Qado
Şêrîn 07-09-2005
Piştî têkçûna
çalakiyên salvegera 12 adarê li sê welatên Europî; Elmanya, Holenda
û Belcîka bi sedema hin kesan, me nifşekî ji rewşenbîr û kesên
serbixwe Bangek di riya malperên kurdî re ji partiya YEKÎTÎ re,
hinart. Di banga xwe de me ji partiya YEKÎTÎ xwestibû ko wan kesên
ko bibûn sedema têkçûna çalakiyan ji partiya xwe biqewitînin, an jî
bi şêweyekî ji şêweyan wan ceza bikin, dako wê partiya mezin û pîroz
û çalak ji wan endamên xêrnexwaz paqij bikin, dako partiya YEKÎTÎ
çalaktir û pîroztir bibe, her wisa me di banga xwe de diyar kiribû
ko ew endam dibin sedema ne yekbûna kurdan li Europa, her wisa ew
kes gelek caran bibûn kelem li pêşiya tevgera kurdî li Europa dako
kar û xebateke pîroz bi hevûdu re nebe.
Îca ez bi navê hemû
rewşenbîr û kesên ko bi navê xwe piştgiriya banga me kirin, spasiyên
germ pêşkêşî partiya Yekîtî a kurd li Sûriyê dikim ko li banga me
guhdarî kirin û piştguh nekirin û ew endamên han ji partiya xwe û
tevgera kurdî qewitandin. Wan bi vê gava pîroz û mêrane ne tenê
partiya xwe ji wan kesan paqij kirin, belê tevgera kurdî hemû jî ji
wan rihet kirin.
Partiya Yekîtî bi vê
gava pîroz diyar kir ko ew ji bo berjewendiya milet û welatê xwe li
rewşenbîr û pêşniyarên gelê xwe guhdarî dike, bi hêviya ko hemû
partî bidin ser vê riyê û li rexne û pêşniyarên kesên serbixwe
guhdarî bikin, dako xêrnexwaz ji nav me û tevgera me rabin, helbet
wisa dê tevger bi tevayî bi pêşde here, çimkî berjewendiya partî,
milet û welat di ser a kesan reye.
Hêjayî gotinê ye ko me
piştî têkçûna çalakiyên 12 adarê bangek belav kiribû û me ji partiya
Yekîtî xwestibû ko endamê xwe E. Hemo û grûpa wî ceza bikin, çimkî
ew bûn sedema têkçûna çalakiyan.
Dubare û sêbare spas
ji bo partiya Yekîtî ko ew kes ji nav me û xwe qewitandin û hiştin
ko banga me encam bide. Ev yek ji bo me hemiyan dê encameke baştir
li Europa bide.
Her wisa gelek spas ji
bo hemû kesên ko bi navê xwe û bi mêrane piştgiriya banga me kirin.
http://www.tirej.net/index.banga12adarre.htm