça kurd.
Pênivîsa min.
Xweşiya çiyan.

2. Jibo yekhejmara  nêrza  " ê " ye:

Çiya Cûdî.
Dilê min.
Çemê Dîclê.
Agirê Newrozê.

3. Ji bo koma herdu zayendan ( nêr û mê ) "ên" tê bikaranînê:

Gulên sor.
Dilên pak.
Çiyayên Kurdistanê.
Golên xwînê.
Gorên şehîdan.
Gayên cot.
Çoyên bêbext.

Dema dawiya bêjeya pêşî tîpeke dengdar be  ( y ) pêşiya zêderê digire:

Soro cotkar
Birayên delal.  
Ronahiya zanistiyê.
Xameya min.     
Mirovahiya hemdem.

Bêjeyên mîna : dê, rê û mî dibin : di, ri, mi.

Diya min.
Riya min.
Miya qer  ( miha qer ).

Zêder nav û cinavekî bi hev girê dide û xwedîtiyê ber çav dike:

Gula min, çiya me, bavê min, diya min,...
Yan nav û rengdêrekî bi hev girê dide:
Gula sor , çiya bilind , zozanên xweş , bihara geş,...   
Yan jî, du navan bi hev re girê dide:
Simko Şikakî , Çiyayên Kurdistanê  

B. Zêdra nependî (nediyar)

Di zêdera pendî de me got: Gula sor, jiber ku me guleke bi tenê berçav dikir û me nas dikir kîjan gul e, lê dema em gulê bi sinor nekin û neyê naskirinê, em li ser kîjan gulê diaxivin , em dibêjin: Gulek sor. Ev bêjeya biçûk ku hevbendiyeke bi vî awayî çêdike: Zêdera nependî jê re tê gotinê.

Zêdera nependî ev e: ek, eke, ekê, ekî, ine, na, in.


Yekhejmar

Ek û ekî ji bo nêr. Ek, ekê û eke jibo mê.

Xortekî gul çinî.
Marekî  bi Şêrîn veda.
Azadekî  serî hilda.
Xortek alê hildigre.
Gayek kayê dixwe.
Keçekê mar kuşt.
Bizinekê şîr rijand.
Malekê xwarin da me.
Keçek nan dixwe.
Gulek avê vedixwe.
Şêrînek teşiyê dirêse.
Min keçeke bedew dît.

 

Kom
Di komê de nav " ina  ,  in " distîne:

Xortin  sêvan dixwin.
Keçin pembû diçinin.
Lawina dar birîn.
Keçina kizwan çinîn.  
Xortin hatin.
Keçin çûn.
Gulin çilmisîn.
Zarokin dibezin.                
Salo darin birîn.                
Memo gurin dîtin.                
Zînê mihina didoşe.
Memo ji kurina pirsî.               
Şêro bi xortina  dikene.                
Ceger dê ji bajarina derbas bibe.     

Di navên nêr û mê yên nependî de, em (ekî) û (ekê) di rewşa tewandinê de bi kar tînin.

Zêder bi nav ve tê nivîsandin, tenê dema palgeh û paldêr ji hev dûr dikevin zêderê bi serê xwe û tenê tê nivîsandin.
Gula sor, gul û pesnê gulê (sor) li pey hev tên, zêder (a) bi gulê ve tê nivîsandin.

Gula min a(ya) sor, li vir gul û pesnê xwe (palgeh û paldêr) ji hev dûr retine ji bo vê yekê zêder (a/ya) bi serê xwe tê nivîsandin.                   

 

Piçkolekirina  navan

Navê piçkole bi danîna paşgînekê çêdibe. Piçkolekirina navan bi armanca hez kirin, xweş kirin, ciwan kirin û pîs kirin û kêm kirinê çêdibe:

Baxçe           ji navê bax
Darik            ji navê dar
Çetiko           ji navê Çeto (Çeter)
Hogirko        ji navê Hogir
Perwînkê      ji navê Perwîn
Paşgînên biçûkirina navan ev in:

ek, ok, kok, ole, kole, ik, çe, çik, ko, kele, leke, ûle, oke, k, iko, kê, ikê.

ek               destek, bendek, perdek, pêçek,
ok                zarok, canok, danok, gulok, şemamok,
kok              xweşkok, reşkok, delalkok,
ole               Reşole, gêjole, hişkole, mêşole,
kole             reşkole, piçkole,...
ik                darik, dasik, xweşik, reşik, dilik, keçik,
çe              baxçe, navçe,
çik               rêçik , derçik
ko              Hesenko, rebenko,
kele             sûrkele,
leke             çoleke,
ûle               mêşûle, zerûle,
oke              baroke,       
k                gulîk, dargulîk, bijîk, cok,   
iko               xortiko, xweşiko, reşiko,
kê               Dilvînkê, Nermînkê,
ikê              xweşikê, sêvikê, gulikê,

        

Hejmar ( kom û yekhejmar )

Di zimanê kurdî de du hejmar hene:Yekhejmar û pirhejmar.Yek yekhejmar e û ji yekê û jor de kom e.

