Bi peleke nê dest pêkim
Yan kevin
Ji dûmanê stêrka te nabînim
Lênûsan dişewîtin im
Xuliyê bi xwinê re vedixwim
Derdê te ji te girantir bûn heval!
Xwedayê tu lêdigeriyayî
Hîna ji dayîk nebibû.
Bawer nakim tu mirov bî
Şaştiyek heye
Li peşkên baranê siwar hatî
Bi lehiya sor re vegeriyayî
Liser hestiyên te
Goristan pev çûn
Darbest jî, ji hestiyên me bûn
Berî min te çav vekirin
Janên cîhanê
Berî min te vexwarin
Di oxira kê de
Kî çû, kî hat... Tu dizanî
Gunehê te bê sînor bû
Xovan bû şîrê te vexwarî
Ma heya kengî
Tuyê bi meludiyên qerisî
Min ji xew şiyar bikî
Erê!
Ma te nedîbû...
Çiyayên ji devê çiyan derketî
Gulên bi hêsiran xwe şiştî
Hestên zarokê xwe nedîtî
Çawa...
Bi tofana zivistaneke xûz
Hatin fetisandin
Ji min nepirsin nav
Liber serê min nerazin
Bi tofana sipî re
Hest qerisîn
Mirin ...
Mirin mîna baranê hat
Kêlîbûn ji yek kêliyê
Hawar fetisîn
Bi şemala tofanê re ricifîn
Di çar devan de lerizîn
Zû bike heval
Kenê xwe îro veşêre
Kul û derdan daqurtîne
Belkî aşûta sipî pê vereşe
Di tariyê de xatir nexwaze
Bisekine, ji wir nenale
Tên... Tên!
Asîmana diqelişînin
Berfê dişewitînin
Cêwiyê dilê min
Û nîvê bi birîn