Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

27 June 2007 23:42

 

Reyhan Sarhan

Rewşa zimanê kurdî di nav saziyên me de
Reyhan Sarhan
 

Niha ez ne zimanzan im ku ez bi awayekî zanistî û amatorî li ser rewşa ziman û
serastkirina ziman biaxivim.
Ji xwe dema ku em li girseya zimanhezên kurdî binerin em baş dibînin ku kesên gundperwer û fedekar in...
Ji xwe em kurdhez tev deyndarên van gundiyên kedhez in.
Kurdiya me ya şêrîn bi van gundiyên ku em wan piçûk û nizim dibînin gihiştiye roja me ya îro... Ma kî dikare îda bike bibêje na?
Le belê tim Kurdê ku ruyê xwe bi mekyajê sipî kirine bi boyaxa ku xwe di nav de
sitirandine tim û tim xwe daye jiyandin.
Di her halê de xwe zanê û serdestiya xwe wek doh îro jî didomîne! Dest avetiye saziyên kurd...Mixabin...
Ji xwe kesê ku bahsa mijara kurdî dikin bi gunehkariyên giran û dijwar re rû bi rû
dimînin...
Bi kurtperestî tên tewanbarkirin... Pêşiya wan tê girtin di her halê de ... Bi tenê tên
hiştin...
Dixwazin bawer kin dixwazin bawer nekin, ev rastiyek e ku ez pir caran dibim şahid û
li vê rewşa kambax û mîratê temaşe dikim!.
Ji xwe dema em têkevin nava rûpelên dîrokê em nikarin bi çend rêz nivîsandinê bînin zimên û ji nav kuranîya nirxandinan derkevin.
Lê ez wek şagirdek e vî zimanê me yê şerîn dixwazim nerîn û gazincên xwe bi we heskirin û xêrxwazên vî zimanê şêrîn parvebikim.
Dibe ku hin heval û derdorên kurd hez van gazinc û rexneyan nepejîrînin?. Ji xwe
derdekî min ê pejirandin û famkirinê nîn e...
Hemû kes azad in ku nerîna xwe li ser ziman û rewşa ziman li qelem bidin û bi tevahiya zimanhezan re parvebike.
Ev mijar pir caran hatiye niqaşkirin. Di civîn û konferansan de biryar hatine sitandin... Lê belê hazar carî mixabin...
Biryarên ku hatine sitandin tim li ser lênûskên me yên ku dibin şahidên me di turikên me de roj bi roj tên rizandin....
Dema ku em li rewşa ziman a di nav sazî û dezgehên me de dibînin, çîroka jinbavê tîne bîra me?...Ev mînakek e pir giran e?
Mafe her mirovekî kurd perwer heye ku ji van sazî û komelêyên me yên ku bi nexeweşiya zimanê biyanî dikevin, rewşa kurdî ji wan bipirsin û dawa doza kurdî bikin... Li gorî nerîna min, doza kurdî ne tenê li derve ye. Di nava rexistinên me de ye? ji bo ku otoasîmîlasyon ketiye nava hestiyên me. Bi awayekî dijwar hatiye bi cih kirin... Ma ka ji vê asîmîlasyonê mezintir???
Ev rewş dê heya çi demê û dewranê bimeşe? Ma xêrxwazekî vî zimanî nîne ku beje Bes e.? kesên ku serkeşiya van saziyên me dikin, li ku ne û çi dikin? Vî zimanî rû bi rû bi qedera wî re dihêlin! Doza ziman dozek e ser Bixwe ye?...
Wekî em tev jî baş dizanin doza ziman doza neteweyekê ye. Ji bo wê em nikarin ziman Û rewşa ziman bi sazî û komeleyan ve girê bidin.
Mafê hemû kesi heye ku bipirse?... Pewîst e ku mafekî du alî, ne yek alî hebe? Bi du çavan li gundî û bajariyan were mêzekirin?
Bi qasî kesê bajarî mafê kesê gundî jî heye? Bi qasî mirovê sipî mafê mirovê reş jî heye?...
Belê wekî min li jor jî anî ziman di nav saziyên me de kurdî di rêza duyemîn de ye lê çima ne di rêza yekemîn de ye?
Çima şert û mercên ku ji bo tirkî tên pejirandin çima ji bo kurdî nayên qebûl kirin? Dibe ku em bejin na ev ne rast e lê disa jî ev nerînek e
Ku mirov aciz dike derdikeve peşiya me. Meyla ku ji bo kurdî tê veqetandin ne bes e? Biryarên gavavetinê pêwîst in. ?
Dema ku em dawa van mafên xwezayî dikin. Em bi gundîtî û nezaniyê tên sucdarkirin? Ji hêla birayê xwe yên sipî ve?
Yanî naxwazim zêde serê we biêşînim, ji xwe em tev jî baş dizanin... Kes ne biyaniyê van bûyeran e!
Gelê kurd û tevgera rizgariya kurd heya bigihêje hezkirina vî zimanê me yê şêrîn, em tev deyndarên Kedkar û xebatkarên gundî û rençberên vî zimanî ne.... Bi saya wan em îro bi vî zimanî diaxivin... Li qurçik û taxên bajarên xelkê.









                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1