Bira tu nizanî
birayê te .. . çi bira ye
Li bakurê welatê te
Li bakurê rojhilatê welatê te
welatekî min heye
Li vir
deşt in mîna firehiya
dilê xwedanên xwe fireh in .. .
Gund in belavbûyî mîna
rêwiyên me yên
li hemû benderên cîhanê
belav in .. .
Bajar in nişteciyên wan
mirîzindî ne .. .
Çar demsalan
bi aramî derbasdikin
Zivistanan
li ber tîna dilê şehîdan
xwe germdikin
Buharan
bîna mirin û sorgulan tev li hev dibin
Hêsiran liser buhareke sotayî
dibarînin .. .
Havînan
li pey nanê rojane dibezin
Ger pir ditengijin
xwe bi xwe disojin
Karwanek û
ber bi cûdî de diherikin
Payîzan
bi weşîna pelên daran re
dilan liser leylana vegera
rêwiyan de diweşînin
Bira tu nizanî
birayê te .. . çi bira ye
Meydana cirîdan
navbera roj û şevê
lêgerê dergûşa rojê
serjêrbûna şevê
Libin pêdana Cûdî
himhima nîvê şevan
pistîna xwînê
di guhê zemînê de
bakûrê mirnê
başûrê mirinê
rojavayê mirinê .. .
hebûn û nebûn
giryana xwedanê sêwî
hêsirên ziwa nebûyîn
li ber dergehê lozanê me .. .
ji xwînê ta xwînê dîroka min e
ji azadiyê ta azadiyê xewna min e
ez im .. ..
yê rojekê ji rojan
liser gora min hate nûsandin
livir binaxbûye heta hetayê
xewna evîndarekî çiyayî
firehiya gorê
têra laşê min nekir
li gora gorê laşê min çivandin
sorgul liser axa gora min
hatne der
bilbilan .. . ji reh û damarên
dilê min hêlîn ava kirin
ji bilî srûdên azadiyê belav nekirin
bira tu nizanî
birayê te çi bira ye
bêdengiya goristanan
xwe li me dorpêçkiriye
xwendina kundan di guhê me de
hew fîxana bilbilan
tenha qîjîna cîqan
êvarên me bêwate
bêreng û bîn dikin
ji gewriya me nayê der
bêjin .. . Ax ..Ax ..dayê
tawanbarî ye giryan
tawanbarî ye qêrîn
mirin .. . kuştin .. . bêşerm
li rûkeniya zarokan dide
Bra tu nizanî
birayê te .. . çi bira ye
Keleha Şiqêf
Sitêrên dûrî ezmanê kurdistan
Pertewa azadiyê geş kirin
Ne çete bûn
Beyandor
Awazên di bin siya yek alê de
Ne sexte bûn
toşa amûdê ne veqetîna navbera
şermola û meyselûn bû …
ji kê re dil vediçirînim … !
domyat û hetîna bin pêdikin
xweydana rewendiyan
sorgulên buhareke bêbuhar
û hêsiran
li ser azdehakê demê
bêşerm dibarînin
an das û çakûçê moskova biçûk
bê şerm wargehê
hov … diz … û çeteyan dibîne …!
De rabe dilê min rabe
Mizgîna deh û heft salî rabe
Mizgîna fêrî
Olana fîşekan …
Festîvala xwînê …
Sêrengiya li bejna wê pêçayî …
Belavbûna navbera sînoran …
Cêwitiya Qamişlo û Efrîn çi ye … nebû
Rabe … ne birayên te ne
Serdarên mirinê ne
Ne giring e ji wan re
Tu bimirî
Bi bumbeyên kîmawî bê sotin
Li binê zindanan birizî
Biratî gotinek şêrîn e
Di sorxwîna Qamişlo de
Binavdibe îro …
Rabe … ne bi hesanî
Mezin bûne zarokên me
Xwîna cergan ziwa bû
Çavê dayikan
Ji sorewran bê ronî bûn
Şevên şînî … ji şîniya me
awazên
lorandina xwe wergirtin
Bi hesanî … bêtirs
Ji xweda û pêximber û
qêrîna merovatiyê
Biryara … Binpêkirinê …
Vekuştina jiyanê
Di dilê me de difermînin …!
Ne birayên te ne
Nefretbûyên
ji dîroka mirovatiyê
Mezinbûyên
landika kîn û hovitiyê
Ji hovitiya qûmistanan rizgar nebûn
Rabe … rabe buhar e
Zivistana pûkên xwînê ye
Nale nala zemînê
Nale nala dayika min e
Lawo tu bi xwîn nebe
Û nizane …!
Ne tenha laşê min
Rûmetiya welatekî
avjeniyê dike di xwînê de îro …
Laşê min
Perçe..perçe diweşe
Ketim ... rabûm … ketim ...
Rabûm..rabûm ... hew dikevim
Yek im çare dinasim
Çendîn heme.. û xwe nabînim
Pêlanê xwînê di damarê min de
Û sedan sal in
Terqîna nemerdan di guhê min de
Liser bêdengiya min bilind dibin
Ava dibin .. bi nav dibin
Wenda dibim …
Rabe dilê min rabe ...
Binûse ez va me werin ...
Bitang û topan werin
Refên perwaneyan
li hember we ne ...
Guleyan baran bibarînin
Meydana cengê ye … zor e
Deryake sîngtazî
Li himber we ne ...
Bikujin ewî zarokî
Di dest wî de alek biyan e
Sirûdan ... durişman dixwîne
Çewt e zimanê kurd e
Ger mezin bibe
Mûsayî Ferûn e
Rabe dilê min rabe
laşê bi xwîn
çavê tijî hêsir
canê geberbûyî
xwedan fêrî ahîna te nebû rabe
sipîndara te
di hinavê rojhilat de
ne mêvan e ...
rabe sînga orkêş veçirîne
çend hezar salên te
tê de wendan e
Şermola ser û bin bike
çend hezar
Cegerxwînên mîna te
bêdeng ... bêdeng bûne tê de
bela bi axive Cûdî
geştiya riziyayî
lawê pêxemberan
kî mêvan e ...
rabe ... biçirîne
hemû pirtûkên te xwendin
ne bira ne ...
bejin bilindî erşê xweda bibe
pirtûkê pêxemberan
li nava çavê wan bide
qur,an ... incîl ... tewrat û
hemû gotinên xweda gotin
îro di xwîna te de
rabe inkar bike ...
hemû xwedayên ne xweda bûn
sînga yek zarokî
ji guleyan neparastin
çendîn pesnê lehiyan didan
çendîn pesnê volkanan didan
lê dema tu teqiyayî
ta binavê xwe jibîrkirin
Derwêşê di meydana cengê de
û hawîr te bajarên mişkan e...
rabe ...
bidaya têkçûna
faşistê bexda
sextepênûsan
sextekawayên ne kawa ne
bidaya heskirina rojê
Qamişlo dide îro .. .
ser û bin bike dîrokê.. .
Birahîmê xelîl bapîrê te ye
neperestê pûta bû ... lêde …
lêde .. .
simfoniya jiyanê
tu lê dide .. . îro .. . . R .. .A .. . B . . .E ..