Yekhejmar

Navê yekhejmar mirovekî, tiştekî yan jî, lawirekî tenê bi nav dike. Navê yekhejmar nayê guhertin mîna xwe dimîne. Lê di tewandinê de, navê nêr (î) û yê mê (ê) distîne. Navên nependî (ek) û (eke) distînin  û di tewandinê de,( ekî) û  ( ekê ) distînin.
Paşgînên tewandinê: î, ê, ek, eke, ekî, ekê bi nav ve tên nivîsandin:

Keç, xort, gund (keçek, xortek, keçeke, keçê, xortî, gundî, keçekê, xortekî, gundekî,...)

 

Kom

Bêtir ji yekî ji mirovan, tiştan yan jî, lawiran bi nav dike. Dema nav diyar be, paşgîna " an " distîne. Lê dema nediyar be "inan" distîne. Navê kom di hevbendiyê de (xistinepal) paşgîna " ên " distîne.

Paşgînên tewandinê: an, ên, inan bi nav ve tên nivîsandin:
Keçan, xortan, keçinan, xortinan, keçên dilsoz, xortên çeleng,...

Tewandina navan       

Navê kom di bin hin mercan de tê tewandinê:

1. Dema ku nav kirdeyekî bi berkar be di buhêrkê de tê tewandinê.          

Xortan gund ava kirin.            
Gundiyan serî hildan.
Paleyan nîsk çinîn.
Xort(î)  çek rakir.
Keçê nan pijand.    
Keçekê dijmin lerizandin.    
Xortekî Şêrgo dît.                
Xortinan gund ava kirin.    
Gundînan serî hildan.  

2. Eger nav kirdeyekî bê berkar be, di her deman de şût dimîne û  nayê tewandinê.

Cotkar hatin.  
Xwendevan rabûn.    
Rêwî diponijin.                
Gul dê bibişkivin.                 

Di vê rewşê de em kombûna nav ji kombûna lêker nas dikin, jiber ku lêker "n"a kombûnê distîne: hatin, rabûn, ponijîn, bişkivîn,...

 

3. Eger nav di hevokê de kirdeyekî xwedî berkarekî durust be, di nihok û mandê de, nayê tewandinê.

Mêr çekan  amede dikin.     
Jin şoreşgeran bi nan dikin.    
Keç xortan dibînin.   
Koçer dê biçin zozanan.   
Xort dê biçin çiyan.                
Xwendevan dê pirtûkan bixwînin.               

4. Eger nav berkarekî durust be, di buhêrkê de şût dimîne û di nihok û mandê  de tê tewandinê.

Buhêrk                 

Gundiyan noker şermezar kirin.           
Kurdan caş dîtin.                                   
Min şervan dîtin.
Min keç dît.      
Min xort dît.                 

Nihok:                    

Ez şoreşgeran dibînim.
Em gulan diçînin.
Xort keçan pîroz dikin.    

Mand:                  

Ez dê şoreşgeran bibînim.                 
Em dê gulan biçînin.                                  
Ez dê keçê bibînim.                 
Ez dê xort(î) silav bikim.                 

5. Eger nav di hevokê de berkarekî ne durust be, di her çaxan de tê tewandinê.

Buhêrk :  

Min ji xwendekaran pirsî.                 
Min  li şehîdan silav kir.
Min bi şervanan re nan xwar.                  
Min ji keçê re got.                   
Te ji xort(î) pirsî?                 

Nihok:                   

Ez ji xwendekaran dipirsim.               
Ez li şehîdan silav  dikim.
Ez bi şervanan re nan dixwim.

Mand:

Ez dê ji xwendekaran bipirsim.
Ez dê  li şehîdan silav bikim.

Nav bi daçekan re (ji, bi, di, li…) dibe berkarê nedurust ji ber ku ev daçek hevalbendekî nav di rewşê de çêdikin.

