Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

09 July 2007 15:09

 

 

HESEN HIŞYAR SERDÎ

ÇARÎNÊN AGAHÎ

Rûpeline bijarte ji pirtûka (Felsefa xebata welat)

(Taybet bo rpjava.net e)

 

 

 

HESEN HIŞYAR SERDÎ




1.
Ew gotinên ez û tu
Di kokê de her em in
Vejandina em û ew
Ji bingehê ez û tu

2.
Ev derî û ew derî
Di pîvanê yek berin
Dirêjî pehn bilindî
Bi zeman ve hember in

3.
Hatin jiyîn ji hev in
Mirin çûyîn ji Kevin
Tev peydane ji tarî
Ew tarîya bê dawî

4.
Valahîya bê pîvan
Ew rewrewka bê dûman
Vejandîya tûza gewr
Sidîm Dar e giyan ber

5.
Valahîya dûr û kûr
Ronahîya tûj û hûr
Zanistîya edyanan
Lenger neda tu waran

6.
Bihar Ez im Payiz Tu
Neyîn Ez im Heyîn Tu
Di nav bera min û tu
Guman" Enqa" bê kilîş

7.
Heyîn ev e bibînî
Çi dixwazî ji jînê ?
Ne madde û dûman e
Lahûtîya buhuştî

8.
Ewlîya û Enbîyan
Rewşa navan girtine
Peyarîya dizanî
Ehremen jê revîye

9.
Muxbeçe û mûpêzan
Ew sofîyên dilovan
Tevde jar û nezan in
Dawî çî ye nizanin

10.
Ayîn"Hub"û cemale
Ger dixwazî bibînî
Rûniştî be li merge
Bihar cî ye bizane

11.
Berzex çî ye nizanî
Di şikê de guman î
Ew rewrewka rêya dûr
Ew e tirba te ya kûr

12.
Roj ava û roj helat
Ji yek navî peydane
Bi awirên te yên kin
Hero nav lê vedane

13.
Şev û rojên dibînî
Di zevîya zemîn de
Perde yeke du rengîn
Herdû yeke bizane

14.
Ruhstînê bi heybet
Cibrayîlê merhemet
Ne wekîlên Xudan e
Çawa ku Şêx dizane

15.

Ew buhişta sera ser
Tev suruştên sor û zer
Ne buha û erzan in
Ne wek sofî dizanin

16.
Îro sibe do û pêr
Tev jimara rojek in
Di lewlebê gac dibin
Ser û binê hev dibin

