|
Serhan Îsa
Di rojavayeke hêmin de,
ku gurehên xwe yên dawî,
didan ber dirwanê,
du dildar,
bi ser deydîk û kursiyan de
diherikîn qulpeke har...!
gurcek:
kerikên xwe diqurêfe,
henteşeke mermixî,
û şîrvalkiyê mîna kurteseyraneke
tewlaz
disipêre daran,
...?!
û
deydîk
dinale...?
dildar bi keçikê re
li ser sirûdeke bi çêl,
di çokdana qublet
û qoriyên berbangan de
dikeve girewdanê...?!
û bi mêraniyeke rahêjandî,
bi pêçikên xwe yên xiloxavî,
yên ku gelek caran,
qembûrên rengereng
li wana êwirîne,
ji ser du dombelanên
ku hîna kesek hînî ciyê wana nebûye
tozê dide alî...!
û deydîk di na lê.............
Keçikê weha dikire vingeving:
gulîstaneke bê sînor û bexcevan im,
bila mêweyên min,
di henteşa te ya sincirî de
kulîlk bidin!?
Bila
di pêsîra wê navkelê de
her
tişt bête berebat kirin...?
bila perdeyên şermezarî / tirsê /
yên keçkaniya min
di şîpeşîpe xuhdana te de bêne şuştin
keçik her tiştî di girewê de ji dest
dixe?
tenê gurzek ramîsanên
ku li ser lêvên
her jineşevan de dimîne,
ji bo mêvanê bûkaniya xwe qezenc kir!
Rastbêj weha ji xwe re dikire
pistepist :
rastbêjekî bê guneh im ez,
hilnadim ber bi jor destmalkan,
ji bo wan çêlkevokan bilez!?
rastbêj bi ser sawîr û bîranînên xwe
yên kizirî de noq dibû
û weha bi xilbexilbeke kewitî
bi ser tenhatiya xwe de
di
ba
ri
ya?
bêyî ku minminîkekê bibizdîne
yan jî çuqliyekî veciniqîne
û
d
e
y
d
î
k
û
k
u
r
s
î
di kû ri
yan???
|