Veguhastina navan (Tewang)

Nav mîna xwe namîne, di bin hin rewş û hoyan de tê guhastinê. Ji bo têgihîştina veguhastina navan, emê bi hev re hevokên jêr berçav bikin.

1. Şêrînê! Tu stêrkan dibînî?                  Şêrin           >        Şêrînê
Azado were vê derê !                           Azad           >        Azado     Keçno, werin dîlanê!                             Keç             >        Keçno
Xortno,  ev govenda mêran e.!               Xort            >        Xortno

2. Hêvînê xame hilgirt.                           Hêvîn          >        Hêvînê  
Ez nameyê dinivîsim.                             Name          >        Nameyê
Min Xebat li bajêr dît.                            bajar           >        bajêr
Zoro ji  Hewlêrê ye.                              Hewlêr         >        Hewlêrê
Li vî xortî temaşe bikin.                          Xort            >        Xortî 
Vî bajarî ez gêj kirim.                             Bajar           >        Bajarî

3. Ez çûbûm çiyê .                                Çiya            >        Çiyê
Min ji hevêl (hevalî) re got                      Heval          >        Hevêl (hevalî)Min ji ava çêm vexwar.                          Çem            >        Çêm

4. Min ji Hogir re got.                            Hogir           >        Hogir re
Ez di Qamişlo re çûm Dêrikê.                   Qamişlo        >        Qamişlo re    Stirî di piyê Gulê re çû.                          Gulê            >        Gulê re

5. Em bi  Zêrê ve çûn.                           Zêrê           >        Zêrê ve
Şûr di pişta Ristem ve çû.                      Ristem          >        Ristem ve

6. Me çayê di beroşê de çêkir.                Beroş            >        Beroşê de
7. Keçan çek hilgirtin                             Keç              >        Keçan
Pêşmergeyan dijmin hejand.                    Pêşmerge      >        Pêşmergeyan
Goşt di saringê de bû.                           Saring           >        Saringê de  

Koma yekemîn ji hevokên ku me rêz kirine, di darêja bangê de ne; Şêrînê , Azado, keçno û xortno, van navan di vê darêjê de paşgînên: ê, o, û no  standine. Em ji van hevokan digihîjin vê derencamê:

Nav di darêja bangê de, tê guhastinê. Navê mê yê yekhejmar paşgîna  (ê) distîne:

şoreşê !
Yadê !
Xwîşkê !
Hevalê !
Yarê !

Navê nêr yê yekhejmar paşgîna (o) distîne:

Kurdo !
Rizgaro !
Welato !
Mileto !
Hevalo !

Koma herdu zayendan ( nêr û mê ) paşgîna (no) distînin:

Hevalno!
Dayîkno!
Kurdno!
Miletno!

Koma duyemîn ji hevokan, navên ku di darêja berkariyê de hatine tewandinê dicivîne: Hêvînê, nameyê, Botanê û Hewlêrê , navên mê ne. Ev nav bi paşgîna " ê " hatine tewandinê. Lê xortî, nanî û bajarî navên nêr in û bi paşgîna  " î " hatine tewandinê.

Derencam:

Nav di darêja berkariyê de tên tewandinê. Navê mê paşgîna " ê " distîne û navê nêr paşgîna  " î " distîne.

Koma sêyemîn ji hevokan tewandina navên nêr ku tîpa " e " yan " a " tê de hebe berçav dike. Çiya bûye çiyê. Çem bûye çêm. Her wiha heval bûye hevêl.

Derencam:

Navê nêr ku tîpa " e" yan  " a " di wan de hebe di tewandinê  de " e " û  " a " dibin " ê "

Gavan           >        Gavên              
şivan            >        şivên               
şervan          >        şervên
Xebat           >        Xebêt
Çem             >        Çêm

Koma çaremîn ji hevokan rewşeke cemhevî ku bûyer tê de pêk hatiye berçav dike. Ji bo vê darêjê awayê bi hev re tê gotinê. Di awayê bi hev re de nav paşgîna " re " distîne  û bersiva van pirsan dide:

Bi kê re ?       Tu bi kê re çûyî çiyê?  Ez bi Egîd re çûm çiyê .
Bi çi re ?      Tu bi çi re difirî ?   Ez bi ewran re difirîm.
Ji kê re ?     
Te ji kê re got ?  Min ji Zînê re got.
Di ku re ?      Tu di ku re çûyî?  Ez di Qamişlo re çûm.
Di çi re ?                 Te derzî di çi re kir?  
Min derzî di ber kumê xwe re kir.