17.
Keyf û kenê dilê geş
Ew girîna rojên reş
Tevde yek in ji hev in
Du berê çav û dil in

18.
Ew qedera dibêjin
Li hatina ji ber xwe
Veşartina dibêjî
Ne hêzekî bê kar e


19.
Dunya ji bo te pak e
Gerîndekî hêja be
Mayînde ê te qencî
Ji bo mera seza be

20.
Ayno Sevîr perde ye
Meqnatîz jê wê de ye
Ew Mîraca helfirîn
Tenê xumam xuya ye

21 .
Sal û mehên tu tê de
Jimartinek zemîn e
Ronahîya bi salan
Rêya kayê dibîne

22.
Roja ku em li hember
Ew e maka me tevan
Jê dûrtir û bilintir
Gelek hene bê guman

23.
Mirin kilîş dibîne
Giyan jêve dimîne
Di çarikên kokan de
Ji nûve me dijîne

24.
Ev e hatin û çûyîn
Di lewleba zemîn de
Tiştek jê dûr nizanin
Di rêzana qedîm de

25.
Dîya em jê zemîn e
Merîx Zihel xaltîn e
Istêrkên dî ji yek ve
Ji yek kokê hatîne

26.
Xêran dikî dişîne
Da ku dawî bibîne
Buhişt ev e ji bo te
Li ser rûyê zemîn e

27.
Ez sofîyê cîhan im
Berî xeybê bizanim
Mirin çi ye dizanim
Jiyanek dî nizanim

28.
Ava heyatê çi ye?
Xocê Xidir li ku ye ?
Tev kanîya guman e
Wargehê wan li ku ye?

29.
Ew Mûsayê tercuman
Tev Îsayê li ezman
Baxê Îrem nedîne
Hêvî nema tev çûne


30.
Ew Zerdeştê Mêdîyan
Bi Bûzayê Hindiyan
Dawî çi ye nenasîn
Bêhêz gîhan miriyan

31.
Ger dixwazî bibî mêr
Weke piling penceşêr
Were rastî bibîne
Da zanibî çi ye xêr

32.
Kromusat û Hermonat
Ne hêvanê jînê ne
Sidîm bi navê made
Ew maka jîn jê dere

33.
Atom gewherê ferd e
Mella ne pê bawere
Elîketron mehşer e
Pîrmuxan ne bawere

34.
Hilyom xaza ronahî
Ew e cîhan dibînî
Giyan ew e jîndarî
Bo me ew zendegahî

35
Nekîr Munkir li tirbê
Zimanê wan nizanim
Bi siryanî dibêjin
Mesîhî ne nizanim

36.
Misilman belengaz im
Ji tirbê pir ditirsim
Guman çi ye nizanim
Mirî ji te dipirsim


37.
Erd koçerê jêr û jor
Li dor rojê dibe dor
Çavan veke binêre
Ezman tune mebe kor

38.
Li Biloto deh qat e
Zemanê vir li ba te
Her istêrek li gor vê
Jimar qiyas li ba te

39.
Dixwazî min bibînî
Were ba me zendiyan
Ger Cenetê dixwazî
Here nava miriyan

40.
Dengê li ser minaran
Ew Naqûsên li Dêran
Di nav salên hezaran
Tiştek nedaye jaran

41.
Hin pispor hebûne
Rastî çi ye nedîne
Wek Ziyagok bê armanc
Berovajî xwendine

42.
Ûmer Xiyamê pispor
Pertaw xiste çavê kor
Ala evînê helda
Saqî bi dest ava sor

43.
Rastî tehl û giran e
Nezanî pir erzan e
Tu xwe erzan nebînî
Fêde çi ye bizane

44.
Hevaltîya vê dinê
Bi zanîn û xwendinê
Pendegîro guh bide
Mekev hera wê dinê

45.
Ewên berî me çûne
Em kerwanên dû wan in
Rêyek dûr û bêdeng e
Tiştek em jê nizanin

46.
Mehdereya dibêjî
Dilxweşiya millet e
Peyariya tu zanî
Dilovanî li ba te

47.
Di mihraba du nûnan
Qiblegeha min dûr e
Kevaneka dibêjim
Danezana min kûr e

48.
Hacî li dor berê reş
Ez hemberê çavê reş
Înanya min cemal e
Mezhebê min dilê geş

49.
Di nav gulên sor û zer
Bibe bilbil li hember
Ew e cejna vê jînê
Derbas neke bi keser

50
Umrê te tev bêhneke
Ne mayîndê zemîn e
Şahî ji bo te Armanc
Berî ku tu nemîne

51.
Dinya ji bo me war e
Tev çîmen û gulzar e
Dengê saz û dilê geş
Ji bo mera buhar e

52.
Buhiştî û peyarim
Dema bi dost û yar im
Gunehkar im di dûjeh
Dîl giyanim bêsoz im

53.
Azadiya bê welat
Dijwariya bê felat
Ehremend ders neda me
Ku ev jiyan seza ye

54.
Şeva Qedrê û Esra
Me derbas kir li Berzan
Şehîdê Bedrê ez bûm
Giyan neda me erzan

55.
Şîn û reşa miriyan
Li nav komên sêwîyan
Cerg û beza me danî
Li agirê Hindiyan

56.
Hin Bûzî û Zerdeştî
Me govend girt li agir
Derfeş bi destê Kawa
Me hildaye serê gir

57.
Floklora Mem û Zînê
Me dî bi destê Xanê
Siyabend rex Xecê de
Hilkişîyan Sîpanê

58.
Bi daxwazek dil û can
Memê Alan me anî
Bi xwîna sed şehîdan
Hena zînî me danî

59.
Me konê reş vegirtî
Li ser çiyayê banî
Sîleh şorên me cengdar
Di qada qehremanî

60.
Beko kete lerz û ta
Bi emr û şehneşînê
Çeko Arif siwar in
Dibêjin kanî Zînê

61.
Bi yekve em evîndar
Ji bo Zînê fedekar
Me gund û mal û zarok
Hemî tev de kirin ar

62.
Şeva tarî bi dûr ket
Ev e roja me derket
Çi rojek e çak pîroz
Cejna welat bi Nûroz

63.
Ala me kesk û sor e
Dinya bi çerxê dor e
Kesê mafê nejadan
Nizanî şaş û kor e

64.
Kuçên bajar û gundan
Tevan ala me hildan
Bi xeml û rengê zergeş
Kesk û sor hat girêdan

65
Dengê me ket cîhanê
Bi navê Kurdistanê
Hemrîn ve bigre Agrî
Sêwas heya Îranê


 

HESEN HIŞYAR SERDÎ
1907 - 1985
Rûpeline bijarte ji pirtûka
(Felsefa xebata welat)
Pêkîn" Hesen Hişyar Serdî"
Destnivîse belav nebûye
" Tîptilî " - 1971 - Qamişlo
 

 

                                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1