Bi hejmareke nû dîsa merheba,
Bi şekl û şemaleke cuda, bi dosyeyeke girîng
em dîsa li pêşberî we ne.
Di vê hejmarê de mijara dosyeya me “Ehmedê
Xanî; Agirekî ku sêsed sal e dil û mêjiyan
disoje” y e. Bi nivîsa xwe ya “XANÎ xwe ye”
Serwet DENÎZ, “Di NÛBARA BIÇÛKAN de pend û
şîretên balkêş” Azad ZAL, “Dirûvê hunerî yê
dastana Mem û Zînê” Heyder OMER dosyeya me
xurt kirine. Her wiha di dema sempozyûma li
ser Ehmedê Xanî de pispor, lêkolîner û
nivîskarên kurd ên ku tevlî sempozyûmê bûbûn
me xwest em xwe bigihînin wan û teblîxên wan
ên ku pêşkêşî sempozyûmê kirine bigirin û
biweşînin. Lê mixabin ji ber hinek sedeman
ew teblîx negihiştin me. Ji ber vê yekê çend
beşên li ser mijara doseyeya xwe ji
hevpeyvînên ku me bi kesên têkildarî mijara
Ehmedê Xanî re kiribû hilbijart. A. Varli
bi mijara nîqaşê ya “Xanî yekî bi tenê ye
hîna di nava kurdan de du Xanî çênebûne” P.
Cîhanî bi ya “Ehmedê Xanî Ne Fîlozof e,
Reşîd Findî bi ya “Hecî Qadir Xanî’yê
duyemîn e”, Î. M. Resûl bi mijara nîqaşê ya
“Fikra neteweyî beriya Ewrûpayê bi Xanî re
çêbûye” nîqaşên li ser Ehmedê Xanî geş kirin.
Her wiha me ji “ Guldesteyek gulên xweşbîn
ji zarê Ehmedê Xanî” ji bo xwendevanên
Kovara Wyê di dosyeyê de bi cih kir.
Di derveyî dosyeyê de bi bêhn û pêjna
lêkolîner, nivîskar û helbestvanên me yên
hêja hejmara kovara W(e) ya 21’an têr û
tije dagirtiye. Em hêvî dikin ku
xwendevanên Wyê ew ê tam û çejeke xweşreng
jê bigirin.
Xwendevanên hêja,
Di hejmara 20’an de wekî xetayeke teknîkî
çewtiyeke hatiye kirin, me di rûpela 52’yan
de di nivîsa “Dengbêjek û Stranek; Bavê
Selah” de di dewsa Amadekar; Hîlmî AKYOL de
Evdirehman UMER nivisandiye. Evdirehman Umer
Bavê Selah bi xwe ye. Ji ber vê xetayê em ji
niviskarê xwe Hîlmî Akyol û xwnedevanan
lêborînê dixwazin û em vê kêmasiya xwe
tekzîb dikin.
Heta hejmareke din bimîni her di xweşiyê
de...
N A V E R O K / W-21
* Ji Edîtor - 2
* Hîmekî Wêjeya Dinyayê: GOETHE /Adar
JIYAN - 3
* Pirsên Felsefeya Heyînê / Alî GURDILÎ
- 6
* BADÎNO / Menaf OSMAN - 9
* Li Katrosê Dareke Bihîvan / Feratê
DENGIZÎ - 11
* Marmarokî / Şevger ÇIYA - 13
* Kemo / Abdurahman BAKIR - 14
* Dayik / Ronî WAR - 18
* Êvara Dawîn / Mizgîn AYDIN - 19
* Du Çivîk /Arjen ARÎ - 21
* Payîz / Reyhan SARHAN - 22
* Siyo û Zelîxan / Ayhan ERKMEN - 23
* Keziyên Jinebî / Perwîz CÎHANÎ - 24
* A. Dîkran: “Min bi çar zimanan dest bi
muzîkê kir” / Z.FARQÎNÎ - 27
* Biyandost û Dijhogirno! / Arşek BARAVÎ
- 31
* Rojîzma! / Evdile KOÇER - 32
* William Carlos Willams / Kawa NEMIR -
65
*
Şevîna Xem(sar)ê / Omer DILSOZ - 68
* Serxet û Binxet / Rizoyê XERZÎ - 69
*
Bihara Beravêtî / Kamran Simo HEDILÎ - 70
*
Albûma Wêneyên Şikestî / Şengul OGUR - 71
*
Hesab û Kîsab / Îlhamî OZER - 72
* Sî û Ba / Fevzî BÎLGE - 73
* Şîna Helbestê /Berken BEREH - 74
*
Bûka Aştiyê / Selahattîn ÇAM - 75
*
Guldexwîn / Sîpan XIZAN - 76
*
Silêmanê Dunikul / HogirBERBIR -77
*
Sîwan / Cîhan YILDIRIM - 78
*
Perîxana Şirnexî / Hîlmî AKYOL - 79
Dosye: Ehmedê Xanî Agirekî ku sêsed sal e
dil û mêjiyan disoje;
* XANÎ xwe ye /Serwet DENÎZ - 35
* Di NÛBARA BIÇÛKAN de pend û şîretên balkêş
/ Azad ZAL.37
* A. Varli: “Xanî yekî bi tenê ye hîna di
nava kurdan de du Xanî çênebûne”/
Hevpeyvîn: Serwet DENÎZ - 41
* P. Cîhanî: “Ehmedê Xanî Ne Fîlozof e”/
Hevpeyvîn: Azad ZAL.. 47
* R. Findî: “Hecî Qadir Xanî’yê duyemîn e /
Hvp: Serwet DENÎZ . 49
* Î. M. Resûl: “Fikra neteweyî beriya
Ewrûpayê bi Xanî re çêbûye” / Hevpeyvîn:
S.Denîz - F.Dengizî - A.Bakir - 50
* Dirûvê hunerî yê dastana Mem û Zînê /
Heyder OMER - 52
* Guldesteyek gulên xweşbîn ji zarê Ehmedê
Xanî - 62