Koma pêncemîn ji hevokan yekîtiyekê di navbera bûyerê û kesê ku bûyer hatiye serê wî de berçav dike. Awayê tevayî ji vê darêjê re tê gotinê. Di awayê tevayî de nav paşgîna  " ve " distîne û bersiva van pirsan dide:

Di ku ve ?      Şûr di ku ve çû ?         Şûr di pişta Ristem ve çû ?
Bi  çi ve ?     Te ker bi çi ve girêda ?              Bi sing ve.
Di çi ve ?      şûr di çi ve çû ?                Şûr di balgih ve çû.    
Di kê ve ?     Gule di kê ve çû ?          Gule di Şîno ve çû.

Koma şeşemîn ji hevokan cihê ku bûyer tê de pêk hatiye berçav dikin. Ji bo vê darêjê awayê cîwarî tê gotinê.

Nav di vî awayî de paşgîna (de) distîne û bersiva van pirsan dide:

Di çi de ?      Goşt di çi de ye ?    Goşt di beroşê de ye.
Di kê de ?     Kesbûna mirovahî di kê de ye ?        
Di Azad de ye.
Di ku de ?     Şoreşger di ku de ne?   
Şoreşger di mala Dilgeş de ne.               

Koma heftemîn ji hevokan, dîsa mîna ya duyemîn, navên ku di darêja berkariyê de hatine tewandinê, dicivîne. Lê vê carê nav pirhejmar e. Di vê rewşê de navê kom bi paşgîna (an) hatiye tawandinê.

Pêşmerge                Pêşmergeyan             
Keç                                 Keçan

Nav di awayê raderî de:

Di darêja raderî de, nav mîna xwe dimîne, nayê guhastinê û bersiva van pirsan dide:

Kî çi dike ?                        Kî dibîne ?      Keç dibîne.
Çi çi  pê hat ?                   Çi ket ?         Xanî ket.
Çi di çi rewşê de ye ?         Çi şikestiye ?  Derî şikestiye.
Kî di çi rewşê de ye ?        
Kî hişyar e ?    Gel hişyar e.

Nasîn:

Di awayê bi hev re , tevayî û cîwarî de , nav bi daçekan tê tewandinê. Em dikarin ji bo van darêjan awayê daçekî bibêjin û di vê darêjê de paşgînên (de, re, ve) cuda tên nivîsandin.

Guhestina navên mê " keç "

Rêz

Awa

Pendî-Yek

Nependî-Yek

Pendî-Kom

Nependî-Kom

1

Rast

keç

keçek

keç

keçin

2

Bang

keçê

...........

keçno

..........

3

Tewandî

keçê

keçekê 

keçan

keçinan

4

Bihevre

keçê re

keçekê re

keçan re

keçinan re

5

Tevayî

keçê ve

keçekê ve

keçan ve

keçinan ve

6

Cîwarî

keçê de

keçekê de

keçan de

keçnan de

Guhestina navên nêr " xort "

Rêz

Awa

Pendî-Yek

Nependî-Yek

Pendî-Kom

Nependî-Kom

1

Rast

xort

xortek

xort

xortin

2

Bang

xorto

---------

xortno

---------

3

Tewandî

xort(î)

xortekî 

xortan

xortinan

4

Bihevre

xort(î) re

xortekî re

xortan re

xortinan re

5

Tevayî

xort(î) ve

xortekî ve

xortan ve

xortinan ve

6

Cîwarî

xort(î) de

xortekî de

xortan de

xortinan de

Guhestina navên nêr ( nan )

Rêz

Awa

Pendî-Yek

Nependî-Yek

Pendî-Kom

Nependî-Kom

1

Rast

nan

nanek

nan

nanin

2

Bang

nano

---------

nanino

---------

3

Tewandî

nên(nanî)

nanekî 

nanan

naninan

4

Bihevre

nên re

nanekî re

nanan re

naninan re

5

Tevayî

nên ve

nanekî ve

nanan ve

naninan ve

6

Cîwarî

nên de

nanekî de

nanan de

naninan de

Tewandina navan - darêja berkarî

Di darêja berkarî de nav tê tewandinê. Navê mê paşgîna (ê) distîne û yê nêr paşgîna (î) distîne.
Eger navê nêr tîpên (e) yan (a) tê de hebin, ev tîp dibin (ê). Di rewşên jêrîn de nav dikeve darêja berkariyê:

1. Di buhêrk de, eger nav bi lêkerê derhingêv re kiryar be dikeve darêja berkariyê û tê tewandinê.