|
Nezîr Melle
Ehlê xêrê …!
Mirîşkek winda bûye,
va di bin mora muxtarê Baas de ye...
Ehlê xêrê…!
Bizinek winda bûye,
va di bin komê polîsê Baas de ye…
Ehlê xêrê…!
Zarokek winda bûye,
va di dibistana Baas de ye….
Ehlê xêrê…!
Jinek winda bûye,
va dibin maseya dadgeha Baas de ye…
Ehlê xêrê
Xwendevanek û mamosteyek winda bûne,
va di bin qamiçiyê muxaberatê Bass de ne.
Ehlê xêrê…!
Miletek winda bûye,
va di zindana Baas de ye.
Ehlê xêrê…!
Welatek winda bû ye,
va di idyolojiya Baas de ye.
Ehlê xêrê…!
Solên milet winda bûne,
va di devê baas de ne,
Ehlê xêrê… !
Goreyên milet winda bûne,
va di pozê baas de ne.
Êhlê xêrê…!
Baas û serokê xwe winda bûne,
va di qula mişka de ne,
werin bi xêra xwe li ser wan b…
|